Bihuşta Zagrosan: Çarçela
Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj, em xwe digihînin bihuşta Zagrosan Çarçela. Bi heybetî û bedewiya xwe mirovan serxweş dike
ANF/ZAGROS - ANDOK KERBORAN Her rêwîtiya mirovan kêliyeke nayê jibîrkirin e. Ev rêwîtî jî tê wateya çîrokên nû yên mirovan, jiyanên nû. Destpêkirina rêwîtiyê bi xwe dilê mirovan gelekî xweş dike. Dema rêwîtî ber bi çiyayên Zagrosan be, ku bihuşta Kurdan, coş û kelecana mirovan hê zêde dibe. Vê carê ji bo şopandina şerê giran, em berê xwe didin vê derê.
EM LI QADÊN GERÎLA NE
Piştî amadekariyan em berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Li dû rêwîtiya du rojan me xwe gihand qadên gerîla. Bi şev em li qada Çemço di nava komek gerîla de dimînin û li ser pêvajoya şer sohbetê dikin. Hewa hinekî sar e û me tilimê xwe yê razanê bi xwe re neaniye. Gerîla ji bo em ne cemidin, tilim û betaniyên xwe dan me. Dema ji wan dipirsin, ku hûn ê çi bikin? gerîlayê bi navê Zerdeşt dibêje, "Hûn xema nexwin, em hînî van şert û mercan bûne. Kurd, heta ku mêvanê wan li cihekî rehet ranezê, ti carî dilê wan rehet nabe." Vê nêzîkatiya gerîla gelekî bandor li min kir. Bi xewn û xeyala rêwîtiya ber bi Zagrosan ve, ez heta sibehê nekarîbûm razêm. Bi gotina 'Roj baş' bi coş ji xew hişyar bûm. Komek ji gerîla taştê amade kiribû û bi çaydanê xwe yê reş, li ser êgir çaya gerîla çêkiribû.
RÊWÎTIYA BER BI HEYVA ZÊRÎN VE
Piştî taştê me plana xwe jî amade kir. Du gerîla ji bo rêbertiyê ji me re bikin, li gel me amade bûn. Me xatir ji yên din xwest û berê xwe dan heyva zêrîn Zagrosan û ber bi çiyayê Çarçelayê bi rê ketin. Rê, kaş, gir û çiyayên em tevî gerîla Demhat û Nûrettîn dimeşiyan, her gavê dirêj dibûn. Bilindaniya çiyayên em jê derbas dibûn, kaniyên xwezayî mirov serxweş dikir. Dengê çûkan mîna orkestrayeke mezin bûn. Di nava vê bedewiyê de em dimeşiyan.
'WEZÎFEYA ME YA îRO MEZINTIR E'
Di dema rêwîtiyê de me carna bêhn vedidan. Û bi gerîla Demhat û Nûrettîn re li ser jiyana li çiyê daxivîn. Di sohbetekê de gerîla Nûrettîn ê ji Erzîromê got, "Xwezî ez zûtir tevlî partiyê bibûma. Ji ber ku mirov dema tên çiyê, hingî bi vê bihuştê dihesin." Nûrettîn destnîşan dike, ku îro di nava vî şerî de wezîfeya wan mezintir e û dibêje, "Ji ber ku divê em van bedewiyên watedar biparêzin." Piştre rabû û got, "Divê em meşa xwe bidomînin" û me di nava bedewiya bihuştê de rêwîtiya xwe dewam kir.
VAYE AVAŞÎN
Em di şiverêyeke dijwar û dirêj re derbas dibin. Hindik maye em xwe bigihînin kaşekî. Dema me xwe gihand vî kaşî, roj jî hêdî hêdî diçû ava. Di vê kêliyê de gerîla Demhat bi tiliya xwe nîşan dide: 'Binêrin, vaye Avaşîn'. Dema min li cihê wî nîşan dida temaşe kir, li pêşberî vê bedewiya ku min beriya niha qet nedîtibû, lal û ker bûm. Çemê Avaşîn ku yekemcar wê dibînim, dilê min xweş kiribû. Ji bo vegotina bedewiya Avaşîn, niha jî gotinekê nikarim bibînim. Hewl didim bi makîneya xwe ya wêneyan vê kêliya bedew bikim wêne. Piştî ku me wextekê lê temaşe kir, em xwe berdidin jêrê û digihêjin qiraxa çemê Avaşîn. Li dû xwarina li ber çemê Avaşîn, gerîla Nûrettîn dest bi nobeda destpêkê dike. Ez û gerîla Demhat jî radizên. Xuya ye gelekî westiya me, ku di cih de bi xew ve çûme. Saet derdora çaran, em ji nû ve bi rê ketin.
LI HER CIHÎ ŞOPA ŞER HEYE
Di dema vê meşê de, li her cihî erdê şewitî dihat dîtin, ku ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk lê wer hatiye. Artêşa Tirk ne tenê li dijî mirovan, di heman demê de li dijî xwezayê jî şer îlan kiriye. Daristana ji hezaran hektarî û zindiyên li nava daristanê dikuje. Ji ber ku li pêşberî gerîla bi ser nakeve, vê carê êrîşî xwezaya Kurdistanê dike. Li şiverêyan, car carna bombeyên mîsket ên neteqiyane û roketên neteqiyan e tên dîtin. Bi hilatina rojê re me xwe gihand kaşekî jê re 'Bogaza Çinara' tê gotin. Li pêşberî me çiyayê bi heybet ê Çarçela heye. Em li wir rûdinên û taştê dixwin. Piştre bi rê dikevin. Di her gavê de coş û kelecana me zêde dibe. Di rê de em xisara ku şer li xwezayê kiriye, bi zelalî dibînin. Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj em digiHêjin bihuşta Zagrosan Çarçela.
DIYARÊ BEDEWIYAN ÇARÇELA
Ev çiya, bi heybetiya xwe hembêza xwe ji rêwiyên Çarçela re vedike. Bi heybetî û bedewiya xwe mirovan serxweş dike. Çiyayê Çarçela mîna hemû çiyayên Kurdistanê xwedî efsane û çîrokekê ye. Me ev çîrok yek bi yek ji gerîlayên PKK'ê guhdarî kir. Kaniyên li vê derê û ava jê diherike, dilê mirovan hênik dike. Ji vexwarinê mirov têr nabe. Li vê derê, bi hezaran celebên kulîlkan hene ku bi bêhn û bedewiya xwe mirovan serxweş dikin. Li ser vê derê û jiyana gerîla min gelek nûçe, pirtûk û bîranîn xwendibû. Lê belê jiyana gerîlayên PKK'ê, têkoşîna wan û çiyayên ew lê dijîn ji bo min diviyabû bihata dîtin. Min firsend dît ku wan ji nêz ve bibînim, nas bikim. Min li Zagrosan jiyan, têkoşîn û şerê gerîla dît. Ji ber ku ewçend ji nêz ve gerîlayên PKK'ê dibînim, bextewar im.
VÎNA JI POLA YA GERÎLA
Gerîla, di şerê bê eman ê li dijî artêşa Tirk de, çiyayên Zagrosan weke cihekî stratejîk dibînin. Ji ber vê yekê artêşa Tirk ji bo pêşî li gerîla bigire, bi giranî êrîşî qada Çarçela dike. Artêşa Tirk dixwest bikeve vê derê. Lê belê ji bo parastina vê herêmê, di navbera gerîla û artêşa Tirk de şerekî dijwar diqewime. Bi taybetî li qada jê re Geliyê Doskî tê gotin, şerekî giran qewimî. Di vî şerê de bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin. Gerîla derbên gelekî giran li artêşa Tirk dixe. Ji gerîla jî şehadet çêdibe. Lê belê ev berxwedan tevî kêmderfetiyan jî bi vîneke mezin didome. Gerîlayan carna ev tişt ji me re digotin: "Çi dibe bila bibe em ê vê axa ku bi xwîna hevrêyên me hatiye avdan, ji leşkerên Tirk re nehêlin. Eger pêwîstî pê hebe em ê di vê oxirê de canê xwe feda bikin. Bila her kes baş bi vê zanibe." Mîn vîna ji pola ya gerîla bi çavên xwe dît. Gerîla carna bi rojan ne av ne jî pariyek nan didît, Lê dîsa jî ji bo parastina axa xwe sekneke bi biryar nîşan didan.
Min bi qasî du salan şerê li vê herêmê şopand. Artêşa Tirk bi hemû hêza xwe ya leşkerî û teknîkî êrîş kir. Lê ti encam bi dest nexist.