1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Bila parlamento biryara aştiyê bigire´
´Bila parlamento biryara aştiyê bigire´,bila,parlamento,biryara,aştiyê,bigire

´Bila parlamento biryara aştiyê bigire´

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, di civîna Koma BDP'ê de geşedanên pêvajoyê nirxand û xwest ji bo ev pêvajo bi erênî ber bi aştiyê ve pêş bikeve parlamento biryara aştiyê bigire û wiha got: "Di vê pêvajoya ku niqaşên çareseriya demokratîk tê kirin de hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih tînin, lê tenê hikûmet berpirsiyariya xwe bi cih nînin. Kişanak, ji bo 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî bang li hemû gelê kurd kir û xwest her kes tev li Meşa Amara bibe. Kişanak, da zanîn ku 4'ê Nîsanê destpêka Meşa Azadiyê ye û Gelê kurd Rojbûna Ocalan wekî Rojbûna xwe dibîne. Kişanak, bang li hemû beşên civakê kir û xwest tev li vê pêvajoya çareseriyê bibin.

Hevseroka Gişti ya BDP'ê Gultan Kişanak, di koma BDP'ê de li ser geşedanên hefteyê nirxandinên girîng kir. Kişanak, anî ziman ku ew bi fikar pêvajoyê dişopinin û wiha got: "Em li vir bang li hemû gelê Tirkiyeyê û gelê xwe dikin û dibêjin. Em li vir xwedî kijan agahî bin, hûn jî xwedî heman agahî ne. Em dixwazin ev pêvajo zelal û aşkere bi rêve biçe û pêş bikeve. Em niha di rêwîtiyek di nava demê dene. Ev rêwîtî hatiye destpêkirin. Ger ku her kes tev li vê rêwîtiyê bibe û xwe tev li vê pêvajoyê bikin û daxwazên xwe bînin ziman wê demê dê li gorî daxwaza me tevan bi encam bibe. Ji bo em bigêjin rawestgehek erênî divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê."

'Divê di komîsyona Mirovên Aqil de hestên edalet û wîjdana civakî serdest be'

Kişanak, bal kişand ser Komîsyona Mirovên Aqil û wiha berdewam kir: "Em dixwazin di vê pêvajoyêde li hevhatina civakî derxin. Em dixwazin her kesî ji vê pevajoyê razî bikin. Lê hikûmet dixwaze li gori xwe pêvajoyê bi rêve bibe. Lê li gorî me divê di nava Komîsyona Mirovên Aqil de hemû nûnerên beşên civakê hebin. Divê ji hemû beşên civakî, çandî, rêxistin, sazî, dezgeh û baweriyan di nava vê komîsyonê de cih bigirin. Divê di nava vê heyetê de hestê edaletê û wîjdan teqez hebe."

'Cihê edalet tune be aştî jî nabe'

Kişanak, detnîşan kir ku tiştên bingehîn ê aştiyê pêş bixe edalet e û wiha axivî: "Cihê ku edalet tune be mirov nikare behsa aştiyê bike. Ji bo vê yekê divê wîjdanê civakî û edalet esas bê girtin. Divê kesên di vê heyetê de cih bigiren kesên bê alî bin. Divê xwedî zanebûn û tecrûbe bin. Divê mînakên cîhanê û pêvajoyên cîhanê baş zanibin. " Kişanak, bang li nûnerên saziyên sivîl ên civakî, sendîka û rêxistinên demokratîk û aktîvîstên civakî, hiqûqas, zanyar û akademîsyenan kir û xwet di nava vê heyetê de cih bigirin. Dîsa xwest nûnertiya jinê bi vînek xurt tev li vê heyetê bibe. Kişanak, da zanîn ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyek mayinde divê bi tevlêbûnek mezin jin di nava heyetê de cih bigirin.

'Bila vê carê parlamento ne biryara şer biryara aştiyê bigire'

Kişanak, bibîr xist ku heyeta ku xebatê bimeşîne divê bê alî û serbixwe be û nekeve bin bandora tu kesî û wiha berdewam kir: "Li Meclisê niqaşek tê meşandin. Lê ev niqaş pir teng û lawaz in. Me bang li hemû nûnerên beşê civakê kir û xwet tev li vê pêvajoyê bikin. Di vê pêvajoyê de berpirsiyar dikeve ser Birêz Ocalan, KCK, saziyên sivîl ên civakî û rêxistinan. Lê hikûmet dibêje berpirsiyar nakeve ser parlamentoyê. Ev helwest nayê qebûl kirin. Li gorî me divê berî her tiştî parlamento berpirsiyarê bide ser xwe. Ger ku parlamento vîna gel temsil dike wê demê divê berpirsiyariya xwe bi cih bînin. heta niha gelek biryarên şer û teskereyên dervê sînor ji vê parlamentoyê derket. Lê em dixwazin tenê carekê be jî ji bo aştiyê biryar derkeve û parlamenter ji bo aştiyê destê xwe bilind bikin. Parlamento civakê temsil dike û divê li gorî daxwazên gel tev bigere. Ji ber vê yekê divê parlamento biryara aştiyê bigire. Heta niha li gelek welatên cihanê mînakên parlamentoyan hene û li gelek cihan parlamentoyan biryarên aştiyê girtine û di pêvajoya çareseriyê û aştiyê de cih girtine."

Kişanak, da zanîn ku dixwazin di nava parlamentoyê de komîsyonê ava bikin, dixwazin li derve komîsyona sivil ava bikin û hemû xwedî însîyatifên zagonî ne û xwest hemû partî ji bo avakirina komîsyona çareseriyê tev bigerin. Kişanak helwesta nişaşên der barê paşvekişandinê jî bi zimanekî hişk rexne kir û wiha got: "Pirsgirêk ne tenê çawa gerîlla derkevin derve ye. Pirsgirêk pêvajo bi tevahî ye. Dê çawa ev pêvajoya aştiyê pêş bikeve. Ji ber vê yekê peyvir û erk dikeve ser parlamentoyê. Lê mijarê tenê bi paşvekişandina gerîlla ve girê didin û niqaş û mijarê teng dikin.

'Ji hemû beşên civakê û saziyên demokratîk piştgirî heye'

Kişanak, da zanîn ku wan bi saziyên sivîl ên civakî, sendîka û rêxistinên demokratîk re hevdîtin pêk anîn û ji hemû beşên civakê piştgiriyek mezin girtine. Kişanak, da zanîn ku wan bi saziyên jinan re jî civîn pêk anîne û jin piştgiriyek mezin didin pêvajoyê û dixwazin bi vînek xurt û tevlêbûnek mezin beşdarî vê pêvajoyê bibin. Kişanak, da zanîn ku jinên ku di pêvajoya şer de êşên mezin û travmayên mezin dîtine dikarin di pêvajoya aştiyê de bibin aktorekî girîng û pêşeng. Kişanak, da zanîn ku wan bi saziyên elewiyan re jî civîn pêk anîn û dîtin ku hemû rêxistinên elewî ji bo aştî pêş bikeve û pirsgirêk çareser bibe piştgiriya tam didin.

Kişanak destnîşan kir ku Tirkiye ew vê pêvajoyê, wekî pêvajoya ku bi tevahê tê guhertin û dest bi pêngavek nû dike dibînin û wiha berdewam kir:" Em bi hemû beşên civakê ber bi pêngava nû ve gavan bavêjin wê demê em dê derbasî pêvajoya çareseriya demokratîk bibin. Ji bo vê yekê divê kesên tên înkarkirin, tunekirin, elewî, jin, hemû beşên saziyên sivîl, hemû kesên mafê wan tê binpêkirin di nava vê rêwîtiyê de cih bigirin. Em hemû beşan dawetî tevlêbûna pêvajoyê dikin. Baroyên Herêmê piştgiriya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin û xwest Yekîtiya Baroyên Tirkiyyê jî vê helwestê nîşan bidin.

Kişanak; Fikar jî hene û hêvî jî zêde ye

Kişanak, daxuyand ku wekî KCD û BDP ji bo çareserî pêş bikeve bi hemû beşên civakê re civînên xwe berdewam dikin û wiha got: "Fikarên hemû beşên civakê ji ber dubarebûnên berê ne û naxwazin şaşiyên berê û kêmasiyên berê dubare bibin û dîsa naxwazin pêvajoyên berê dubare bibin. Hemû kesên ku em bi wan re civînê pêk tînin, li gel fikarên xwe piştgiriyên xwe û daxwaza xwe ya aştî û azadiyê jî tînin ziman. Hem fikar hene û hem jî hêvî zêde ne. Kurd hem li Rojhilata Navîn û hem li Tirkiyeyê dixwazin di nava wekhevî û edaletê de azadiya xwe bijîn û aştiyek bi rûmet heq dikin û jiyanek azad heq dikin. Em dixwazin mafê wan ê rêxistinî bê mîsogerkirin. Em aştiyê dixwazin mafê xwe dixwazin. Em bi xwe xwe, hêza xwe ya rêxistinî û berxwedana xwe bawer dikin. Em fikarên derdor û beşên din bi wate dibînin. Em dibêjin ger ku em bi xwe bawer bin em dikarin pêşeroja xwe azad misoger bikin."

'Gelê kurd Birêz Ocalan weki Rêber qebûl dike'

Kişanak, li ser nêzîkatiya gelê kurd a li hemberî Ocalan jî rawestiya û got: "Weki tê zanîn ku 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Gelê kurd Birêz Ocalan wekî rêber qebûl dike. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê xwedî biryara herî xurt û aktorê herî xurt e. Ji bo vê yekê gelê kurd Birêz Ocalan weki Rêber qebûl dikin. Birêz Ocalan di Newroza 21'ê Adarê ya li Amedê de peyama aştiyê aşkere kir. Bi yek dengî her kesî peyama Birêz Ocalan erê kir. Ji ber vê yekê Meşa Amara û tevlêbûna pîrozbahya Rojbûna Birêz Ocalan girîg e"

'Kurd rojbûna Oclana wekî rojbûna xwe dibînin'

Kişanak, bilêv kir ku gelê kurd 4'ê Nisanê di şexsê Ocalan de wekî pîrozbahiya Rojbûna xwe qebûl dikin û wiha berdewam kir: "Ji bo vê yekê gelek watedar û girîng e. Ji bo vê yekê her sal berê xwe didin Amara û vê rojê pîroz drikin. Gelê ku ziman, nasname û nirxên wan hatin înkarkirin bi têkoşîna Birêz Ocalan ji nûve li ser koka xwe aj bû. Ji ber vê yekê gelê kurd di 4'ê Nîsanê de dixwazin tev lie Rojbûna Birêz Ocalan bibin. Em 4'ê Nîsanê pekî destpêka meşa Azadiyê dibînin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li vê Meşa destpêka Azadiyê bikin. Em û hemû gelê xwe dê di 4'ê Nîsanê de li Amara bin û em dê bi hevre kelecana aştî û azadiyê bi hevre bijîn.

'Divê di vê pêvajoyê de şer bi dawî bibe'

Kişanak, xwest ji bo ev pêvajo serkeftî pêş bikeve divê her kes li gotin, daxuyanî helwestên xwe baldar bin û destûr nedin ku zerarê bidin şikandina baweriya li hemberî hev. Kişanak, ji hikûmetê xwest ku di 4'ê Nîsanê de xwedî helwestek erênî be û wiha got: "Di sala 2009'an de Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan hatin qetilkirin. Hêj kujerê wan nehatine darizandin û nehatine cezakirin. Em hemû li wir bûn. Kuştina 2 mirovên me yên ciwan li ber çavên me pêk hatin. Kujeran bi zanebûn û aşkere ev kuştin pêk anîn. Van 2 ciwanan tu tundî pêk neanîn, lê li gel vê yekê kujeran bi bombeyên gazê ew kuştin. Em wan dîsa bibîr tînin. Dîsa 3 siyasetmedarên kurd li Parîsê hatin qetilkirin. Lê hêj cinayet ronî nebûye. Ger ku ev kuştin neyê ronîkirn û kujer neyên ronîkirin wê demê em dê vê kuştinê wekî tabotaşa aştiyê bibinin û Fransayê berpirsiyar bibînin. Em dizanin ku Fransa xwedî derffet û hêz e ku kujeran bibînin û kuştinê ronî bikin. 3 jinên kurd ên hatin kuştin welatiyên Tirkiyeyê ne. Ji ber vê yekê divê Tirkiye jî vê komkujiyê ronî bike. Berpirsiyar hikûmet û Wezîrê Karên Derve ye."

'Komên sorkirî êrîşî xwendekarên kurd dikin'

Kişanak, êrîşên li dijî xwendekarên kurd pêk tên jî rexne kir û da zanîn ku komên sorkirî êrîşan pêk tînin. Kişanak, daxuyand ku hikûmet li hemberî vê yekê tu tedbîran nastîne û wiha pêde çû: "Berpirsiyar hikûmet e. Hikûmet li zanîngehê ewlehiyê nastîne berpirsiyar hikûmet e. Divê pêvajoyê de divê em rê li pêş van êrîşên zerarê dide aştiyê bigirin."

Kişanak, bang li MHP'ê jî kir û xwest berpirsiyariya xwe ya li hemberî bûyerê zanîngehê pêk bîne û destûr nede pevçûnên li nava zanîngehê û got: "Em bang li hemû ciwanên xwe yên ku li zanîngehê dixwînin xwînsak tev bigerin. Em dixwazin di nava yekîtî û tifaqiyê de bin. Hem xwe biparêzin û hem aştiyê biparêzin."

Kişanak, salvegera komkujiya Kizildere jî bibîr anî. Kişanak hemû ciwanên ku wê demê jiyana xwe ji dest da bibîr anî û bang li hemû ciwanên Tirkiyeyê kir û xwest ji bo avakirina demokrasî û aştiyê milê xwe bidin hev û têkoşînê bidin.

Kişanak, Cejna Xirîstiyanan a Paskalyayê jî bibîr xist û pîroz kir û xwest ev cejn bibe wesîleya aştiyê.

(mae)