1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Bikaranîna çekên kîmweyî nayê pejirandin'
'Bikaranîna çekên kîmweyî nayê pejirandin',bikaranîna,çekên,kîmweyî,nayê,pejirandin

'Bikaranîna çekên kîmweyî nayê pejirandin'

A+ A-

Serokê Lijnêya Mafê Mirovan ê Parlementoya Herêma Kurdistan Salar Mahmud, der barê bikaranîna çekên kîmyawî yên li dijî endamên HPG’ê hatin bikar anîn şermezar kir û wiha got: "Bikaranîna çêken kîmyawî tu carî rewa nayê nîşadan. Çekên kîmyawî tenê mirovan nakuje hemû zindîyan tûne dike.

Li Tirkîye Hêzên Çekdarî yên Tirk di 22-24'ê cotmehê de li herêma Geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê operasyon pêk anî û di pevçûnê de HPG'ê navê 36 kesên ku jiyana xwe ji dest dane akere kir. Her wiha cenazeyên zêdeyî 35 kesan hate dîtin. Malbatmên ku cenazeyên xwe dîtin, diyar kirin ku di pevçûnê de çekên kîmyewî hatiye bikar anîn. Piştê daxûyanîya HPG gelek sazî û rexistinên mafê mirovan bertêk dijî bikaranîna çekên kîmyawî nîşan dan. Ev bertêken ku tên nîşandan her ku diçe zede dibin. Serokê Lijneya Mafe Mirovan ya Parlementoya Herêma Kurdistan a Federal Salar Mahmud jî diji bikaranîna çêken qedexekirî bertek nîşan da. Salar, der barê bikaranîna çêken kîmyawî û komkûjîyan ji ajansa me DÎHA'yê re aixivî.

‘Çekên kîmyawî hemû zindîyan tune dike’

Mahmud, da zanîn ku kijan deshilat dema li hemberi hezeke lewaz têk çûye dest bi çekêm kîmyewî kiriye û wiha got, “Ev pekanîn dema Saddam Husen jî li hemberî kurdan hatin kirin. Bikaranîna çêken kîmyawî dibe ku demek nûçe an jî daxûyaniyan de bînin ziman. Lê ev çek ne tenê demek kin demek dirêj bandora xwe diparêze. Piştê komkujiya Saddam bi sed hezaran kurd hatin katilkirin. Lê bandora wê bi nexweşiyan nav gel de hebûna xwe dipareze. Hê jî pirsgerekên tenduristiyê yên girêdayî çêken kîmyawî li Kurdistanê hene. Çekên kîmyawî tenê mirova nakujê hemû jiyanê tune dike. Tirkiye çekêm kimyewî yên hatine qedexekirin nikare rewa nîşan bide û li hemberî PKK'ê bikar bîne. Ev vê yekê qebûl nakin."

Mahmud: Divê rexistinên mafên mirovan ên navneteweyî rola xwe bilîzin

Mahmud, destnîşan kir ku piştî êrîşen Tirkiye yên li dijî Qandîlê li herêmê lêkolîn kirine û di encama wan lekolînan me dît ku bombayên pir bibandor hatine bikaranîn û wiha berdewam kir: "Cihe ku çek hatin bikaranîn, welatiyên sivîl jîyana xwe dest dan û cih û warên wan hatin xirakirin. Sewalên wan hatin kuştin. Dibistan, mizgeft û pirtûkxanê bûn hedefa balafiran. Li ser gelê kurd komkujî tê ferzkirin. Me li dijî bikaranîna çekên qedexekirî serî li rêxistinên navneteweyî da."

‘Li Tirkiyeyê îradeya çareseriyê tune'

Mahmud, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî yên li hemberî HPG’ê hatin bikar anîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bûyerên ku derdikevin hole begûman pir telûkene. Dewleta tirk gelek caran li hemberî hêzen HGP'ê çekêm kîmweyî bikar aniye. Ji ber ku li Tirkiyeyê vîna çareseriye ye. Divê vîna çareseriyê derkeve holê û Tirkiye pirsgirêkan bi rêya diyalog û demokrasiyê çareser bike. Ji ber vê yekê barekî girîng dikeve ser milê parlementoyê.

Mahmud, bilêv kir ku welatên derdest dema ku dikevin zahmetiyê serî li çekên kîmyewî didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tu pirsgirêk bi tundî û zorê çareser nabin. Ji ber ve yekê divê rêbazên diyalog û aştiyê bên bikar anîn. Divê kurd bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin û bibin vîn. Ji bo vê yekê jî demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng e. Bikaranîna çeken kîmyawî her tim Helepçe tînê bîra me. Komkûjîyên dîrokê tînin bira me û em wan komkujiyan mexkûm dikin. Bikaranîna çêken kîmyawî şermezariyeke navdevletî û cîhanê ye. Berpirsyariya bikaranîna çekên kîmyawî berpirsyarîyek navdewletîyê. Berpirsyariya rexistinên mafên mirovan û dadgehê navneteveyî ye. DÎHA (ak-mk/mae)