1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Bila kurd bêne naskirin"
"Bila kurd bêne naskirin",bila,kurd,bêne,naskirin

"Bila kurd bêne naskirin"

Partiyên kurdan xwest nasnameya gelê kurd di makeqanûnê de bê naskirin

A+ A-

6 partiyên siyasî yên kurdan ji bo makeqanûnek demokratik bê avakirin li ser "Pêşnûmeya Makeqanûnê" pêşniyarên xwe bi cemaweriyê re parve kirin. Partiyên kurdan di pêşnûmeyê de xwest nasnameya gelê kurd bê naskirin, partî û rêxistinên kurdan bi navê kurd û Kurdistanê bê mîsogerkirin. zimanê kurdî bi awayekî fermî bê qebûlkirin. Divê li erdnigariya Kurdistanê gelê herêmê xwe bi xwe bi rêve bibin.

Partiyên kurdan ên ji BDP, HAK-PAR, KADEP, OSP, KCD û TEVKURD û TDŞK'ê pêk tên, ji bo makeqanûnek demokratik bê avakirin li ser "Pêşnûmeya Makeqanûnê" pêşniyarên xwe parve kirin. Partiyên kurdan li Salona Resepsiyonê ya Parka Sumerê ya Amedê bi civîna çapemeniyê pêşniyarên xwe aşkere kirin. Di civînê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş li ser navê partiyan pêşnûme xwend û bi cemaweriyê re parve kir. Demîrtaş, anî ziman ku pêkanîn û geşedanên siyasî yên rojane zêde rojevê tije dike û wiha got: "Ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin divê berî her tiştî makeqanûnek demokratîk bê avakirin. Em jî wekî partiyên kurdan ji bo makeqanûna demokratîk ji bo pêşniyarên xwe bi cemaweriyê re parve bikin me pêşnûme amade kir.

'Kesên bedel nedan nema'

Demîrtaş, anî ziman ku makeqanûna heyî mafê her kesî naparêze û ji bilî neteweya tirk her kesî li derve dihêle. Demîrtaş, wiha axivî: "Her tişt li gorî "Neteweya tirk" hatiye avakirin. Her tim makeqanûn bi rêyên diijdemokratîk û fermana leşkeriyê hatin amadekirin. Her tim ji aliyê hêzên serdest ve makeqanûn hate avakirin. Lê divê mafê her kesî û rengê her kesî bê parastin. Em wekî partiyên kurdan ji bo mafê kurdan û hemû gelan bên parastin kom bûn û me pêşnûneyek hevbeş amade kir. Em wekî gelê kurd ê demokratîk û muxalif ji bo mafê xwe yê aştî, azadî, ziman, nasname û çandê bi dest bixin van daxwazan dikin.

* Divê ziman û nasnameya kurd bê parastin û bê naskirin.

* Divê mafê rêxistinî yê kurdan li gorî pîvanên gerdûni bê parastin. Divê kurd karibin bi navê kurd û Kurdistanê xwe bi rêxistin bikin û komeleyên xwe ava bikin. Divê ev nav bê mîsogerkirin.

* Divê kurdî bibe zimanê fermî û kurd zimanê zikmakî di her qada jiyanê de serbest bisar bînin.

* Dive gelê kurd lmi ser erdnîgariya Kurdistanê karibin xwe bi xwe bi rêve bibin.

Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel jî daxuyanî xwend.

'Bila Komkujiyê veneşêrin'

Demîrtaş bersiv da gotinên Erdogan yên ku di civîna koma AKP'ê de gotibû û diyar kir ku ew bi uslup û terza Erdogan dê bersiv nede û wiha got: "Bi vî awayî çareserî pêk nayê. Fermandarê Giştî û Serokwezî ji qetilkirina 35 welatiyan berpirsyarin. Rojeva esas eve û divê li ser vê yekê bê rawestandin. Divê hesabê vê bê dayîn. Bila bi guhertina rojevê û derewan komkujiyê neguherînin. Ev ne nêzîkatiyeke raste. Ger hêrs dibe bila ku kujeran hêrs bibe. Divê lêborîna xwe ji gel bixwaze."

Demîrtaş destnîşan kir ku Fermandarê giştî nekare der barê pêkanîna perwerdehiya zimanê dayikê ya gelê kurd daxuyaniyê bide û wiha got: "Li şûna ku serokwezî li me vedigere qîr dike bil ali Fermandarê gitşî vegere û bêje rayeya te ji bo pêvajoya çêkirina Makeqanûnê nîne. Madem ku fermndarên giştî yên berê siyaset bi rêvebire û hatine girtin, yê niha jî heman tiştî dike. Dozger bi dehan carî fermandarên giştî re dibêje terorîs lê min got serleşker li zora wî çû." Demîrtaş balkişand ser komkujiya Roboskê jî û got ku divê lêpirsîn bê kurkirin. Her wiha Demîrtaş da zanîn ku ew roja rojnamgerên cîhanê jî pîroz dike û wiha got: "Niha gelek rojnameger di hundir dene. Yên derve j îli bende ku dê kengî bê girtin." DÎHA (aw/mae)


Bêjeyên Miftehî