1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 'Bila ciwanên kurd di saziyên xwe de bixebitin'
'Bila ciwanên kurd di saziyên xwe de bixebitin',bila,ciwanên,kurd,di,saziyên,xwe,de,bixebitin

'Bila ciwanên kurd di saziyên xwe de bixebitin'

A+ A-

Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê ku ji bo çand û hunera kurdan pêş bixe û li dijî polîtîkayên asimilasyona çandê dest bi xebatê kir, xebatên xwe yên xizmeta çand û hunera kurdan berdewam dike. Serokê Navenda Çanda û Hunerê ya Dicle û Firatê Ahmet Yilmaz, xwest hemû ciwanên kurd li ziman û çanda xwe xwedî derkevin û di saziyên xwe de xebatê bikin.

Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê ku ji sala 2003'an vebû, xebatên tembûr, dengbejî, govend, gîtar, şano, û gelek beşên din xebat meşand. Navenda Çand û Hunerê ya Dicle-Fıratê li gel hemû astengî û pirsgirêkên pergalê xebatên çand û hunerê berdewam dike. Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya di sala 1991'an de li dijî bişaftin û polîtîkayên tunekirina çand û hunera kurdan ji bo parastin û pêşxistina çanda kurdan hate avakirin, piştî salên 2000'an li her bajaran şax ji xwe berdan û belav bû. Navenda Çanda Dîcle Firatê jî di sala 2003'an de di bin baneya NÇM'ê de li Amedê hate avakirin û dest bi xismeta çandê kir. Serokê Navenda Çanda û Hunerê ya Dicle û Firatê Ahmet Yilmaz, diyar kir ku dema dest bi xebata çandê kirin her tiştê xwe danîn holê û dest bi xebatê kirin. Yilmaz, bang li hemû ciwanên kurd kir û xwest hemû ciwanên kurd li ziman û çanda xwe xwedî derkevin û di saziyên xwe de xebatê bikin.

'Em bi berhemên keda kolektif hatin vê astê. Yilmaz, anî ziman ku wan 6 mehan xebat meşand û koroya zarokan ava kir. Yilmaz, da zanîn ku rojên borî ji koroya zarokan konserek da û konsera wan rastî eleqeyek gelek mezin hat. Yilmaz, da zanîn ku heta hatin vê astê ked û bedelên pir mezin dan û wiha got: "Me berê nikaribî bi zimanê xwe kilam û starên xwe bigotana. Me nikarîbû şanoyên xwe bigotana. Me nikarîbû lîstikên xwe bilîstana. Piştî xebatek alternatif me kedek mezin da, em gihiştin vê astê. Em ji ber xebatên çand û hunera kurdan dimeşinin û li çand û hunera xwe xwedî derdikevin em rastî zextên dewletê tên. Polîs gelek caran bi ser me de digire. Lê ev zext û zordarî nikarin me ji xebatên me dûr bixin. Li gel xebatên çand û hunerê me starên Aram Tigran yên berê di bin baneyê navenda çandê de dîsa zindî kirin û em dê di rojên pêş de Koroya Gel ava bikin. Em dê vê projeya Koroya Gel demek nêzîk têxin meriyetê. "

'Bila ciwan li çanda xwe xwedî derkevin'

Yilmaz, bang li ciwanên kurd kir û xwest li dijî polîtîkayên dewletê yên bişaftin û perçekirina çandê li sazî, ziman û çanda xwe xwedî derkevin û çanda xwe biparêzin. Yilmaz, da zanîn ku polîtikayên bişaftinê tenê li dijî çanda kuran e.

(mae)