"Bila DYA lêborînê bixwaze"
Demîrtaş: Bila DYA ji gelê Kurd lêborînê bixwaze
Stenbol - Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, piştî ku aşkere bû ku agahiya sîxûrî ya der barê Komkujiya Roboskîyê ya ku bû sedema mirina 34 Kurdên sivîl, ji aliyê DYA’yê ve hatiye dayîn, diyar kir ku divê rêveberiya Amerîkayê ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.
Ji rojnameya Mîlliyetê Aslin Aydintaşbaş bi Demîrtaş re axivî. Demîrtaş diyar ku demeke berê li Amerîkayê ketine nava hevdîtinan û got “Li wir Komkujiya Roboskê anîne rojevê.” Demîrtaş anî ziman ku dem bi dem wî jî digot îstîxbarata Komkuijyê ji Amerîkayê hatiye û wiha pê de çû: “Jixwe li Tirkiyeyê ev wesayît pir in. Hatina îstîxbaratê ya ji Predatorê ne sir bû. Min jî dem bi dem digot. Ya ku niha em hîn dikin ew e ku li Enqereyê maseyeke hevpar hatiye avakirin. DYA tenê agahiya îstîxbaratê dide. Hikûmet jî li ser vê operasyonê dide destpêkirin. Divê hemû rayedar û berpirs bên lêpirsînkirin. Gelo piştî îstîxbarat hate dayîn çi bû? Gelo dema ev dîmen hatin ne diyare ku kî di wê saetê de li ser maseyê bû. Herhal yên ku li ser maseyê ne Çawişekî pispor; yekî payebilind e. Bi tena serê xwe jî biryarê nade. Ger ku tenê di bin berpirsyariya wî de bûya dê ji zû de parçe kiribana û avêtibana ber guran. Ev biryar di nava raye û fermanê de tê dayîn. Ji yê herî jor bigire heta dawî her kes berpirsyar e. Ez wisa texmîn dikim ku wê şevê ji serokwezîr jî erêkirina bi devkî hatiye xwestin. Ji ber kes bi ser de naçe. Yani lêpirsîneke bê alî û edlî nayê meşandin. Hevûdin di parêzin.”
Demîrtaş diyar kir ku divê DYA bi awayekî fermî ji gelê Kurd lêborînê bixwaze û wiha pê de çû: “Em vê daxwazê an rû bir û an jî bi nameyekê dê bişînin sefîrê DYA’ê re. Ji bo sûcdar bên dîtin divê hewldan hebin. Me mijara Qilabanê di gera xwe ya Washîngtonê anî ziman. Lê em nizanin ku ev daxuyanî li ser serdama me pêk an jî serketina rojnamegeriyê ye. Rojnamegerên nêzî hikûmetê wisa nanivîsinin. Heta rojnameger ji wezîran jî pirtir xwedî agahî ne. Lê di vê nûçeyê de ji bo ku AKP têk neçe, agahiyên xwe venaşêrin. Qilaban ne bûyereke ku zû bi zû bê girtinê ye. Bi awayekî aşkere hebûna dewleteke kûr nîşan dide. Li welaekî ku daraz serbixwe be, ne mumkune ku bûyer bê girtin. Ger ku li Tirkiyeyê daraz, çapemenî, burokrasî bi hevkarî vê bûyer bigire wê demê hevkariyeke din mijara gotinê ye. Yanî dewleteke nû ya kûr.”
ANF NEWS AGENCY