'Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin'
Li 4 bajaran çalakiya 'Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin' hate lidarxistin
Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Îzmir Êlih û Rihayê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên şeniyê pêk anîn. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di vê çalakiyê de helwesta hikûmetê ya li hemberî kurdan şermezar kir û xwest operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan, bi boneya "Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 199'an de disa li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu li hev kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiya ÎHD'ê de rêveberên ÎHD, Înîsiyatifa Dakiyên Aştiyê, MEYA-DER, TUHAD-FED û KESK'ê û gelek kesên din amade bûn. Derhênerê fîlmê "Simurg" Ruhî Karadag û gelek kesên ddin tev li çalakiyê bûn û çalakiya rûniştinê pêik anîn. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku 199 hefte ne ji bo winda bêndîtin û kujer bên darizandin çalakiyan pêk tînin, lê hikûmet û dewlet li hemberî daxwazên wan bêdeng dimînin. Em doz didin dayika Berfo ku abûbeta kurê wê ronî bikin û bibînin. Daylika Berfo niha di komayê de ye. Lê em soz didin wê ku em çavêwê li paş nehêlin. Daxwaza dayika Berfo ya dawî 'Heta ku kurê min hate dîtin min defin bikin' e. Ev êşek pir mezin e." Bilîcî, destnîşan kir ku ew dê şopdarên daxwaz û têkoşîna malbatan bin û heta winda bên dîtin dê têkoşina malbatan bidomînin.
Çîroka Lutfiye Kaçar hate vegotin
Piştre Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdusselam Înceoren, çîroka Lutfiye Kaçar a di 5'ê Cotmeha 1994'an de li Stenbolê hate binçavkirin û hate windakirin vegot. Înceoren, anî ziman ku Kaçar bi nasnameya xwe ya sosyalîst dihat nasîn û wiha got:"Polîsan li malbatê geriyan û gotin niha Lutfiye Kaçar di destê me deye û em wê davên askiyê. Dê sibê bedena wê bê perçekirin û werin wê bibin. Me serîlmi Şaxa ÎHD'ê û hemû mercên din dan. lê me tu encam bi dest nexist.
Piştî daxuyanyiyê çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windrayan li Êlihê jî li Kolana Gulistanê kom bûn û di hefteya 199'an de çalakiyên xwe berdewam kirin. Di çalakiye de Parlementera BDP'ê ya Ameyê Ayla Akat, endam û rêveberên BDP'ê, nûnerên ÎHD'ê, Serokê Şaxa ÎHD'ê Osman Kunteş û gelek kesên din amade bûn. Kunteş, Parlamantera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, diyar kir ku li Êlihê li her mal û kolanekê winda hene û wiha got: "Li vî welatî tiştê herî zahmet têkoşina demokrasiyê ye." Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
RIHA
Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê jî bi heman armance di hefteya 49'an de li hev kom bûn û çalakî pêk anîn. Koma li ber Navenda Kargeriya Karakoyunê kom bûn daxuyanî dan û xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Serokê Şaşa ÎHD'ê ya Êlihê Cemal Babaoglu axaftin kir û xwest êdî aqûbeta windayan bê ronikirin û hesap bêpirsîn.
ÎZMÎR
Li Îzmirê jî bi heman armancê xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê ya Îzmirê li Parka Sumerbankê daxuyanî dan û xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Serokê Şaxa ÎHD'ê Adnan Kaya, jî bertekên xwe yên li hemberî hikûmetê anîn ziman û xwest êdî hesap blê pirsîn û winda bên dîtin. Piştî daxuyaniyê Çîroka Alî Îhsan Dagli ya ku di 14'ê Nîsana 1995'an de li Gundê Eşme yê Farqîna Amedê hate revandin û windakirin hate vegotin.
DİHA