1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Bila Kurd dest ji leşkerî û memûrtiyê berdin
"Bila Kurd dest ji leşkerî û memûrtiyê berdin,bila,kurd,dest,ji,leşkerî,û,memûrtiyê,berdin

"Bila Kurd dest ji leşkerî û memûrtiyê berdin

Dûran Kalkan: Bila Kurd dest ji leşkerî-memûrtiyê berdin

A+ A-

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û Serokê Komîteya Parastina Gel Dûran Kalkan di daxuyaniya bi boneya 28’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de da de bang li gelê Kurd kir ku neçin leşkeriyê, dest ji memûrtiya dewletê berdin û zarokên xwe neşînin dibistanan. Kaklan destnîşan kir ku dê di sala bê de Rojavayê Kurdistanê bi temam bigihe serkeftinê û li Bakûrê Kurdistanê jî dê çareseriya Xweseriya Demokratîk pêş bikeve.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan Pêngava 15’ê Tebaxê ya li hemberî rejîma faşîst a 12’ê Îlonê hat pêşxistin weke ji nû ve zayîna Kurdan bi nav kir. Kalkan bal kişand ser girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi PKK’ê dest pê kir û got; “Heke em îro bêjin hemû tiştên zindî, bi can, li Kurdistanê çi hebe, hemû berhemên pêngava 15’ê Tebaxê ne, dê ne şaş be, teqez rast e.”

ME QIRKIRIN RAWESTAND

Kalkan 15’ê Tebaxê weke Cejna Vejîna Neteweyî bi nav kir û got ku bi vê pêngava 15’ê Tebaxê qirkirina li hemberî gelê Kurd dihat meşandin hatiye rawestandin. Kalkan wiha domand: “ Ev pêvajoya li Bakûrê Kurdistanê dest pê kir, li her çar parçeyên din ên Kurdistanê belav bû. Hemû Kurdên li derveyê welat kişandiye nava pêşketinên îdeolojîk, neteweyî, siyasî û civakî.”

LI KURDISTANÊ YEKITIYA MEZIN

Kalkan bal kişand ser yekitiya Kurdan û got; “ Ger îro rêxistinên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê dibkin yek, hewl didin ku bi vîna xwe bijîn, ev yek hemû bi xêra pêngava 15’ê Tebaxê pêk hatine” û wiha berdewam kir; “Ger îro li Bakûrê Kurdistanê li hemberî hemû êrîşên înkar û îmhayê yên dewleta Komara Tirk û hukûmeta wê wêrekiyek mezin heye, bi fedekarî li zîndanan, li bajaran, taxan û her derê gelê Kurd li ber xwe dide, ev yek jî nirxê ku 15’ê Tebaxê afirandiye.” Her wiha Kalkan bal kişand ku 15’ê Tebaxê ji bo Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî xwediyê girîngiyek mezin e û bal kişand ser girîniya wê ya ji bo yekitiya neteweyî ya Kruan.

LI ROJAVA Û BAKÛRÊ KURDISTANÊ ŞOREŞ HEYE

Kalkan destnîşan kir ku di 28’emîn salvegera 15’ê Tebaxê de pêşketinên girîng li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê diqewimin û got; “Ez destpêkê şoreşa gelê Rojayê Kurdistanê silav dikim. Ji ber wêrekî û fedekariya gelê Rojavayê Kurdistanê nîşan de, ez wana pîroz dikim. Ji bo ciwan, jin, kedkarên Rojavayê Kurdistanê yên ku hemleyek dîrokî pêş xistine serkeftineke mezin dixwazim. Wana li Rojavayê Kurdistanê destê nijarperestiya Ereban şkandin û li Rojava şoreş kirin. Em di nava keyfxweî û serbilindiya vê yekê de ne. Dîsa bi heman awayî ez berxwedana gerîlayan a ji xeta Şemzînan heta Dêrsimê dirêj dibe silav dikim û pîroz dikim.”

Kalkan ragihand ku hemû hêviya hukûmeta AKP’ê ew e ku dê li Sûriyeyê şer çêbibe, dê DYA mudaxeleyê Sûriyeyê bike, dê Tirkiye NATO bide pişt xwe û dê Tirkiye jî li pêşiya vî şerî cih bigire û bi vî awyaî DYA jî dê bi PKK’ê re şer bike. Kalkan diyar kir ku AKP dixwaze Tevgera Azadiya Kurdan û Gelê Kurd biavêje ber teknîk û hêza leşkerî ya DYA’yê û got; “Niha hemû hewldanên AKP’ê ji bo vê yekê ye.” Kalkan bi bîr xist ku AKP’ê sala par jî du hêzên dijber ên hev Îran û DYA’yê kir mutefîkên xwe û li dijî PKK’ê dan şerkirin û ragihand ku niha ji bo DYA êrîşê gelê Kurd bike, hemû bazar û danûstandinan pêre dike. Kalkan got; “Bi vî awayî dixwaze gerîlayên Kurd û Tevgera Azadiya Kurdan bike hedefa sîstema leşkerî ya navneteweyî û biperçiqîne. Ji ber vê jî rewş cidî ye. Xeteriya qirkirinê heyîna xwe diparêze. Bi têkoşîna li hemberî qirkirinê ev sucê mirovahiyê hate aşkerekirin. Rejîma qirkirinê derbeyên cidî xwar.” Kalkan destnîşan kir ku hîna jî rejîma qirkririnê bi temam bin neketiye û înkar-îmha berdewam dike û got “Xeteriya şerek herêmî ku Kurdistanê jî bigire nava xwe heye. Rewşa li Sûriyeyê vê rewşa bi aşkereyî nîaşn dide. Gef ne tenê li dijî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye. Gefa şer, xeteriya wê li hemberî hemû Kurdistanê ye. Bi qasî Bakûr, Rojhilat û Rojava jî hene. Ger em bala xwe bidin ser hukûmeta Herêma Kurdistanê di bin xeteriyek mezin de ye. Li aliyekê Tirkiye bi zextan gef lê dixwe, li aiyek din Îran gef lê dixwe û li aliyeke din jî hukûmeta Iraqê heye. Ger têkoşîn tune be Başûrê Kurdistanê jî nikare xwe li ser lingan bigire. Ji ber wê jî Kurd bi şer û qirkirinê re rû bi rû ne. Evane hîna derbas nebûne” û bang hişyariyê li hemû gelê Kurd kir.

NEÇIN LEŞKERÎ Û DIBISTANAN, DEST BI BERXEDANÊ BIKIN

Kalkan bang li hemû Kurdan kir ku li hemberî van polîkayên şer û qirkrinê li her derê hişyar bin û amadekariyên xwe bikin. Kalkan got; “Divê ciwanên Kurd; keç û xortên Kurd vê rastiyê bibînin û tevlî nava refên gerîlayan bibin. Pasîfbûn û şûndemayîn li ciwanên welatparêz û demokratîk nayê. Jixwe çûyîna leşkertiya dijmin û memûrtiya dijmin ji bo tu Kurdekî nabe û lê nayê. Divê hemû Kur xwe ji hemû xizmetên dewleta Tirk vebikişînin. Divê ciwanên Kurd tenê yek ji ciwanên xwe neşînin leşkeriya artêşa Tirk. Divê tu ciwanên Kurd di nava polîsên Tirk de cih negirin. Divê ciwanên Kurd, zarokên Kurd, xwe ji xeyalên ku dê xwe di saziyên asîmlasyonê de, di dibistanên dewletê de pêş bixin, dûr bixin.Divê her kes welatparêzî û têkoşîna azadiyê pêş bixin, xwe bi rêxistin bikin û dest bi berxwedanê bikin.”

LI ROJAVA Û BAKûR COŞA ŞOREŞÊ HEYE

Kalkan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Me îfade kiribû dê salvegera 28’emîn 15’ê Tebaxê bibe sala serkeftinê. Di serî Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê coş û heyecaran şoreşa Rojava dijîn. Fêm dikin, xwedî lê derdikevin û di vê esasê de peywir û berpirsyariyeke mezin dane ser milê xwe. Dîrok coş, heyecan, hişmendî û rêxistibûna xwe ya herî mezin dijî. Ji vê geşedanê mezintir tiştek tune. Ji vê reşwê bi çoş û kelecantir tiştek tune. Em li ser vî esasî dikevin 29’emîn salvegerê. Li Bakur me hemleya mezin şerê şoreşger ya gel pêk anî. Li Rojava jî ji sedî 50 şoreşa azadiyê bi ser ketiye. Salvegera 28’emîn a pêngavê li ser vî esasî pêk tê. Ev têketin nîşan dide ku dê sala 29’an çawa derbas dibe. Di 28 salan de vê pêngavê şoreşa azadiya Başûrê Kurdistana nêvî nêvî bi ser ketiye. Sala 29’emîn a 15’ê Tebaxê dê şoreşa azadiya Rojava bi giştî bibe sekeftinê û li Bakur jî li ser esasê şerê gel ya şoreşger, dê şoreşa azadiyê bigihîne serkeftineke mezin û dê bi pêngavên mayîn de bêtackirin. Îro ji Şemzînanê heta Cizîrê, ji Serhedê heta Dersîmê gerîla û gel din ava yekitiyê de şer dimeşîne û di vê easê de xuyaye ku pêşve diçin û xwedî hêza ku bi ser bikevin e. Artêşa tirk di dîroka xwe de niha bi hilweşînekê re rû bir û ye. Hukûmeta AKP’ê bi hemû siyaseta xwe îflas kiriye. Ji ber vê sala 29’emîn a 15’ê tabaxê dê li Bakur û Rojava bibe sala şoreşeke mezin û di têkoşîna azadiyê de bibe sala serkeftinê.”

EM DÊ BI XWESERIYA DEMOKRATÎK BIKEVIN SALA 29’AN

Kalkan di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû: “Di sala serkeftinê ya 29’an de hedef eve ku şoreşa Bakur û Rojava bigihînin serkeftinê, çareseriya xweseriya Demokratîk li ser esasê berxwedana şoreşger, bi parastina rewa û hêza gel pêngav bi pêngav pêkanîn, di vê esasê de ji bo Rêber Apo Azadî û Kurdistanê statu pêk were. Sala 29’an dê bibe sala azadiya Rêber Apo û sala ji bo kurdan qezenckirina statuyê. Di vê salê de dê li Rojava şoreşa azadiyê dê tam bi ser bikeve, li Bakûr jî dê çareseriya xweseriya demokratîk dê bi hêza gerîla û gel re pêngav bi pêngav pêk were. Hedefa me eve. Ev hedefeke ku dikare pêk were ye. Ji bo ev hedefa me pêk were em wekî tevger û gel bi hemû hêza têdikoşin. Şert û mercên me ji her tim baştir in. Gelê me ji her tim bihêztir e. Em di berxwedanê de bi biryar in. Baweriya me ya ji bo qezenca serkeftinê her tim mezintir e. Li ser vî esasî em 28’emîn salvgera 15’ê Tebaxê li hemû gelê xwe pîroz dikin. Em ji hemû gelên û dostên xwe re serkeftinê dixwazin.”

ANF NEWS AGENCY