"Biryara UNESCO'yê dê bandor li ser turîzmê bike"
Karsazên Amedê: Biryara UNESCO'yê dê bandor li ser turîzmê bike
AMED (DİHA) - Karsazên Amedê bi biryara UNESCO'yê ku Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê girt Lîsteya Mîrata Çandî ya Cîhanê, kêfxweş bûn. Serokê DTSO'yê Ahmet Sayar got ku dê hejmara tûrîstên tên Kurdistanê bilind bibe û aboriya bajêr xurt bike. Serokê DÎSÎAD'ê Burç Baysal jî destnîşan kir ku ev biryar berpirsyariyên mezin dide ser milê karsaz, rêveberiyên herêmî û gelê Amedê.
Bi biryara UNESCO'yê ku Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê qeydî Lîsteya Mîrata Çandî ya Cîhanê kir, niha bandora vê biryarê ya li ser bajêr tê nîqaş kirin. Bi vê biryarê re tê hêvi kirin ku bi taybet di tûrîzma bajêr de liv û tevger zêde bibe. Serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Amedê (DTSO) Ahmet Sayar biryara UNESCO'yê nirxand û got ku ev biryar ji bo karsazan jî girîng e. Sayar got ku ev biryar mirata çandî ya Amedê raxistiye ber çavan.
'Nirxên çandî yên Amedê hatin nas kirin'
Sayar got, biryara UNESCO'yê rê vekir ku Amed û nirxên Amedê yên çandî ji aliyê cîhanê ve jî werin nasîn. Sayar, bal kişand bandora vê biryarê ya li ser tûrîzmê û got dê hejmara tûrîstan bilind bibe û hêz bide pêşketina aboriyê. Sayar axaftina xwe wisa berdewam kir: "Biryara UNESCO'yê mîsoger kir ku nirxên mirovahiyê yên bi hezaran salan bigihin nifşên nû. Amed ji aliyê nirxên civakî ve bajarekî dewlemend e. Ew kesên ku werin Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê bigerin dê cihên cûda yên bajêr jî nas bikin. Em bi vê biryarê gelek kêfxweş in." Sayar, bal kişand ser pêdiviya aşitiyê jî û got "Eger aşitî pêk were em dikarin rê vekin ku gelek kesên di nav welat an jî derveyî welat werin Amedê."
'Di tûrîzmê de pêşketina aboriyê pêk were'
Serokê DÎSÎAD'ê Burç Baysal jî got ku dê biryara UNESCO'yê ne tenê li sektora tûrîzmê bike her wiha li gelek sektoran bandor bike û derfetên îstîhdamê pêş bixe. Baykal bal kişand ser berpirsyariyên karsaz, rêvereberiyên herêmî û gel û ev nirxandin kir: "Divê em bi baldarî nêzî her tûrîstekî/ê bibin. Pêşketina aborî, dê bandora xwe li ser rewşa aşitiyê û aramiyê jî bike. Bajarê qedîm Amed, bi nirxên xwe yên çandî dihate nas kirin û em vê biryarê pir girîng dibînin."
(sy)