1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Bila mamoste bên cem me'
'Bila mamoste bên cem me',bila,mamoste,bên,cem,me

'Bila mamoste bên cem me'

Mamosteya Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger Leyla Bagatir banga: "Werin di dibistanên azad de xebatên xwe bikin" li mamosteyên ji aliyê hikûmeta AKP' ê ve ji peywir hatîn dûrxistin kir.

A+ A-

Beriya 3 salan li Amed, Gever û Cizîrê ji aliyê saziyên Kurdan ve dibistanên bi zimanê Kurdî yên perwerdehiyê hatibûn vekirin. Di 3’emîn sala xwe de dibistanên azad amadekariyên sala nû ya perwerdehiyê temam kirin û dê di 26 ê îlonê de dest bi perwerdehiyê bikin. Mamosta Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li Rezan a Amedê perwerdehiyê bi zimanê Kurdî dide. Mamosta Leyla Bagatir da zanîn ku ew ji bo sala nû amade ne û bang li mamosteyên girêdayî Egîtîm Sen'ê yên ku ji kar hatin dûrxistin û bi zimanê Kurdî dikarin perwerdehiyê bidin, kir ku di sala nû de berê xwe bidin dibistanên azad û li wir dest bi perwerdehiya bi Kurdî bikin.


Bêjeyên Miftehî