1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Bila mafên Kurdan bên nasîn"
"Bila mafên Kurdan bên nasîn",bila,mafên,kurdan,bên,nasîn

"Bila mafên Kurdan bên nasîn"

Enternasyonala Sosyalîst: Bila mafên siyasî yên Kurdan bên nasîn

A+ A-

Maxime Azadî Amsterdam - Di Kongreya 24’emîn a Enternasyonala Sosyalîst a li bajarê Cap Town ê Efrîkaya Başûr pêk hat de, Koma Xebatê ya Kurdan hate çalakkirin. Di encamnameya kongreyê de hat xwestin ku hemû mafên siyasî yên gelê Kurd bêne nasîn. Mafê diyarkirina çarenûsê yê Kurdan di encamnameyê de cih negirt, koma xebatê ya Kurdan bal kişandin ku ew dikarin li ser vî alî bixebitin.

Di kongreya 24’emîn a Enternasyonala Sosyalîst (ES) ya bi dirûşima “Ji bo enternasyonalîzmek nû û çandek nû ya piştevaniyê” di 30’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê de li Efrîkaya Başûr de pêk hat, BDP û partiyên din ên Kurd ên endamên ES’yê xwestin diyarkirina mafê çarenûsê yê neteweya Kurd di encamaneya kongreyê de cih bigirin. Ev yek jî bû sedema gotûbêjên germ.

Şandeya BDP’ê ya ji Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, Parlementer Nazmî Gur, Nunerê BDP’ê yê Ewropayê Eyûp Dorû û du nunerên Efrîkaya Başûr pêk dihat beşdarî kongreyê bûn.

Li gorî agahiyên Dorû dane, tenê heyeta CHP’ê li hemberî diyarkirina mafê çarenûsê yê Kurdan derketiye û dane diyarkirin ku dê ev yek li herêmê rê li ber pirsgirêkan vebike.

BILA HEMÛ PARTIYÊN SIYASÎ BÊ NASÎN

Pêşniyar ji aliyê endamên ES’yê BDP, Yekitiya Niştîmanî Kurdistan (YNK), PDK-Îran û Rêxistina Ciwanan a ES’yê ve hate pêşkêşkirin. Dorû diyar kir ku ji bilî CHP’ê tu kes li dijî vê pêşniyarê derneket û da zanîn ku ji bo qebûlkirina vê pêşniyarên partiyên Kurd heta dawî israr kirin. Ji YNK’ê Mele Bextiyar axaftinek kir û diyar kir ku diyarkirina mafê çarenûsê di Peymana Mafê Siyasî û Sivîl a NY’yê de heye û pêşniyarê parast.

Her çendî di dîtinê de tenê CHP’ê li hember derket, lê di encamnameyê de mafê diyarkirina çarenûsê yê Kurdan cih negirt. Di encamnameyê de hat gotin; “ Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe û hemû mafên Kurdan ên siyasî bêne nasîn, Enternasyonala Sosyalîst dê di asta NY û saziyên navneteweyî de hewl bide.”

ES, weke rêxistinek ne hukûmetî, di asta NY’yê de xwedî statuya “şêwirmendiyê” ye û di asta navneteweyî de bi gelek rêxistinên navneteweyî re dixebite.

KOMA XEBATÊ YA KURDAN ÇALAK BÛ

Di kongreyê de biryar hat dayîn ku Koma Kurdan a Xebatê bê çalakkirin. ES, di sala 1999’ê de koma xebatê ya Kurdan ava kiribû, lê piştî ku serokê ES yê ji Swêdê mir, kom careke din belav bibû.

Pêşniyarkirin çalakirina koma Kurdan ji aliyê partiyên Kurd ve hat kirin. Di 30’ê Tebaxê de, li bajarê Cape Town pêk hat de BDP’ê hevdîtinên girîng pêk anî. Roja 30’ê Tebaxê, pênçşemê BDP bi partiyên endamên ES û partiyên Kurd ên weke “vexwendî” beşdar bûn re li ser xwarinê hatin cem hev. Tevî BDP, YNK û PDK-Îran ên ku endamên tam ES ne, PDK (Başûrê Kurdistanê) ya ku vexwendî û Komala li hev civiyan.

Dorû destnîşan kir ku her çendî mafê Kurdan ê çarenûsê di encamnameyê de cih negirt jî, lê Koma Xebatê ya Kurdan dikare xebatên xwe yên ji bo vê yekê bidomîne.

BILA GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN KURD SERBEST BÊN BERDAN

Her wiha, di encamnameyê de hat xwestin ku girtiyên siyasî yên Kurd serbest bên berdan. Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak di roja dawî ya kongreyê de axivî û got; “Em weke BDP baweriyê bi siyaseta demokratîk û çareseriya aştiyane tînin. Pirsgirêka Kurd dikare bi rêbazên aştiyane û demokratîk were çareserkirin” û ev pêşniyar kir; “Pêwîste dawî li operasyonên li dijî siyaseta demokratîk ya Kurdan bînin; di serî de parlementer û şaredar, girtiyên polîtîk serbest bêne berdan. Divê dest ji polîtîkayên şer berdin û vegerin rêbazên muzakereyan. Pêwîste tecrîda li ser Birêz Ocalan yê ku di mijara çareseriyê de xwedî cihek girînge rabe. Pêwîste makezagonekî demokratîk, piranî were çêkirin û mafên Kurdan yên bingehîn bêxin bin ewlekariyê. Dîsa jî weke 6 parlementerên BDP’ê û ji partiyên din jî 3 parlementer girtî ne. Ev rewş li ser navê demokrasiyê şermeke. Pêwîste tavilê parlementerên girtî bêne berdan. Di vê civînê de em li bendê ne ku di van mijaran de bangek xurt bê kirin.”

JI KIŞANAK BANG PIŞTGIRIYA JI BO XWESERIYÊ

Di kongreyê de rewşa Kurdên li Sûriyeyê jî hatin gotûbêjkirin. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak got; “Em weke BDP, piştgirî didin vê polîtîkaya Kurdên li Sûriyeyê. Em bang li hemû welatên ku dixwazin li Sûriyeyê guhertinek demokratîk çêbibe û dixwazin têkilî bi Kurdên Sûriyeyê re deynin, piştgirî bidin. Li Sûriyeyê bi qewirandina Kurdan, mirov nikare li Sûriyeyê rejîmeke demokratîk ava bike. Em helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan a ku herêma xweser a Kurdan a li Bakûrê Sûriyeyê ji bo xwe weke “tehdît” dibîne, ne di cih de û çewt dibînin. Berevajiyê vê, divê Tirkiye jî bi nuneriyên van pêkhateyên siyasî diyalog deyne û piştgirî bide wan. Em polîtîkayên ji bo destwerdana leşkerî ya Tirkiye û hin hêzên navneteweyî yên li hemberî Sûriyeyê rast nabînin. Em di wê baweriyê de ne ku gel bi xwe der barê dahatûya xwe de biryara xwe bidin. Destwerdaneke leşkerî dê aloziyek mezin bi xwe re bîne. Em hêvîdar in ku di vê kongreyê de ji bo guhertina demokratîk a Sûriyeyê û mafê xweseriya Kurdan biryarek derbikeve.”

STATUYA BDP’Ê BILIND BÛ

Kongreya ES’ya ku ji partiyên sosyalîst, karker û sosyal-demokrat pêk tê, bi beşdariya 161 partî û rêxistinên siyasî yên ji her parzemînên cîhanê, pêk hat. Kongre her çar sal carekê kom dibe. Serokwezîr, serokdewlet, partiyên siyasî û rêberên partiyên endam beşdar dibin.

Di Kongreya 24’emîn a Enternasyonala Sosyalîst (Socialist International) a li Efrîkaya Başûr de, Serokkomarê Iraqê û rêberê YNK’ê Celal Talabanî bû alîkarî serokê giştî, Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî bû alîkarê serokê parzemîna Ewropayê. BDP jî gihişt statuya beriya endamtiya tam û hemû partiyên Kurd li hev civiyan, hewl dan ku koma xebatê ya Kurdan a di nava Enternasyonala Sosyalîst de ji nû ve aktîf bikin.

BDP, di kongreya beriya vê de weke “vexwendî”, di vê kongreyê de weke “çavdêr” beşdar bû û di vê kongreyê de gihişt statuyek nû. BDP’ê statuya “şêwir” ya beriya endamtiya tam bi dest xist û ji niha û pêve dema biryar hatin girtin, dê bi BDP’ê re jî bişêwirin. Lê BDP dixwaze di demek zû de bibe endamek tam. BDP dixwaze vê mijarê bîne rojeva civîna serokatiya konseya ES ya ku dê piştî heft mehên din bê lidarxistin.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî