'Bila kujerên rojnameger Elî bên dîtin'
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Gelek sazî, dezgeh û rêxistinan li hemberî revandin û qetilkirina nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî nerazîbûn nîşan dan, şermezar kirin û xwestin bûyer bê ronîkirin, kujerên Elî di demeke kin de bê dîtin.
Komîsyona Parastina Mafê Rojnamegeran û azadî ya Sendîkaya Rojnamegerên Herêma Kurdistanê têkildarî qetilkirina rojnameger Wedat Hisên Elî yê ku duh li Dihokê ji aliyê kesên nenas ve hatî qetilkirin, daxuyaniyekî nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di demekî ku rojnameger di dema şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de nûçeyan radigihînin û rastî ewçend astengiyan tên, mixabin 13'ê Tebaxê nûçeya terorkirina Rojnameger Wedat Hisên Elî (Wedat Dihokî) ku li ajansa RojNews'ê kar dikir, hat. Dema ku me nûçeya terorkirina rojnameger Wedat dibihîsin ku dîsan birîna malbatên rojnamegerên destê terorê dikele. Di heman demê de terorkirina rojnamegeran rasteraste binpêkirina mafê rojnameger û azadiya rojnamegeriyê li Kurdistanê ye."
Di berdewama daxuhaniyê de wiha tê ragihandin; "Em weke Komîsyona Parastina Mafê Rojnamegeran û Azadî ya Sendîkaya Rojnamegerên Herêma Kurdistanê daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Karê Hundir û dezgehên asayîşê û polîsan dikin ku di zûtirîn demê de, tewanbarên bûyerê bibînin û radestî dadgehê bikin."
'Bila kujer bên dîtin'
Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Tevgera Îslamiya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Goran têkildarî qetilkirina rojnameger Elî Wedat Hisên Elî yê ku li Dihokê hatî qetil kirin daxuyaniyek hevbeş dan. Di daxuyaniyê de bûyer hat şermezarkirin wiha hat gotin: "Weke Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Tevgera Îslamiya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Goran bi tundî terorkirina rojnameger Wedat Hisên Elî şermezar dikin. Em weke binpêkirina mafê mirov û rojnamegaran dibînin. Ev bûyer rastiyan nîşa me dide ku azadî bi giştî û azadiya xwe îfadekirinê di bin gefên cidî de ne."
Di berdewama duxuyaniyê de wiha hate gotin: "Erk û berpirsyartiya dezgehên peywendîdar yên hikûmetê ne parastina serûmal û azadiya hemû welatiyan bike. Dur li desthilatdariya hizbî û siyasî karê xwe bike. Serweriya yasayê bi bilind bigrin dest. Herî dawî daxwazê dikin ku dosya bûyer bê şopandin û pêwîste kiryarên vê bûyerê bên dîtin û li gorî yasayê bên ceza kirin."
'Beriya çend rojan asayîşê gazî Elî kiriye'
Navenda PEN a Kurd jî bi daxuyaniyekî qetilkirina Elî şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Sibeha roja şemiyê cenazeyê nûçegihanê ajansa RojNews li ser rêya sereke ya di navbera Sêmêlê û Dihokê hate dîtin. Di demekî ku Herêma Kurdistanê rastî gelek krîzan hatiye, roj bi roj aloztir dibe, azadiya ragihandinê jî tê teng kirin. Mixabin di demekî wiha de de rojnamegerê RojNews Wedet Hisên Elî li Dihokê hate qetil kirin. Heya rojnameger Wedat Hisên tê revandin jî qet pirsgirêkekî wî nebû. Lê cihê gumanê ye ku ji berî çend rojan ji aliyê asayîşa Dihokê ve çend caran hatiye gazî kirin. Hatiye lêpirsîn kirin."
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Daxwazê ji dezgehên Herêma Kurdistanê dikin ku karên cidî bikin, ji bo dîtina kiryarên bûyerê. Dîsan daxwazê ji asayîşa Dihokê dikin ku bi cidî bûyerê bişopînin û tewanbaran bidin dadgehê û bên ceza kirin."
'Ev demek e dihat tehdîdkirin'
Birayê rojnamger Elî, Mesher Hisên Elî der barê bûyerê de got ku birayê wî dema diçe li ser kar ji aliyê du wesayîtên sivîl ve tê revandin û piştre tê qetil kirin.
Mesher Hisên Elî destnîşan kir ku demek bû gef li birayê wî dihatin xwarin û wiha got: "Em ji baş nizanin bûyer çawa çêbûye, lê ligorî şahidan, birayê min dema ku sibehê diçe li ser kar ji aliyê 2 wesayîtan ve tê girtin û dibin deşta Sêmêlê, bi êşkenceyê bi awayekî hovane dikujin. Piştî revandina birayê min, saetekê şûnde telefona birayê minê din kirin, gotin ku birayê te li nexweşxaneyê ye. Şahidan gotin ku du wesayîtên sivîl bûn û hejmara plaqeya wan ji girtine. Ti gunehên birayê min nebû û pirsgirêkên wî ji li gel ti kesê nebûn."
Mesher Hisên Elî der barê sedemê bûyerê de jî wiha got: "Ji ber çi hatiye kuştin û çawa hetiye kuştin em nizanin. Wedat ev demek bû di hat şopandin û rastî gefan dihat. Ji aliyê hinekan ve. Lê ji me re ne digot. Di warê civakî de jî tu pirsgirêkên wî nebûn."
(sa)