'Bila nasnameya Kurd bê nasîn'
Ji 106 saziyan bo 'Bila nasnameya Kurd bê nasîn' piştgiriya tam
Perwer Yaş Berlîn - Hejmara sazî û rêxistinên piştgiriyê didin kampanyaya “Bila li Almanyayê Nasnameya Kurdan bê Nasîn” ya ji bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd ên Almanyayê (YEK-KOM) ve hat destpêkirin û encamên wê pêşkêşê Parlementoya Federala a Almanyayê hate kirin, gihişt 106’n. Meclîsa Federal a Alman bi awayeke fermî ragihand ku ew ê di 15’ê cotmehê de ji bo kampanyaya “Bila nasnameya Kurdan bê nasîn” rûniştinek meclîsê pêk bîne.
Kurdan di navbera 1-15’ê Îlona 2011 de di çarçoveya kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê nasîn” de li Almanyayê zêdetirê 50 hezar îmze kom kirin û ev yek ji bo çarenûsa milyonek Kurdên li Almanyayê xwedî girîngiyeke krîtîk e. Ev îmzeyên ku hatin berhevkirin, pêşkêşê Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal hate kirin, ji ber ku Kurdan di du hefteyan de ev qas îmze kom kirin, komîsyonê biryar da ku Meclîsa Federasl ji bo daxwaznameyên Kurdan rûniştinek taybet pêk bîne.
Meclîsa Federal bi awayeke fermî ragihand ku ew ê ji bo vê kampanyaya bi pêşengiya YEK-KOM’ê rûniştinek taybet pêk bînin. Di daxuyaniya di malpera meclîsê de hate dayîn de hate diyarkirin ku ew ê di 15’ê Cotmeha 2012 saet di 12.00 de ji bo kampanyaya “Bila nasnameya Kurdan li Almanyayê bê nasîn” rûniştinek taybet pêk bînin.
Dê parlementerên partiyên hevkarên hukûmetê CDU/CSU û FDP, û partiyên SPD, Kesk û Çegpiran jî beşdarî rûniştinê bibin û dê rûniştin bi awayeke zindî di kanala meclîsê de bê weşandin. Rûniştin dê bi axaftinên nunerên YEK-KOM’ê dest pê bike û tê payîn ku ji kabîneya hukûmeta Merkelê 4 wezîr jî amade bibin.
KOMÎTEYÊN EYALETAN TÊN SAZKIRIN
Ji bo 15’ê tenê çend hefte mane, saziyên ku beşdarî vê kampanyayê bûne, lez dan xebatên xwe. Heta niha li eyaletên Hamburg, Berlîn, Saksyona Jêrîn, Bremen û Ren Westifalya Bakûr (NRW) bi hemû Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê û komên penaberan re hevdîtin tên pêkanîn û komîteyên ji bo 15’ê cotmehê hatin avakirin.
Hate zanîn ku dê di van rojên pêş de xebatên bi heman armancê li herêmên başûrê Almanyayê bêne destpêkirin û ev komîteyên tên avakirin ji Serokatiya Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsê re dişînin û ji wana dixwazin piştgirî bidin kampanyaya Kurdan. Heta niha li Hamburgê 22, li Berlînê 21, li Saksonyaya JHêrîn 24, li Bremenê 11 sazî di nava van komîteyan de cih girtin.
Di dema destpêkirina kampanyayê de ev kampanya ji aliyê 40 saziyan ve hate destekkirin, lê niha hejmara saziyên piştgirî didin gihişt 106’an. Lê rayedarên kampanyayê dan zanîn ku hedefa wan ew e ku heta roja 15’ê cotmehê hejmara van saziyan bigihe 200’ê. Di kampanyaya ku ji aliyê saziyên Tirk, Asur, baweriyên Êzidî û Ewelî, kûlubeyên sporê, rêxistinên jin û civanan ve tê destekkirin de ev 12 daxwaz ji dewleta Almanyayê tên kirin:
1- Divê penaberên Kurd jî weke komên din ên penaberan bên nasîn û weke komên din ên penaberan bên dîtin.
2- Ji bo entegrasyona Kurdan bi civaka Alman re û ji bo piştgiriya çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê, divê qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin û di vê çarçoveyê de divê qedexe û zextên li ser saziyên Kurdan bên bidawîkirin.
3- Divê ji bo penanaber û koçberên Kurd, bi taybet jî ji bo jinên Kurd xizmetên piştevanî û piştgiriyê bên dayîn û meteryalên agahdarkirinê yên bi Kurdî bêne derxistin.
4-Divê Kurd weke zimanê zikmakî belavî hemû eyaletan bibe.
5-Ger navên Kurdî yên ji aliyê welatên Kurd jê hatine ve neyê erêkirin jî, divê bêne qebûlkirin
6- Divê di weşanên bi zimanê biyanî yên radyo û Tv yên raya giştî de bi awayeke wekhev nêzî Kurdî jî bibin.
7- Divê Cejna Newrozê di çarçoveya biryara UNESCO ya di 23’ê sibata 2010 de weke roja fermî ya bêhndanê were qebûlkirin.
8- Divê ji bo entegrasyonê di Konseya Piştevaniya Federal de nunerên Kurdan jî hebin.
9- Divê agahiyên siyasî û çandî bi zimanê zimakî Kurdî bêne belavkirin û weşandin.
10- Divê dawî li dersînorkirina Kurdên di nava siyasetê de çalak bê anîn û ji nû ve venêrîna li ser dosyayên Kurdên ku navê wan ê penahiyê hatiye qebûlkirin, bi dawî bibe.
11- Divê hukûmeta Federal ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aşitiyane çareser bike zêdetir hewl bide.
12- Kurd xwedî baweriyên olî yên cûda ye. Misilmantî, Êzidî, Elewîtî û Xrîsiyanî. Ji ber vê jî divê Kurd jî beşdarî Koma Xebatên Diyaloga ji bo Olan bibin.
ANF NEWS AGENCY