´Bila pêvajo bi erênî bi encam bibe´
Dîlên di destê HPG’ê de: Em dixwazin pêvajo bi erênî bi encam bibe
ERDAL ER Peywirdar û leşkerên dîl ên di destê HPG’ê de diyar kirin ku rewşa wan a tenduristiyê baş e û xwestin ev pêvajo bi erênî bi dawî bibe. Dîlan xwestin hevdîtinên çareseriyê yên ku li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin, bi erênî bi encam bibin. Leşker û peywirdarên bang li rayedarên dewletê kirin û peyama “ji bo aşitiyê divê her kes tişta ku ji destê wan tên bikin, bila êdî xwîn nerjie” dan.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 23’yê sibatê bi duwemîn heyeta BDP’ê re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku di destê PKK’ê de jî girtî hene û bang li her du aliyan kir ku girtiyan serbest berdin. Rêveberiya KCK’ê bersiv da vê bangê. KCK’ê bi şandeya KCD-BDP’ê re li Qendîlê hevdîtin pêk anî û diyar kirin ku ew ê di nava hefteyek an jî 10 rojan de hemû leşker û peywirdarên dîl ên di destê HPG’ê de serbest berdin.
Di demek de ku serbestberdana leşker û peywirdarên dewletê yên di destê gerîlayan de tê gotûbêjkirin, rojnamevan Erdal Er li herêmên gerîlayan bi dîlên di destê HPG’ê de hevdîtin pêk anî û peyama ji Îmraliyê hat û hevdîtinên hatine destpêkirin ji wan pirsî.
Berbaz Abdullah Sopçeler û çawişê pispor Zihni Koç, 9’ê tîrmeha 2012 li navçeya Licê ya Amedê, berendamê qeymeqam Kenan Erenoglu 12’ê tebaxê li ser rêya Mûş-Pasûrê di encama kotrolkirina nasnameyan de ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatin binçavkirin û pitşre hatin girtin. Çawişê pispor Kemal Ekîncî 1’ê cotmehê li navenda Şirnexê, polîs Nadir Ozgen jî 10’ê îlonê li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê gerîyên HPG’ê ve hatibûn binçavkirin û paşê hatin girtin.
Leşker û peywirdarên dewletê yên di destê gerîlayan de têkildarê pêvajoyê rewşa xwe ya tenduristiyê wiha gotin:
KENAN ERENOGLU
Ez berendamê qeymeqam Kenan Erenoglû. Tebaxa 2011 li ser rêya Mûş û Amedê hatim girtin. Ji wê rojê heta îro li vir im.
Em baş in. Divê malbatên me bizanin. Tenê xwesteka me ev e. Ez baş im. Divê ew di vê pêvajoyê de hay ji xwe hebin. Keyfxweş bin. Bi ya Xwedê em ê di demeke kin de bigihin hev.
Em ji radyoyê dişopînin ku pêvajoya heye berdewam dike. Em hêvî dikin ku her tişt bi xêrê bin û bi awayeke guncaw bi dawî bibe.
ZÎHNÎ KOÇ
Ez Zîhnî Koç. Çawişê pispor im. Li ser rêya Amed-Licê beriya du salan hatim girtin. Niha li vir im. Ev du sal in em li vir in.
Rewşa min a tenduristiyê baş e. Ez pir baş im. Divê malbata min bizane.
Bila ew bizanin ku ez baş im. Ji wana hez dikim. Me di vê pêvajoyê de bêriya wan kir. Nêzî du sal in. Ji bilî wê tiştek din ku bêjim tune. Ez dibînim ku di vê pêvajoyê de ji hêzê dikevin, lê bila hay ji xwe hebin.
Em niha pêvajoyê ji radyoyê dişopînin, bi qasî ku em dişopînin, lê ez naxwazim zêde şîrove bikim, tenê dixwazim bi awayeke erênî bi encam bibe.
ABDULLAH SOPÇELER
Ez Abdullah Soçeler. 9’ê tîrmeha 2011 li ser rêya Amed-Licê hatim girtin. Nêzî 21 meh in ez li vir têm ragirtin. Rewşa min a tenduristiyê baş e. Tu pirsgirêkên cidî tune. Tişta ku dixwazim ji malbata xwe re bêjim ew e ku li xwe baldar bin, baş bin, keyfa xwe xweş bikin,..
Ez jî weke hevalên xwe dixwazim pêvajo bi awayeke baş bi encam bibe. Li ser xêrê be.
KEMAL EKÎCÎ
Ez Kemal Ekîcî. Li Şirnexê çawişê pispor bûm. Li Şirnexê li ber mala xwe hatim girtin. Nêzî 18 meh in ez li vir im.
Rewşa min a tenduristiyê baş e. Ji vir malbata xcwe silav dikim. Divê malbata min di vê pêvajoyê de li ser ligan be.
Em pêvajoyê ji radyoyê guhdar dikin. Çi dibe bila bibe, em ji Xwedê daxwaza xêrê dikin.
NADIR OZGEN
Ez Nadir Ozgen. Li navçeya Şaxê ya Wanê hatim girtin. Îlona 2012’ê hatim girtin. Ez li Şaxa Wanê polîs bûm. Rewşa min a tenduristiyê baş e. Ez dixwazim malbata min li ser ligan be. Bi qasî ku em ji radyyoyê guhdar dikin hêvîdar im dê bi xêr be, her tişt dê baş bibe û em li bendê ne ku pêvajo bi awayek baş bi encam bibe.
Sê leşkerên dîl ên di destê gerîlayan de jî wiha axivîn:
RAMAZAN BAŞAR
“Navê min Ramazan Başar. Ez ji Mêrdînê me. Li ser rêya Amed-Çewlikê hatim girtin. Rewşa me ya tenduristiyê baş e. Bila malbata min mereq neke. Em hêvîdar in ku em ê di demek zû de bigihin hev. Em nîqaşan ji radyoyê guhdar dikin. Hêvîdar im dê ev hevdîtin baş biçin.”
REŞAT ÇEÇAN
“Navê min Reşat Çeçen e. Ez ji navçeya Pirsûsa Rihayê me. 6’ê tebaxa 2012 li Amedê ji aliyê HPG’ê ve hatim giritn. Li vir bi qasî ku ji destê wan tê baş nêzî me dibin. Tu pirsgirêkên me tune. Rewşa me ya tenduristiyê baş e. Di her şert û mercan de dibin alîkar.
Li vir, tenê tengasiyeke me heye ew jî bêrîkirine , ev jî bi demê re diçe. Pirsgirêkên me tune, ji her kesî re silavan dişînim. Destê bav û dayika xwe maç dikim, hêvî dikim ku ew em demek beriya demekê bigihin hev. Bila êdî xwîn nerije em li dijî vê ne. Birayek min li çiyê ye. Birayê min gerîla û ez jî leşker im. Ger me di pevçûnekê de bên dijberê hev, an ew dê min an jî ez dê wî bikujim. Em dixwazin tştek wiha tune be. Bila êdî aşitî çêbibe. Em bang li gelê xwe dikin. Divê êdî aşitî beê. Ez li vir bang li rayedarên dewletê û rêxistina PKK’ê dikim. Bi qasî ku ji destê we tê ji bo aşitiyê hewl bidin.”
HADÎ GÎZLÎ
“Ez ji Wêranşarê me. Bi eslê xwe Ereb im. Tebaxa 2012 li navçeya Licê dîl hatim girtin. Niha di destê rêxistinê de me. Ji roja ku em hatin girtin û heta niha em li vir in.
Rewşa min a derûnî û fîzîkî baş e. Şikûr dikim ku heval (gerîla) baş nêzî me dibin. Rewşa me ya tenduristiyê baş e. Em spasiya wan û bijîşkên wan dikin.
Em hêvîdar in ku di demeke zû de bigihin malbatên xwe. Em hêvîdar in ku dê demek beriya demekê ev hesret bi dawî bibe.
Em hêvî dikin ku ev pêvajoy baş bimeşe. Bila ev xwîn raweste, çek bêdeng bibin, rehîne, her kes bila bigihin malbata xwe. Li cihê gerîla hene. Malbatên wan jî hene, dayik, bav, xwîşk-birayên wan jî hene. Em hêvî dikin aşitî çêbibe û her kes di nava aramiyê de bijî.”