1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Binçavkirina Aygun rojev serûbin kir
Binçavkirina Aygun rojev serûbin kir,binçavkirina,aygun,rojev,serûbin,kir

Binçavkirina Aygun rojev serûbin kir

Gerîlayên HPG’ê şevê din Parlementerê CHP’ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun binçav kirin

A+ A-

Gerîlayên HPG’ê şevê din Parlementerê CHP’ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun binçav kirin. Ev bûyer di carekê de rojeva Tirkiyeyê serûbin kir. Ev demek dirêj e ku gerîlayên Kurd li eraziyên Bakûrê Kurdistanê kontrola xwe zêde kiriye, lê hukûmeta AKP’ê vê yekê înkar dike, piştî ku parlementerek hat binçavkirin, êdî AKP neçar ma ku daxuyanî bide.

Di saetên danê êvarê de, Parlementerê CHP’ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun gava vedigeriya navenda bajêr, ji aliyê gerîlayan ve hate binçavkirin. Gerîlayan şêwirmendê Aygun Denîz Tunç û rojnamevan Kadîr Merkît serbest berdan. Hat ragihandin ku du gerîlayan Aygun ber bi cihên daristanî ve birin.

Piştî ku şêwirmend Tunc û rojnamevan Merkît hatin navenda bajêr û agahî dan rayedaran bûyer hate bihîstin.

PARLEMENTERÊN CHP’Ê LI DÊRSIMÊ NE

Ev nûçe weke bombeyekê ket rojeva Tirkiyeyê. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got “Em li benda van tiştan bûn” û CHP’ê jî piştî bûyerê rêveberiya xwe civand. Her wiha bi awayeke lezgîn 5 parlementerên xwe şand Dêrsimê.

Parlementerên CHP’ê Levent Gok diyar kir ku yekem car e bûyerek wiha diqewime û û got ku ew Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ew peywirdar kirine û şandine Dêrsimê. Gok got; “Ger ewlekariya parlementerek neyê pêkanîn, êdî ne gengaz e ewlehiya can a bi milyonan mirovên me mabe û ne jî azadiya gerê maye. Ev bûyer divê bi awayeke kûrahî were lêkolînkirin. Mirov ji vir dibîne ku AKP’ê Tirkiyeyê anîye çi rewşê.

Parlementerên ku bi rêya bejahî çûn Dêrsimê, tê payîn ku îro daxuyaniyek bidin.

ERDOGAN:EM LI BENDA TIŞTÊN WIHA BÛN

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogoan daxuyaniyek balkêş da û got; “Em li benda tiştên wiha bûn” û wiha domand; “Wezareta Navxweyî ya me mijarê dişopîne. Tê gotin ku 3 kes in. Du kes serbest berdane, lê Huseyîn beg revandine. Hemû hêzên me yên ewlekariyê dişopînin. Hêvîdar in ku dê di demek kin de bên girtin an jî dê serbest bidin berdan. Em li benda tiştên wiha bûn. Hêzên me yên ewlekariyê dişopînin. Înşallah dê di demek zû de bigihin encamekê."

BDP: EM HÊVÎDAR IN KU DÊ BIGIHE AZADIYA XWE

Ji aliyê BDP’ê jî daxuyaniya yekem ji Parlementerê Mûşê Sirri Sakik hat. Sakik di daxuyaniya da de got; “Em xemgînin”. Sakik got; “Ji ber vê bûyera qewimî em xemgîn in. Em weke ji pencereya Huseyîn Aygun têre li jiyanê dinêre, nanêrin, lê em xemgîn in. Em hêvîdar in ku dê bigihe azadiya xwe…”

HPG’Ê TU DAXUYANIYÊN NEDAYE

Hêzên Parastina Gel (HPG) heta niha der barê binçavkirina Aygun de tu daxuyaniyek nedaye. Tê payîn ku HPG îro daxuyaniyek der barê mijarê de bide.

ANF NEWS AGENCY