Bilançoya şer û pevçûnên meha tîrmehê
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di meha tîrmehê de 831 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin, 703 kelaşnîkof, 70 BKC, 283 roket, 15 doçka, 6 tang, panzerek û 28 tirimpêlên leşkerî hatine desteserkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyek ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin, bîlançoya şer û pevçûnên meha tîrmehê eşkere kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di meha tîrmehê de 831 çete hatine kuştin, 679 cenazeyên çeteyan û hejmarek zêde ya çek û cebilxaneyan ketiye destê YPG’ê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di van pevçûnan de 71 şervanên YPG/YPJ’ê, Hêzên Parastina Cewherî, Hêzên Erka Xweparastinê, Asayîş û Artêşa Azad jiyana xwe ji dest dane.
Bîlançoya şer û pevçûnên meha tîrmehê wiha ye:
Bîlançoya Meha Tîrmeh 2015 Çalakî û operesiyonê ku hêzên me pêkanîne 62 Pevçûn û temasên hêzên me ketinê 122 Çalakiyên encamê wan ne diyar 52 Êrîşên intharî yên bi wesayîtên bombe barkirî 39 Hejmara kuştiyên çeteyan 831 Hejmara termên çeteyan yên ketine destê hêzên me 679 Hejmara çeteyên ku dîl hatina girtin 2 Amûr û çekên hatine rûxandin 17 maşîneyên leşkerî,2 minibus,2 kamyon,1maşîneyê 23,5 mm dokça barkirî,32 maşîneyê bombe barkirî,3 kamyonên cebilxane barkirî, 2 panzer,1 tank,12 motorsiklet Amûr û çekên leşkerî yê ketine destê hêzên me 703 kleş,112.100 mermî û 1129 jarjor, 70 BKC, 60.780 mermî û 6 namluyên yêdek,51 B-7(bisving) û 283 roket,36 çifte û 300 fîşek,5 M16, 5 çeka sekvanî karnas,1 çeka sekvanî şiyar,10 bruno, 4 tabanca,2 uzi,382 bombayê dest,40 bombayê bi dest çêkirî,150 mayin,319 mayınên bi dest çêkirî,2 dûrbîna şev,15 dûrbîna roj,5 termal,12 bêtêl,2 rextê întiharî,188 rext,2 rêxtên pola,1 rûpûşa gazê ,10 bombaya gazê,1 makîna fotoğrafê,19 telefon,1 GPS,1 santrala bêtêl15 doçka 12,5 mm ,2000 mermi,6 doçka 14,5 mm,1900 mermi,780 mermiyê doçka 23,5 mm,1 hawana cehennemê û 100 gulle,6 hawanê 60 mm 63 güllesi,37 hawan 82 mm,2 hawanê 120 mm û 521 gulle,1 hawanê 220 mm,4 katuşa û 15 mermî,5 füze û 3 roketê fuzeyê,1 obusa bi dest çêkirî,21 SPG-9(espiçino),1 gulleyê tangê 28 maşîneyê leşkerî,1 maşîneyê bomba barkirî,6 Tang,1 panzêr,1 hammer,1 kamyonet,6 motorsiklet .
Şehîdên me 71 (64 YPG-YPJ, 2 Artêşa Azad, 2 HPC, 1 Asayiş, 2 Erka xwe parastinê) (aq)