"binpêkirina mafan jî zêde bû"
Turkdogan: Bi geşkirina şer re binpêkirina mafan jî zêde bû
Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Giştî Ozturk Turkdogan, diyar kir ku ji ber pirsgireka kurd nayê çareserkirin şer zêde bûye û bi zêdebûna şer re binpêkirina mafan jî zêde bûye. Turkdogan, da zanîn ku ev rewş ber bi başbûnê ve naçe û divê bi lezgîn aqil û wijdan têkeve dewrê. Turkdogan da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin rê li pêşiya diyalogê û muzakereyan digire.
Li Tirkiyeyê piştî demsala buharê operasyon û şer zêde bûn. Bi zêdebûna operasyonan û şer re, binpêkirina mafan jî zêde bû. Her çend hikûmetê got "Demokrasiya pêşketî" jî operasyonên siyasî hatin lidarxistin, siyasetmedar hatin girtin, operasyonên leşkerî zêde bûn. Bi zêdebûna operasyonên siyasî û lekerî re kuştin, girtin û şer jî zêde bû. Bi zêdebûna şer re binpêkirina mafên mirovan jî zêde bû. Der barê geşedanên dawî de Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Giştî Ozturk Turkdogan, nerînên xwe anîn ziman û diyar kir ku ji ber pirsgireka kurd nayê çareserkirin şer zêde bûye û bi zêdebûna şer re binpêkirina mafan jî zêde bûye. Turkdogan, da zanîn ku ev rewş ber bi başbûnê ve naçe û divê bi lezgîn aqil û wijdan têkeve dewrê. Turkdogan da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin rê li pêşiya diyalogê û muzakereyan digire."
Turkdogan, da zanîn ku ji ber serdestiya siyasetê pirsgirêka kurd înkar dike qemgîn dibin û wiha axivî: "Ev polîtîkayên ku hikûmeta AKP'ê dimeşîne, pirsgirêkê çareser nakin. Pêkanînên Wezîrê Karên Hundir zêdetir ji aliyê MHP'ê ve tên parastin û dikevin meriyetê.
‘Hikûmet pêdiviyê bi polîtîkayên tundiyê dibîne'
Turkdogan, da zanîn ku di demên dawî de dîsa kuştinen kujer nediyar zêde bûne û wiha got: "Li Enqereyê ciwanek bi hinceta li hişyariya polîsan a "Raweste" guhdar nekiriye hate kuştin. Kujer nehat binçavkirin jî. Şer, tundî û binpêkirina mafan seranserî hev pêş dikevin. Îşkence zêde dibe. Serokwezîr Erdogan li Sedat Selîm Ay xwedi derket û kir Cigirê Midurê TEM'ê yê Stenbolê. Ev xuya dike ku pêdiviya Erdogan ji polîtikayên tundî û îşkenceyê hene. Ev mirovan dixe nava fikaran."
‘Serokwezîr makeqanûn îhlal kir'
Turkdogan, da zanin ku ew naxwazin bûyerê salên 90’an dubare bibin û wiha berdewam kir: "Daxuyaniyên hikûmetê yên ku BDP’ê dike hedef, pir dilêş û bi fikar in. Ev daxuyanî xuya dike ku hikûmte û daraz bi hevkariya hev xebatê dikin. Hikûmet û Erdogan dibêjin me ferman da darazê û meclisê û dê tiştên pêwist bikin."
‘Li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bû'
Turkdogan, da zanîn ku li girtîgehan binpêkirina mafan gelek zede bûye êdî gelek girtî ji herêmê sirgûnî Karadenîz û Egeyê tên kirin û wiha got: "Dema girti tên sirgûnkirin rastî binpêkirina mafan tên. Mirovên tên sirgûn kirin rastî tazîkirinê tên. Rasti lêdan û lêgerina dijwar tên."
‘Tirkiye ber bi başiyê ve naçe'
Turkdogan, da zaîn ku dema ew li geşedanên li Tirkiyeyê dinerin dibînin ku peşeroja Tirkiyeyê ber bi başiyê ve naçe. Turkdogan xwest hikûmet van rastiyên li Tirkiyeye pêş dikeve bibîne û êdî dest ji polîtikayên tundiyê berde. Turkdogan xwest edî hikûmet dest ji van gotinên xwe yên hişk û aloziyê berde û gavên çareseriyê bavêje.
‘Tecrîda li ser Ocalan giran bibe çareseri û diyalog pêş nakeve'
Turkdogan, bal kişand ser tecrîda ku salek û nêzî 2 mehanin li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û da zanîn ku heta tecrîd bidome diyalog û muzakere pêş nakeve. Turdogan xwest berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe û rêya diyalog û muzakereyan vebe û êdî pirsgirêka kurd bi diyalog û muzakereyan çareser bibe.
(mae)