Binpêkirin zêdetir bûn!
Binpêkirina mafan li girtîgehena di Tîrmehê de zêdetir bû
Binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan, di meha Tîrmehê de zêdetir bû. Name, pirtûk, gore, kovar bi awayekî keyfî tê desteserkirin. Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Tekîrdag pirtûk û kovar tên desteserkirin. Li Girtîgeha Kirikkale ji pirtûk û kovar nayên dayîn.
Piştî komkujiya li Rihayê pêk hat û 13 kesan di şewata qoxuşê de jiyana xwe ji dest dan, li girtîgehên din jî serhildan derketin. Ji ber ku mafê girtiyan tê binpêkirin û daxwazên wan nayên cih, girtî li mafê xwe digerin. Lê li hemberî lêgerîna mafan zext û zordariya li ser girtiyan jî zêde dibin. Bi hinceta dê çalakiyê pêk bînin û şewatê derxin pirtûk, kovar û nameyan nadin girtiyan. Mafê girtiyan ê ragihandin û telefonê tê astengkirin û gelek mafê wan ê civakî û çandî tê astengkirin. Mafê wan ê sohbeta saetekê jî tê astengkirin.
Bi hinceta 'Ragihandina rêxistinî' tê astengkirin
Platforma Têkoşîna li Dijî Tecrîdê, li ser nameyên girtiyên ji Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1-2 a Tekîrdagê, Girtîgehên Kirikkale, Sîncan, Gebze ji wan re hate şandin raporek amade kir. Platformê di raporê de diyar kir ku li gorî nameyên Serdar Karaçelik, Mehmet Akdemîr, Nedîm Ozturk, Kenan Gunyel, Oktay Kelebek ku ji Tekikdarê ji wan re şandiye diyar kirine ku nameyên wan bi hinceta "Ragihandina rêxistinî" tên astengkirin û mafê wan ê ragihandinê tê astengkirin.
Platformê da zanîn ku li Kirikkaleyê li şûna girtî hefteyê 10 kes 10 saetan hev bibînin û sohbet bikin tenê 6 saetan dikarin hev bibînin. Platformê anîn ziman ku girtiyan bi dehan caran bi daxwaznameyan serî li rayedaran dane, lê bê bersîv maye.
'Gore, name û pirtûk qedexe ne'
Platformê di raporê de anî ziman ku li Girtîgeha Tipa F a Hêjmar 2 a Tekîrdagê jî gora bi kargoyê ji Hakan Karabey re hatiye şandin nedane wî. Platformê da zanîn ku rayedarên girtîgehê saksiya kulîlkê û tavên gulan ên ji Fatîh Ozgur Aydin re hatine şandin desteser kirine. Platformê bal kişand ser girtîgeha Sincanê jî û anî ziman ku hemû mafê wan ê mirovane tê binpê kirin.
Platformê da zanîn ku li Girtîgeha Gebze ya Jinan, girtiyên jin navê 3 kesan ji bo ziyaretvan dane, lê bi mehan ev kes rastî lêpirsînê hatine.
(mae)