1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bila DTK û zimanê tirkî li hev pîroz bin!
Bila DTK û zimanê tirkî li hev pîroz bin!,bila,dtk,û,zimanê,tirkî,li,hev,pîroz,bin

Bila DTK û zimanê tirkî li hev pîroz bin!

"Kurdino, malxirabino, an nebêjin em kurd in, an bi kurdî biaxivin!" Mîr Celadet Alî Bedirxan

A+ A-

DTK´yê (Navê wê bi kurdî Kongreya Civaka Demokratîk - KCD ye) îroj li Amedê kongreya xwe li dar xist.

Heyeta ku ji Başûrê Kurdistanê beşdarî Kongreyê bûbû derbarê zimanê kongreyê de nerazîbûna xwe anî ziman û diyar kir ku ji ber di kongreyê de axaftin bi tirkî hatine kirin, wan tu tiştekî fam nekirine.

De îcar were li vê ecêbê. Hûn dê bang li gel bikin ku dibistanên tirkan deverên asîmîlasyonê ne û zarokên xwe neşînine van dibistanan. Dê gelek caran ji aliyê KCKê ve bang bê kirin ku li tu zemînî divê bi tirkî neyê axaftin û kurdî bibe zimanê rojane û desthilatdar, hûn dê li Amedê, li dilê Kurdistanê li ser navê kurdan û ji bo kurdan kongreyekê li dar bixin û hûn dê wê kongreya xwe bi zimanê tirkî pêk bînin.

Diyar e DTK henekê xwe bi vî gelî dike, an jî hîn negihiştiye asta wê zanebûnê ku ziman nebe hemû ked û tevgerên wan berhewa û vala ye. "Kurdino, malxirabino, an nebêjin em kurd in, an bi kurdî biaxivin!" Mîr Celadet Alî Bedirxan

Amîda Kurd