"Bila ev êş dilê Erdogan biperitîne"
Dayikên Aştiyê: Bila êşa ku em dijîn dilê Erdogan biperitîne
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Wanê şîdeta polîsan a li hemberî welatiyên ku di 14'ê Tîrmehê de xwestin beşdarî mitînga ku ji aliyê KCD'ê û BDP'ê bi şîara "Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" dihat lidarxistin bibin, şermezar kirin û diyar kirin ku jiu bo rijandina xwînê raweste û aştî pêk were hewceye hemû kes têbikoşe.
Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Wanê bi armanca şermezarkirina êrîş û şîdeta polîsan a li hemberî welatiyên ku xwestin beşdarî mitînga ji aliyê BDP'ê û KCD'ê li Amedê di 14'ê Tîrmehê bi şîara "Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" li dar bixe, bibin, daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikên ku ji ber erdhejê avahiya wan xerab bibû di konê de xebatên xwe dimeşînin di konê de civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê dayikan Zekiye Alîm axivî û da zanîn ku ew ji ber zilma li ser parlementer û gel hatiye meşandin Serokwezîr Erdogan şermezar dikin. Alîm bi bîr xist ku ew ji bo aştî û azadiyê têkoşîn didin û wiha got:" Heta ku dilopek xwîna me jî bimîne em dev ji Rêberê xwe bernadin û têkoşîna xwe bidomînin."
'Heta ku aştî were em jin li her derê ne'
Piştî Alîm Bese Akdogan jî axivî û di destpêka axaftina xwe de Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan silav kir û xwest tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Akdogan wiha axivî: "Bila destên ku dirêjî Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan dibin bişkên. Destên ku ji bo şer tên girtin, bila ji bo aştî û azadiyê bê girtin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe dê ji Rêberê xwe têkoşîn bidin. Ez dixwazim êşa ku dayik dikişînin, bila bikeve nava dilê Erdogan û dilê wî biperitîne. Heta ku aştî were em jin, dayik dê li her derê bin."
(ab)