1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Biryargeha çeteyan TÎGEM a Serêkaniyê ye
Biryargeha çeteyan TÎGEM a Serêkaniyê ye,biryargeha,çeteyan,tîgem,a,serêkaniyê,ye

Biryargeha çeteyan TÎGEM a Serêkaniyê ye

Biryargeha çeteyên êrîşî Rojava kirin, TÎGEM a Serêkaniyê ye

A+ A-

RIHA - ANF Navenda bingehîn a çek, muhîmat, alîkariya xwarinê û rakirina birîndaran a çeteyê ser bi El Qaîdeyê, ku bi piştgiriya Hikûmeta AKP'ê êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike, Muduriyeta Giştî ya Dezgeha Çandiniyê (TÎGEM) a li Serêkaniyê ye. Piştî ku deriyê sînor ê Serêkaniya ser û bin xetê di 16-17'ê Tîrmehê de ket destê YPG'ê ji TÎGEM a Serêkaniya ser xetê 2 deriyên demî hatine vekirin ku çete derbasî bajarokê Til Xelefê bibin.

Ji bo rêxistinên Dewleta Iraq-Şam û Eniya El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê ku ji meha Tîrmehê û vir ve êrîşî Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Kobanê, Çil Axa, Girkê Legê, Til Koçer û Til Xelef dikin, ji Hikûmeta AKP'ê di warê leşkerî, dîplomatîk û madî de her alîkariyê digirin. Ji çeteyan re alîkariya çek, xwarin û muhîmmatan tê kirin.

Ji bilî alîkariyên ji deriyên sînor ên Hatay, Kîlîs, Pirsûs û Kaniya Xezalan, alîkariya herî mezin ji TÎGEM a li Serêkaniyê tê kirin, ku ji sala 1950 û vir ve Çiftlika herî mezin a dewletê ya hilberînê ye û li ser xeta Serêkaniya ser xetê-Kaniya Xezalane û xwedî 110 kîlometre sînorê bi Rojava re ye.

24 SAETAN BI 142 KAMERAYAN TÊ PARASTIN

TÎGEm a Serêkaniyê ku herêmeke ji sivîlan qedeye, 40 jê kamerayan 2 kîlometreyên derdora xwe bi her awayî bi awayekî otomatîk dişopîne ji aliyê 142 kameraynn ve tê kontrolkirin.

Li ser erdê kargehê, bi 4 kamerayên li ser dîrekê 50 metre bilind, 5 kamerayên li ser dîrekê 20 metre û 10 kamerayên li ser dîrekê 15 metre bilind TÎGEM a Serêkaniyê 24 saetan tê şopandin. Çavkaniyên herêmî agahî dan ANF'ê û destnîşan kirin ku eger ji hefteya dawî ya meha Tîrmehê û vir ve qeydên van kamerayan bê lêkolînkirin, dê alîkariya çek û muhîmmatan a ji bo çeteyan kifş bibe.

Hikûmeta ku heta nava meha Tîrmehê ji deriyê sînor ê Serêkaniyê her şêweyên alîkariyê pêşkêşî çeteyan dikir, piştî deriyê sînor di 16-17'ê Tîrmehê de ket destê YPG'ê ev derî bi temamî hat girtin.

DU DERIYÊN DIJ-QANÛNÎ HAT VEKIRIN

Bi girtina deriyê sînor re, ji bo têkçûna bajarokê Til Xelef ê ji bo çeteyên El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê xwedî girîngiyeke stratejîkê bê astengkirin, li TÎGEM a Serêkaniyê 2 deriyê cuda hatin vekirin ku çete tê derbasî Til Xelef dibin.

Yek ji van deriyan, li ser pira pêşberî Til Xelefê ya li ser Çemê Xabûrê hat vekirin ku 3 km dûrî deriyê sînor e. Yê din jî ji nava çiftlika hilberînê ya li navbera Serêkaniya ser xetê-Kaniya Xezalan hat vekirin.

Bajarokê Til Xelefê ku 2 kîlometre dûrî Serêkaniyê ye, ji aliyê endamên komên çete yên Efgan, Çeçen, Tirk, Qatar û Misrî ve weke biryargehekê tê bikaranîn.

Têkçûna çeteyan li Til Xelefê ji bo Kurdan tê wateya; vebûna rêya Girê Spî û Kobanê, lewma ji bo çeteyên li vê derê ji meha Tîrmehê û vir ve alîkariyeke xurt a çete, çek û muhîmmatan ji Tirkiyê ve tê kirin.

Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji çavkaniyên herêmî wergirt, endamên çete ji du deriyên seyyar ên li nava TÎGEM a Serêkaniyê alîkariyê digirin û ji gundên Zengînova, Akçakoy û Kepezlî yên navbera Serêkaniyê-Kaniya Xezalan bi awayekî dij qanûnî ketin û derketina ji sînor tê kirin.

Bi heman rengî li gundên Madem û Aşagodûrûklû yên Serêkaniyê-Dirbêsiyê ku Ereb lê dijîn, çekdar derbasî Rojava dibin.

Her şêweyên alîkariyê û rakirina birîndaran, bi binpêkirina huqûqa neteweyî û navneteweyî li van her du deriyan tê kirin. Alîkariyeke bi heman rengî li du gundên Ereb ên navbera Serêkaniyê û Dirbêsiyê tên kirin. Biryargeha navendî ya kombûna endamên çete jî Tesîsên Bêhnvedanê yên Suleyman Şah ê Navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) ya li nava TÎGEM'ê ye.

BIRÎNDARAN JI DERIYÊN SEYYAR DERBAS DIKIN

Bi dehan endamên çete yên di pevçûnên bi YPG'ê re birîndar dibin, ji van her du deriyên li hundirê çiftlika hilberînê ya dewletê ya li Serêkaniyê bi ambûlansan ji Til Xelefê tên hilandîn û radikin Nêxweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan.

Herî dawî di şerê 2-3'ê Îlonê de herî kêm 14 çeteyên di operasyona YPG'ê ya li Til Xelefê de birîndar bûbûn ji vê derê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Kaniya Xezalan, Nexweşxaneya Balikligol a Rihayê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan.

Hat hînbûn nêzî 40 çete yên di pevçûnên li Girê Spî û Til Xelefê de birîndar bûn li van herdu nexweşxaneyan tên dermankirin û yên li gel wan jî endamên El Nûsra ne.