1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Bila parêzerên girtî serbest bên berdan´
´Bila parêzerên girtî serbest bên berdan´,bila,parêzerên,girtî,serbest,bên,berdan

´Bila parêzerên girtî serbest bên berdan´

Hezar û 67 parêzer: Bila parêzerên girtî serbest bên berdan

A+ A-

Li Stenbolê ji bo rûniştina doza der heqê parêzerên kurd de tenê çend roj man. Hezar û 67 parêzerên ku îlan dan rojnameyê jî xwestin parêzerên girtî serbest bên berdan.

Di rojên pêşiya me de li Stenbolê dê dozageke girîng bê dîtin. Rûniştina doza 36 parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên 22'yê Mijdara 2011'an di bin navê KCK'ê de hatin girtin, yek jê rojnameger 43 girtî bi tevahî 50 kesan de 16'yê Tîrmehê li 16'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê dê bê dîtin.

Ji bo parêzer bên girtin hezar û 67 parêzeran di rojnameyan de îlana bi sernivîsa; "Bila parêzerên girtî serbest bên berdan" hat weşandin. Îlan di rojnameyên wekî Cumhuriyet, Ozgur Gundem, Evrensel û Bîrgunê de hat weşandin. Rojnameya Haberturkê got; ew ê îlanê neweşînin, Rojnameya Tarafê hê bersiv nedaye parêzeran û Radîkalê jî bi hinceta ku nivîs gelekî dirêj e neweşand.

Di îlana ku navê hezar û 67 heye de wiha tê gotin: "22'yê Mijardara 2011'an bi destên Dadgehên bi Rayeya Taybet ên di bin siyas îxtîdarê de ne li dijî parêzeran êrîşeke mezin pêk hat. 41 parêzer der hiqûqî hatin binçavkirin û 36'ê wan hatin girtin. Bi vê êrîşê hedef kirin ku azadiya lêgerîna maf û mafê parastinê ji holê rakin. Piştî vê êrîşê doza der heqê hevpîşeyên me de hatiye vekirin 16/17/18'yê Tîrmeha 2012'an li 16'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê dê bê dîtin. Em wekî hezar û 67 parêzeran di wê baweriyê de ne ku mafê parastinê mafek e bingehîn e û dibêjin ku; bila hevpîşeyên me demildest serbest bên berdan, pêkûtiyên li hemberî azadî û serbixwebûna paratinê bidawî bibin.

(ak/mae)