1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Bila Tirkiye dest ji planên li dijî gelan berde'
'Bila Tirkiye dest ji planên li dijî gelan berde',bila,tirkiye,dest,ji,planên,li,dijî,gelan,berde

'Bila Tirkiye dest ji planên li dijî gelan berde'

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Kordînasyona Giştî ya serokatiya hikûmetên herêmên Rojavayê Kurdistanê bang li civaka navnetewî kir ku zextê li rêveberiya dewleta Tirk bike da ku dest ji hemû planên xwe yên li dijî gelan berde û got: "Dewleta Tirk hê jî xwediyê helwestên xwe yê dijberî pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê ye."

Derbarê helwestên dewleta Tirk ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, Kordînasyona Giştî ya Serokatiya Hikûmetên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên hersê herêmên Rojavayê Kurdistanê (Cizîr, Kobanê û Efrîn) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Berxwedana lehengî ya Kobanê derbasî roja xwe ya 40'î bû û hê jî qehremaniya Yekîneyên Parastina Gel li hemberî hêzên tarî yên DAIŞ'ê ku alîkariya çek û locostîk bi awayekî mezin jêre tê kirin, didome. Kobanê bûye sembola tekoşîna mirovahî, niştîmanî û Kurdistanî. Vê yekê dengeyên civaka navnetewî guhert. Kobanê gaveke bi bandor avêt û serkeftineke niştîmanî û netewî pêk anî."

Di daxuyaniya kordînasyona giştî de hat diyarkirin ku tevî efsaneyên qehremaniyê yên hêzên YPG/YPJ'ê û berxwedana bêhempa jî, hêzên dijberî mafên gelan planên xwe yên dijatiya destkeftiyên gelê Rojava bi taybet piştî hevpeymana Duhokê ya di navbera hêzên kurdî de, didomînin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat ziman: "Tevî xweragirî û berxwedana qehremanî ya Kobanê û piştgiriya civaka navnetewî bi riya êrîşên hewayî pêre jî xuyaye ku rêveberiya dewleta Tirk dest ji helwestên xwe yên dijatiya pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê bernedaye.

Di daxuyaniya kordînasyonê de hat gotin ku helwestên dewleta Tirk ên li dijî hin hêz û partiyên siyasî yên bingehîn ên Rêveberiya Xweser ne li gorî helwesta Koalîsyona Navnetewî ye û hat zanîn ku divyabû Tirkiye jî parçeyek ji koalîsyona baya û xwedî heman helwestê baya.

Di dawiya daxuyaniyê de Kordînasyona Giştî ya Serokatiya Hikûmetên Herêmên Rojavayê Kurdistanê bang li civaka navnetewî û hemû hêz û rêxistinên mirovî kir ku pêwîste zextê li rêveberiya dewleta Tirk bike da ku dest ji planên xwe yên li dijî berjewendî û armaniya gelên herêmê, berde.

(he)