'Bila leşkerên şahidên komkujiyê biaxivin'
ÎZMÎR (DÎHA) - Berdevkê Platforma Lice li Edeletê Digere Şaîr Kaymaz, di civîna Vakfa Baran Tosun de bal kişand ser komkujiya Liceyê û xwest şahidên Komkujiya Licleyê di rûniştina doza Lice ya li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê pêk bê de şahidiyê bikin.
Di sala 1993'an de leşkeran li Liceyê komkujî pêk anîbûn. Di komkujiyê de nêzî 20 welatî hatin qetilkirin û bi sedan xanî û kargerî hatibûn hilweşandin. Di komkujiyê de general Bahtiyar Aydin bi destê tarî hat kuştin û wekî ku PKK'ê kuştibe hat nîşandan. Vakfa Baran Tosun berî ku rûniştina doza Lice ya li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê pêk bê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civîna çapemeniyê de Berdevkê Platforma Lice li Edeletê Digere Şaîr Kaymaz, bal kişand ser komkujiya Liceyê û xwest leşkerên şahidên komkujiyê destê xwe bidin ser wîcdanê xwe û şahidiya rast bikin. Şiyar Kaymaz, destnîşan kir ku komkujiya Liceyê encama konseptekê ye û wiha got: "Li gorî daneyên dewletê 16 kesan û li gorî daneyên me 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di komkujiyê de 242 kargeh û 401 mal hatin xerakirin. Wê demê Tugeneral Bahtiyar Aydin wekî ku bi destê PKK'ê hatibe kuştin hat nîşandan. Divê ev rastî bê ronîkirin. 19 salîn kalê 78 Mehmet Emin Ozkan hêj girtî ye. Lê 19 salin Ozkan bê guneh girtî ye û divê hewê wî neyê xwarin."
Kaymaz, anî ziman ku hem welatiyên Liceyê û hem malbata General Aydin mexdûr bûne û ji leşkerên şahidê komkujiyê xwest êdî şahidiya rast bikin û rastiyê ronî bikin.
Şahidê komkujiyê Muzaffer Menteşe anî ziman ku piştî komkujiyê bi sedan malbatan Lice terk kir û malbata wî jî ji ber tirsa leşker û tîmên taybet Lice terk kir.
Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Dilek Aykan, anî ziman ku ew jî meşdûr e û wiha got: "Li Roboskî û Geziyê komkujî pêk hatin. Li gel vê yekê niha jî Pakêta Ewlehiya Navxweyî derbas bikin. Heta niha komkujiyên Kizildere, Lice û Ermeniyan pêk hat. Em dê li mafê xwe bigerin û heta dawî bişopînin.
(mae)