1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Bila tu alî keysbaziyê bi buyera Amûdê nekin’
‘Bila tu alî keysbaziyê bi buyera Amûdê nekin’,bila,tu,alî,keysbaziyê,bi,buyera,amûdê,nekin

‘Bila tu alî keysbaziyê bi buyera Amûdê nekin’

A+ A-

ANHA - AMÛDÊ- Serokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bang li hemû hêzên siyasî û kesayetên welatparêz kir ku hevgirtina xwe li hemberî metirsiya li dijî gelê Kurd xurt bikin û keysbaziyê derbarê buyera Amûdê de li gor berjewendiyên partiyên xwe nekin. Serokatiyê diyar kir ku lidarxistina merasîmên bîranînê li dijî hêzên derve ku dest avêtine kurdan tên kirin û ji hemûyan xwest ku bi bangên tevliheviyê “Bîranîna buyera Amûdê” neyên xapandin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gelê Kurd li gel hemû pêkhateyên herêmê di demên dijwar re derbas dibe. êrîşên rasterast û ambargoyeke hişk li dijî destkeftî û vîna gel tên meşandin. Ji ber vê yekê em bang li hemû hêzên siyasî û kesayetên welatparêz dikin ku hevgirtina xwe xurt bikin û nakokiyên di navbera xwe de bidin aliyekî. Her wiha keysbaziyê derbarê buyera Amûdê de li gorî berjewendiyên partiyên xwe û ajandeyên derve nekin. Tova dijminahiyê di navbera welatiyên heman bajarî de neçînin. Ev bangên ji bo ‘bîranîna buyera Amûdê’ tu carî nakeve xizmeta gel û tenê xizmeta dijminên kurdan dike.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Lidarxistina merasîmên bîranînê li dijî hêzên derve, wekî bîranîna komkujiya Helepçe, Enfal, Sînema Amûdê, 12 Adarê, komkujiya Tilêliyê û hwd... ku dest avêtine kurdan tên kirin û ji bo buyereke wekî buyera sala borî ku armanca wê tevliheviya di navbera şêniyên heman bajarî de bû, nayê bibîranîn.”

Di daxuyaniyê de wiha hate xuyakirin: “Dijminên kurdan gelek buyerên tevliheviyê di navbera hêzên welatparêz ên Kurd de derxistin û ji herdu aliyan gelek şehîd ketin, lê tu carî buyerên bi vî rengî nehatin bibîr anîn. Ji ber ku helwesta bîranînê dijminahiyê nû dike. Em di vê demê de pêdiviya me ji her demê bêtir bi yekîtiyê heye da ku em karibin komplo û pilanên li dijî destkeftiyên şoreşa gel vala derxistin.”

Di daxuyaniyê de wiha tê bibîr xistin: “Gelek buyerên wekî komkujiyên qirêj ji aliyê dijminên kurdan ve derheqê gel pêk hatine, pêwîste ev komkujiyên dijminan bêne bibîranîn. Ji ber vê yekê û ji ber berpirsiyariya li hemberî gelê Kurd bi taybet û hemû pêkhateyên herêmê, em careke din bang li hemû welatiyan û hêzên siyasî dikin ku bi zanebûn tevbigerin û derbarê bangên tevliheviyê ‘Bîranîna buyera Amûdê’ neyên xopandin û êşa gelê Kurd zêde nekin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku pêwîste hemû alî destên xwe bidin hev û hemû pilanên aliyên ku dixwazin tevliheviyê derbixin derbikevin û li hemberî hemû êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê berxwedana xwe bihêztir bikin.

(jh)