´Bila gêrîla tevlî siyasetê bibe´
Ayna: Em dixwazin gêrîla tevlî siyasetê bibin
Nobeta jinan a li Konê Çareseriya Demokratîk ku di pêşengiya DOKH'ê de li Colemêrg û Dêrsimê hatiye vekirin didome. Konê Çareseriya Demokratîk ê Colomergê ji aliyê dayikên ku ji Çelê hatin ve hat ziyaretkirin. Li Dêrsimê jî heyata BDP'ê ku Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna jî di nav de konê çareseriyê ziyaret kir.
Li Colemêrgê Konê Çareseriya Demokratik ku ji aliyê DOKH'ê ve li taxa Sumbulê hatiye vedan bi girseyî tê ziyaret kirin û nobeta aştiyê didome. Komek jin ji navçeya Çelê ya Colemêrgê hatin û kon ziyaret kirin. Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore û gelek kesen din jî kon ziyaret kirin. Di ziyaretê de civîn tên lidarxistin û niqaşên çareseriya pêvajoyê berdewam dikin. Di seetên êvarî de jî Fadil Berdîrhanoglu, kon ziyaret kir û piştgiri da jinan.
DÊRSIM
Li Dêrsimê jî Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna li gel heyeta BDP'ê konê Çareseriya Demokratîk ku ji aliyê DOKH'ê ve li Qada Seyit Riza hatiye vedan ziyaret kir. Heyeta BDP'ê ku di nav de Emine Ayna û Endamên Meclisa Şaredariya Akednîzê jî heyî ji aliyê endamên Meclisa Aştiyê Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin û rêveberên BDP'ê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Duh konê çareseriyê heta seetên êvarî ji aliyê hezaran welatiyan ve hat ziyaretkirin. Girseya ku li ber kon kom bûn, bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" qîr kir. Girsê piştî pêşwazîkirina Emîne Ayna ku li ber kon kom bû govend gerandin. Parlamentera BDP'e Emîne Ayna diyar kir ku, ew naxwazin HPG derkeve dervê sînor û dijberî vê yekê dixwazin tevlî siyaseta demokratîk bibin û wiha got: "Dewlet bi avakirina qereqolan rê li pêş şer vedike. Em jî dibêjin ji vê seetê şûnde hûn van qereqolan vala avadikin. Li bendê nesekinin ku gerîlla dîsa were vir. Ji ber ku ji niha û şûnde em dê li şûna gerilla şer bikin. Em dixwazin gerilla tevlî siyaseta demokratîk bibin. Em dixwazin gerîlla werin Dêrsim, Amed, Enqere û Stenbolê tevlî siyasetê bibe."