1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Bila tecrîda li ser Ocalan bê rakirin"
"Bila tecrîda li ser Ocalan bê rakirin",bila,tecrîda,li,ser,ocalan,bê,rakirin

"Bila tecrîda li ser Ocalan bê rakirin"

TUHAD-FED: Bila tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bê rakirin

A+ A-

Nûneriya TUHAD-FED'a Enqereyê bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwest demeke ji ya din zûtir tecrîd bê rakirin, heyeteke tenduristiyê bê sazkirin û li ser şert û mercên Ocalan lê dimîne raporek bê amadekirin.

Nûneriya TUHAD-FED'a Enqereyê li ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan civîna çapemeniyê lidar xist. Di civîna ku li salona civînê ya avahiya TUHAD-FED'ê hat lidar xistin de pankarta li ser; "Ji bo girtiyên nexweş azadî, ji tecrîdê re na" nivîsandî hat daliqandin. Tevî endamên TUHAD-FED'ê, Hevserokên BDP'a Enqereyê Ahmet Aday, Meral Veranok û rêvebirên bajêr û navçeyan tevlî civînê bûn. Nûnera TUHAD-FED'ê Havva Ozcan daxuyanî da û got; "Girtîgeh veguherîne navendên mirovan teslîm digirin. Polîtîkaya hikûmeta AKP'ê ya li ser girtîgehan ji pêkanînên 12'yê îlonê derbas kiriye." Ozcan diyar kir ku Tirkiye li gorî peymana navnetewî ya wî bixwe îmze kiriye tev nagere û wiha axivî: "Helwesta dewletê ya li hemberî girtî û hikûmxwaran afirandina mirovên mirî ye. Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe. Du roj beriya niha li girtîgeha Tîpa E'ya Mûşê Serokê BDP'a Lîzê Aydin Kaya jiyana xwe jidest da. Tecrîda li ser girtî û hikûmxwaran pêk tê Guantanamoyê li pey xwe dihêle. Lewma em banga bihîstiyariyê li raya giştî û çapemeniyê dikin."

‘Divê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bê rakirin’

Ozcan anî ziman ku polîtîkaya tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Em vê polîtîkaya îzolasyon û tecrîdê qebûl nakin. Polîtîkaya tecrîda girankirî di kesayeta Birêz Abdullah Ocalan de li ser hemû hilbijêr, sazî, nûner û girtiyên li girtîgehên din tê pêkanîn. Em polîtîkaya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî girtîgehan, pêla binçavkirin û girtinan şermezar dikin. Em dixwazin demeke tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji ya din zûtir bê rakirin, heyeteke serbixwe ya tenduristiyê bê sazkirin û li ser şert û mercên Ocalan lê dimîne raporek bê amadekirin û vê raporê bi raya giştî re bê parvekirin.

(ak)