"Bila Erdogan ji bo xwe bi bêje mangirtin nine"
Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê: Bila Erdogan ji bo xwe bi bêje mangirtin nine
SERBAZ SİYAMEND
Wezîrê Rewşenbîrî ye Hikumeta Herêma Kurdistanê Kawe Mehmûd, destek da çalakiya girtiyên girtgehên Tirkiye. Mehmûd ku ji DÎHA'yê re axivî, bersivê Serok Wezîrê tirkiye R.T.Erdogan da û got: " Bila Erdogan her ji bo xwe bi bêje mangirtin nine û şove. Ev yek neraste, Herkes dizane mangirtina girtiyên siyasî li girtgehên Tirkiye heye."
Serok Wezîrê tirkiye R.T.Erdogan, têkeldarî mangirtina zîndaniyên siyasî bersivê rojnamevanan da. Erdogan, got: " tenê yek kes li girtgehek Tirkiye mangirtiye û yên din şov dikin. Wezîrê Rewşenbîrî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Kawe Mehmûd, ku ji DÎHA'yê re axivî, destekî çalakiya girtiyên siyasî yên girtgehên Tirkiye yê kir.
Mehmûd, bersivê Erdogan da û got: "Da girtiyên bila Erdogan her ji bo xwe bi bêje mangirtin niye. Ev yek neraste Herkes dizane mangirtina girtiyên siyasî li girtgehên Tirkiye heye. Mangirtina wan tiştk di cîh deye. Daxwaza mafê xwe yê rewa dikin. Lazime Tirkiye daxwazê girtiyan liber çav bigre."
Herwiha Mehmûd, têkeldarî bêdengiya Hikumeta Herêma Kurdistanê jÎ axaft. Mehmûd got: "Ya esas ewe ku gel li başûr hişiyare û bixwe meş û çalakiyên nerazîbûnê li dijî tirkiye pêk dîne."
DİHA