"Bila Kurd ji Erdogan bawer nekin"
Hewlêr - Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman, terora polîsên Tirk a di 14’ê Tîrmehê de li Amedê li hemberî gelê Kurd û rêveberên siyasî yên Kurdan pêk anî şermezar kir û got; “Ev nêzîkatî rûyê rast ê Enqereyê li hemberî pirsgirêka Kurdan nîşan dide” û ji Kurdên Bakûr û Başûrê Kurdistanê xwest ku ji gotinên Erdogan û rejîma wî bawer nekin.
Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman di daxuyaniya li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê weşand de terora polîsên Tirk a li hemberî Kurdan û rêveberên Kurdan şermezar kir û got; “Em di demekê de ku bi tundî vê siyasetê şermezar dikin, daxwaz ji Kurdên her du aliyên sînor jî dikin ku bawerî bi sozên bê bingeh yên Erdogan û rejîma wî nekin.”
Osman got; “Hikûmeta Erdogan du rojan beriya niha êrîş kir ser ew meşa yek mîlyon kesî ya Bajarê Amedê û nêzîkî sedan kesan hatin birîndarkirin. hincetê vê jî ew bû ku destûra lidarxistina meşê nînin?! Rêveberên meşê tenê daxwaza parastina maf û serbilindiyên Kurdan û azadkirina Ocalan kirin. Ev reftar (nêzîkatî) rûçikê rastîn ya siyaseta Enqereyê der heqê pirsgirêka Kurd de derdixee û nerastbûna gotinên weke çaksazî (reform) û çareserkirina pirsa Kurd aşkere dike û vê yêkê îsbat dike ku hêj rejîma Tirkiyeyê siyaseta zordariyê li hemberî pirsgirêkaa Kurd dubare dike.”
Parlementerê Kurd Dr. Mehmûd Osman wiha domand; “Em di demekê de ku bi tundî vê siyasetê şermezar dikin, daxwaz ji Kurdên her du aliyên sînor jî dikin ku bawerî bi sozên bê bingeh yên Erdogan û rejîma wî nekin.”
ANF NEWS AGENCY