1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Bila gelê me ji bo Rojava werê Serêkaniyê'
'Bila gelê me ji bo Rojava werê Serêkaniyê',bila,gelê,me,ji,bo,rojava,werê,serêkaniyê

'Bila gelê me ji bo Rojava werê Serêkaniyê'

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Hevseroka BDP'a Rihayê Leyla Akça bang li hemû kesî kir ku bila ji bo parastina Şoreşa Rojava werên navçeya Serêkaniyê ya Rihayê. Akça da zanîn ku parastina Rojava peywira hemû kurdan e.

Di pêşengiya KCD, BDP, DOKH, Meclisa Ciwanan û gelek saziyên civakî de ji bo parastina Şoreşa Rojava dê li gelek bajarên herêmê û metropolan di 4'ê tebaxê de ber bi navçeya Serêkaniyê ya Rihayê meşeke mezin bê lidarxistin, 5 û 6'ê tebaxê li navçeyê nobet bê girtin. BDP'a Rihayê der barê mijarê daxuyanî da.

Hevseroka BDP'a Rihayê Leyla Akça da zanîn ku parastina Şoreşa Rojava tenê peywira gelê Rojava nîne peywira hemû kurdan e û wiha got: "Lijneya rêveberiya navenda me diyar kiriye ku divê ev hêviyên ji bo neyên çilmîsîn. Li ser vî esasî em bang li hemû kesî dikin ku bila tevli meşa ku di pêşengiya KCD, BDP, DOKH û Meclisa Ciwanan de tê organîzekirin, bibin.

Bernameya meşê

Akça der barê bernameya meşê agahî da û wiha got: "Em ê di 4'ê tebaxê saet di 17:00'an de li parka 3 Fîdanan de kom bibin û ber bi Dortyolê meş li dar bixin. Piştre dê li Parka 3 Fîdanan kon bên vedan. Di 5'ê tebaxê de gelê yên ku li bajarên; Mêrdîn, Amed, Êlih, Şirnex, Dêrsim, Çewlik, Elezîz, Sêrt, Bedlîs, Wan û Mûşê nobetê dewr bigirin. Di 6'ê tebaxê de gelê yên ku li bajarên wekî; Mêrsîn, Edene, Dîlok, Semsûrê bên dê notebê dewr bigirin. Di 7'ê tebaxê de saet di 10:00'an de dê bernameya me bi dawî bibe."

Bertek nîşanî walî da

Leyla Akça bertek nîşanî biryara Walî ya qedexekirina meşê da û wiha got: "Li gorî me tu fikara ewlehiyê nîne. Ev pêkanîna walî pêkanîneke keyfî ye. Ji bo mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin em ê israr bikin. Em dixwazin walî careke din biryara ku girtiye li ber çavan derbas bike."

(ça/lg)