Biryara DDB ji bo rojnamevanên kurd ên girtî jî derbasdar e
10:00 11.01.2014 1 / 2 STENBOL (DÎHA) - Rojnamevan Ragip Duran, diyar kir ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) ji bo rojnamevanên kurd ên girtî jî derbasdar e û dive rojnamevan bên berdan. Rêveberê Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî (IPI) Feraî Tinç jî, ji ber êrîşên li hember çapemeniya kurd û çepgir ji aliyê medyaya kartel nayê destgirtin rexne kir.
Di 20'ê Kanûna sala 2011'an de li hember saziyên çapemeniya kurd ku operasyoneke mezin hat destpêkirin wek darbeyeke mezin a li hember azadiya çapemeniyê hat nirxandin. 9'emîn rûniştina dozê ya 19 rojnamevan hîn girtîne di navbera 13-17'ê Çileyê li Dadgeha 15'emîn a Cezayê Giran a Stenbolê wê pêk bê. Komek rojnamevan ku di nav wan de Asli Aydintaşbaş, Aydin Enîgn, Ahmet Hakan, Hasan Cemal, Huseyin Aykol, Kadrî Gursel, Murathan Mungan jî ji bo hempîşeyên wan bên berdan kampanyayek îmzeyan dan destpêkirin. Ji bangdêrên kampanyayê rojnmevan Ragip Duran û endamê Desteya Rêveberiya Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî (IPI) Feraî Tinç, der bare rewşa rojnamevanên girtî de ji DÎHA re axivî.
'Rojnamevan dikarin bên tehliyekirin'
Ragip Duran diyar kir ku ji aliyê dozger ve ji bo komkirina delîlan 2 sal pir in û 19 rojnamevanên "Doza KCK'ê ya Çapemeniyê" girtîne, dikarin bên tehliyekirin. Duran got, "Cemaeta ku ez wek 'Mescîda Pensylvania' bi nav dikim û desthilatdariya AKP bi hev re ji bo li Kurdistanê hakimiyeta xwe çêbikin bi armanca tesfiyekirina tevgera siiyasî ya kurd, qet nebe lewaz bikin operasyonên KCK'ê ku li hember siyasetmedar û rojnamevanan pêş xistin di roja me de ji aliyê her kesî ve tê dîtin ku di aliyê hiqûqî û meşruiyetê de bi nîqaş e." 'Pêwîst e biryara Destûra Bingehîn ji bo girtiyên KCK'yî pêk bê'
Duran destnîşan kir ku rojnamevanên kurd, 2 sal in ji bo tevgera siyasî ya kurd û medyaya kurd bê lewazkirin girtî tên hiştin, li gor qaîdeyên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) dema girtîmayînê derbas bûye û biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo Prlamenterê Îzmîrê yê CHP'ê Mustafa Balbay dive ji bo girtiyên KCK'ê jî derbasdar be.
'Girtîgeha Rojnamevanan'
Endamê Desteya Rêveber a IPI (International Press Instıtute-Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî) Feraî Tinç jî diyar kir ku eger di bin nave "Doza Çapemeniyê ya KCK"ê de 19 jê girtî 46 rojnamevan tên darizandin îspat dike ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê bi awayekî bêperwa tê îxlalkirin. Tinç, destnîşan kir ku bala welatên cîhanê jî dikişîne ku Tirkiye veguheriye "girtîgeha rojnamevanan". Tinç, ji ber êrîşên li hember çapemeniya kurd û çepgir ji aliyê medyaya kartel nayê destgirtin jî rexne kir.
(yş/mae)