´ Bila greva birçîbûnê zû bi dawî bibe´
Abdullah Ocalan: Bila greva birçîbûnê zû bi dawî bibe
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan çû Girava Îmraliyê. Mehmet Ocalan, diyar kir ku birayê wî Abdullah Ocalan, got, "Bêyî ku têkevin nava şik û gumanan bila bi awayeke lezgîn dest ji greva birçîbûnê berdin."
Li gorî nûçeya DÎHA’yê Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, çû Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.
Mehmet Ocalan, diyar kir birayê wî gotiye bêyî têkevin nava fikaran bi lezgîn dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin. Mehmet Ocalan der barê hevdîtinê de wiha got:
"Ez îro çûm Girava Îmraliyê. Min bi kekê xwe Birêz Abdullah Ocalan rû bi rû hevdîtin pêk anî. Birayê bin der barê greva birçîbûnê de diyar kir ku bêyî dem derbas bibe bila zû dest ji grevê berdin. Birayê min xwest ez vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Daxuyaniya birayê min wiha ye:
"Kesên ketine greva birçîbûnê, kar û barê kesên li derve ku bikin dane ser milê xwe û pêk anîne. Kesên li derve jî bila kar û barê xwe neavêjin ser girtiyên ku di nava çar dîwaran de di nava şert û mercên giran de dijîn . Greva birçibûnê, bi awayekî şêwazek ne rast e. Ger ku dê greva birçîbûnê pêk bê, divê ne kesên li hundir kesên li derve têkivin grevê. Greva birçîbûnê pir bi wate ye. Çalakî gihiştiye armanca xwe û wateya xwe dîtiye. Bêyî ku têkevin nava fikaran û ramanan bila bi lezgîn dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin. Ez li vir ji hemû kesên ketine greva birçîbûnê bi taybetî kesên koma ewil û duyemîn yek bi yek silavan dişînim."
ANF NEWS AGENCY