1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe,bila,tecrîda,li,îmraliyê,bi,dawî,bibe

Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe

A+ A-

MÊRSÎN (DÎHA) - Malbata girtiyê siyasî Nasrullah Kuran yê ji bo peyvira sekreteryaya Îmraliyê çû Girtîgeha Îmraliyê, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Îmraliyê tê meşandin ne hiqûqî û zagonî ye û xwest ev tecrîd bi lezgîn bi dawî bibe.

Di 16'ê Adara 2015'an de bi armanca peyvira sekreteryayê 5 girtiyên siyasî şandin Girtîgeha Îmraliyê cem Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Di nava girtiyên siyasî de girtiyê siyasî Nasrullah Kuran jî hebû. Lê ji ber ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, li ser girtiyên siyasî jî tecrîd tê meşandin. Dayika Nasrullah Kuran, Kadriye Kuran, diyar kir ku ji roja kurê wê çûye Îmraliyê heta niha hevdîtin nekiriye û wiha got: "Bi carekê be jî min nekarî biçim hevdîtina kurê xwe." Kuran, da zanîn ku ji bo bi kurê xwe re hevdîtin bikin 3 caran daxwazname nivîsandine, lê her dem daxwaznameya wê bê bersîv maye. Dayik Kuran, anî ziman ku ne dikare bi riya telefonê û ne jî dikare bi riya nameyan agahiyê ji kurê xwe bigire û kurê wê di bin tecrîdê de ye."

'Çi bikin nikarin kurê min biguherînin'

Dayik Kuran, da zanîn ku ew xwe navêje dexlê Tayyip Erdogan û Wezaretê Dadê û rayedarên dewletê çi bikin bila bikin dê nikaribin fikr û helwesta kurê wê biguherînin û wiha got: "Kurê min fedaiyê Serok e. Me heta niha gelek zarokên xwe di vê rêyê de. Hewce be bila ev kurê min jî fedaiyê Serok be. Bila hemû mal û milkê me fedaiyê Serok be."

'Ji ber geşedanên siyasî tecrîd heye'

Birayê Nasrullah Kuran Prz. Bedri Kuran jî wiha got: "Armanca şandina birayê min û girtiyên din ên siyasî, ji bo peyvira sekreteryayê pêk bînin bû. Lê piştî birayê min û girtiyên din şandin Îmraliyê ji ber geşedanên siyasî heta niha em qet nikarin biçin hevdîtinê. Heta niha malbatê carekê jî hevdîtin nekiriye. Her dem bi hincetên 'Muxalefet heye,. keştî xerabe ye û hincetên wekî din' destûr nadin ku malbat biçe hevdîtina girtiyan. Nameya ku dayika min şand jî, ji aliyê rayedarên girtîgehê ve hat desteserkirin."

‘Tecrîda li ser girtiyan û Ocalan girêdayî hev e'

Prz. Bedrî Kuran, da zanîn ku tecrîda li ser girtiyên siyasî tê meşandin ji tecrîda li ser Ocalan tê meşandin ne cuda ye û wiha berdewam kir: "Tecrîda li ser girtiyên siyasî û Ocalan a li Îmraliyê tê meşandin bi hevve girêdayî ye. Ji sala 1999'an heta niha Îmralî di bin tecrîda taybet de tê girtin. Di serî de jî dijhiqûqî û dijdemokratîkbûn hebûn, lê niha bêhiqûqî hîn zêdetir e. Dewlet bi hincetên dijhiqûqî hevdîtinê asteng dike. Raste rast dibêjin em mafê we nas nakin û we nas nakin. Her çend mafê malbat û parêzeran hebe jî ev mafê wan bi awayekî keyfî tê binpêkirin. Armanca şandina birayê min û girtiyên din a Îmraliyê ji bo di muzakereyan de peyvira sekreteryayê bikin bû. Lê piştî girtiyên siyasî hatin şandin û geşedanên siyasî hatin guhertin êdî li ser Îmraliyê tecrîdek tê meşandin û malbat û parêzer nikarin biçin Îmraliyê."

Kuran, destnîşan kir ku bi taybetî piştî Rêberê PKK'ê Ocalan projeya HDP'ê pêş xist û şûnde û HDP wekî partiyê ket meclîsê niha hevdîtinê wekî şantajê li dijî HDP’ê bikar tînin."

(mae)