'Bila her kes li zimanê xwe xwedî derkeve'
AMED (DÎHA) - Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen'a Amedê Dîlek Adsan diyar kir ku ew tevlê biryara KCD'ê ya li ser boykotkirina dibistanên fermî dibin û xwest li ser hemû zimanan astengî bên rakirin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji ber astengiyên li hemberê perwerdehiya zimanê kurdî biryara boykot kirina dibistanên fermî girt. Li ser vê biryarê saziyên sivîl ên civakî jî piştgirî dan KCD'ê. Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amadê jî piştgirî da biryarê û diyar kirin ku we vê biryarê diparêzin. Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê Dîlek Adsan jî perwerdehiya zimanê kurdî û biryara KCD'ê nirxand. Adsan, anî ziman ku ew tevlê biryara boykotkirinê dibin û çalakiya boykot kirina dibistanên fermî ji dewletê re peyama bîranîna mafê perwerdehiya zimanê dayikê ye û wiha axivî: "Çalakiya boykotkirinê banga dawîkirina qîrkirina çandî û veguhertina polîtîkayên perwerdê ye. Armanca me ne mexdûrkirina zarokane. Lê pirsîna hişmendiya yek parêze. Dive dewlet ji ber perwerdehiya zimanê dayikê gav bavêje." Adsan anî ziman ku zimanê dayikê mafekî rewa û mirovahî ye û pêwiste hemû ziman bên parastin. Daxwaza me parastina mafê zimanên gelan e.
'Dayik bi zarokên xwe re zimanê leşê di axaftin'
Adsan balkîşand li ser kiryarên salên 80'an di girtîngehan de û wiha domand: "Pergalê di sed salên borî de gel bi zimanê vî re tûne kiriye. Dayikên ku tirkî nizanin, ji ber ku zarokên wan îşkenceyê nebînin bi zarokên xwe yên girtî de bi zimanê leşê xwe di axaftin."
'Zimanê dayikê mafê mirovahiyê ye'
Adsan bi lêv kir ku zimanê dayikê hatiye qedexekirin û wiha bi dawî kir: "Mafê perwerdehiya zimanê dayike mafê rewa ye. Qedexa zimanê perwerdehiyê kirkirina çanda gelan e. Bi qîrkirinê tu kes nikari zimanê dayikê winda bike. "Zimanê dayikê mafê mirovahiyê ye. Ger qala demokrasî, aştî û mafê mirovahiyê bikin, divê berî her tiştî mafê perwerdehiyê biparêzin û astengên li pêşiya perwerdehiya zimanê dayikê rakin."
(vd-ozp/mae)