1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Biryarên 1. Kongereya PYD‘ê li Helebê
Biryarên 1. Kongereya PYD‘ê li Helebê,biryarên,1,kongereya,pyd,ê,li,helebê

Biryarên 1. Kongereya PYD‘ê li Helebê

Di yekemîn Kongreya PYD′ê ya li Helebê de, di warê siyasî û rêxistinî de biryarên girîng hatin girtin

A+ A-

HELEB – Di yekemîn Kongreya PYD′ê ya li Helebê de, di warê siyasî û rêxistinî de biryarên girîng hatin girtin.

Yekemîn Kongereya Rêxistina PYD‘ê li bajarê Helebê bi dirûşmeya “Sûriya Federal misogeriya çareseriya demokratîk û jiyana hevbeş e” destpê kir.

Piştî axaftinan û xwendina rapora salane ya rêxistinê, her wiha nirxandina rewşa siyasî ji aliyê Endamê Meclîsa Giştî yê PYD‘ê Mihemed Hacî ve, rapora rewşa rêxistinî û xebatên salekê yên rêxstina PYD‘ê ya taxa Şêxmeqûsd ji aliyê Roşîn Xelîl ve hate xwendin.

Di raporê de, xebatên ku li taxa Şêxmeqsûd di bin êrîşên çeteyên Koalîsyonê de hatin meşandin û beşdariya Endamên Partiyê di nava xebatên parastina taxê li hember êrîşan hatin nirxandin. Di kongreyê de Endama PYD′ê Dyana Ibrahîm peyama ciwanên PYD‘ê ya derbarê rola ciwanan di parastina destkeftiyên gelan de xwend.

Piştre rewşa rêxistinî ji aliyê beşdaran ve hate nirxandin. Beşdaran pêşniyarên wekî ′vekirina dewreyên perwerdê li taxên rojhilatê Helebê, rêxistinkirina gel, firehkirina xebatên partiyê, her wiha piştevaniya şervanên YPG/YPJ‘ê kirin.

Piştî nîqaşan, Endama Meclîsa Giştî ya PYD‘ê Emîna Osê biryar û encamên ku di civînê de hatin girtin xwend.

Biryarên ku di Kongreyên de hatin girtin wiha ne:

-Dê xebatên danansîna projeya demokratîk li Rojhilata Navîn û misogerkirina azadiya Rêeber APO bi awayekî hîn xurtir bêne meşandin.

-Ji bo xurtkirina eniyên niştimanî yê kurdî di Kongreya Netewî de (ku dê çarenûsa Rojhilata Navîn û gelê Kurd zelal bike) dê xebatên berfireh werin meşandin.

-Xurtkirina eniya demokartîk, niştimanî û ilmanî li Sûriyê.

-Divê di warê doplomasî de li hember ambargoya ku li ser Rojava û Bakurê Sûriye tê meşandin, xebat werin xurtkirin.

-Xurtkirina têkiliyan bi dewletên Ereban re û pênasekirina projeya Federaliya Demokratîk.

-Xurtkirina siyaseta demokratîk û têkiliyên di navbera hemû pêkhateyên herêmê yên ′Kurd, Ereb, Suryan, Asur Û Turkmen′ de.

Di aliyê rêxistinî de:

-Avakirina Rêveberiyên Partiyê û Komîteyên wê li taxên rojhilatê Helebê.

-Xebatên lidarxistina Kongereya Jinan û ciwanan li Helebê dê bên meşandin.

-Dê dewereyên perwerdeyê ji Endamên jin û ciwan re li akademiyên siyasî werin vekirin.

-Ji bo rêxistinkirin û pêşxistina kar, dê buroyên jin, ciwan, ragihandin û têkiliyan werin aktîvkirin.

-Xurtkirina şervanên YPG/YPJ‘ê.

Biryarên Kongreyê ji aliyê piraniya Endaman ve hatin erê kirin. tê payîn ku dê Endamê Meclîsa Partiyê ya Helebê bêne hilbijartin.

(bb)

ANHA