1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 'Birê' ji nû ve tê lîstin
'Birê' ji nû ve tê lîstin,birê,ji,nû,ve,tê,lîstin

'Birê' ji nû ve tê lîstin

A+ A-

DENÎZ OGÛZSOY - AMED 09.10.2013 07:18:54 Ya ku Kurdistan li ser piyan hiştiye, kevneşopiya devkî, dengbêjî û lîstik in. Di wan lîstikan de berxwedêriya Kurdan, asîbûna cografya Mezopotamyayê û mînakên piştevaniya civakî tên vegotin.

Lîstika 'Birê' jî (li hin herêman jê re Cir, Cirê, Ciran Biranî tê gotin) yek ji wan lîstikane. Lîstika (spora) Birê, ji vegotinên devkî tê fêmkirin ku li Mezopotamyayê xwedî çîrokeke bi hezaran salan e. Ev lîstika ku tê wateya "Birîna Rê", weke nîşaneyeke dîroka şervaniyê ya Kurdan e.

Ev lîstika ku îro li herêmên cuda yên Kurdistanê gelekî kêm tê lîstin, li nava gerîla ji nû ve xwe nîşan dide.

Spora Birê, di navbear qadên cografîk û guherînên demsalî de têkiliyeke xurt daniye. Heman piştî havînê, dema destpêkirina payîzê li Mezopotamyayê demsaleke ku hîn bêtir amadekarî lê tê kirin, heyecan û aktîvîteyên fîzîkî zêde dibin. Spora Birê jî, sporeke piştevaniya civakî, dîrok, çand û xwezyayê ye ku di vê demê de tê nîşandan.

LÎSTIKA BIRÊ ÇAWA TÊ LÎSTIN?

Birê lîstikek ji sê dewreyên 15 deqeyan pêk tê. Bi tîmeke ji 10 kesan, ku 7 asîl, 3 jê cîgirin, tê lîstin. Birê xwe dispêre biryarên çalak û bi lez.

Lîstik, ji du tîmên êrîş û parastinê pêk tê û armanc ewe ku lîstikvanên tîma hevrik were têkbirin û bi vî rengî qelehe bi dest were xistin.

Lîderê li ser tîman, wezîfeya lîstikvanan dike. Dema yek ji lîstikvanê tîma êrîşkar xwe bigihêjîne qeleha tîma parastinê, dê lîstik biqede. Ji bo têkbirina lîstikvanan, her du tîm xwedî rêbazên cuda ne.i

Lîstikvanên li parastinê jî, bi stratejiyeke bezê dikarin dest bidin lîstikvanên li tîma êrîşkar û wan yek bi yek ji lîstikê derxînin. Eger hemû lîstikvanên tîma êrîşkar yek bi yek ji lîstikê bikevin, dê têma parastinê lîstikê qezenç bike.

Eger lîstik di nava 15 deqeyan de neqede, dê li hejmara lîstikvanên tîman bê temaşekirin û li gorî vê yekê encam bê diyarkirin. Tîma ku herî zêde lîstikvanên xwe winda kiriye, di vê rewşê de têk diçe. Eger di her sê dewreyan jî wekhevî hebe, hingî hejmara lîstikvanên her sê dewreyan ji lîstikê ketine, dê bê jimartin û li gorî wê biryar were dayîn.

Her wiha lîstikvanê ku li gorî pîvanên ceza tevnegeriyane û ji ber şaşiyên teknîkî ji aliyê hekem ve du caran hatiye hişyarkirin, dê ji lîstikê bikeve. Pevçûna devkî û helwestên tundiyê, sedema derketina ji lîstikê ye. Tîm, di navberê de dikarin yek yan jî sê lîstikvanan biguherîne. Lîstikvanê hatiye derxistin, dikare ji nû ve bileyze, lîstik ji aliyê çar hekeman ve tê rêvebirin.

TÛRNÛVA DI 26'Ê COTMEHÊ DE YE

Lîstika Birê niha li Muduriyeta Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji nû ve tê lîstin.

3. Tûrnûvaya Birê ya Muduriyeta Sporê ya ser bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 26'ê Cotmeha 2013'an de destpê dike.

Ji Wan, Colemêrg, Qoser, Nisêbîn, Êlih, Cizîr, Farqîn, Hezro, Kocakoy, Qerejdag, Çinar, Egîl û ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Ûrmiyê bi giştî 14 tîm dê beşdarî tûrnûvayê bibin.

DAXWAZEKE ZÊDE HEYE

Ji Koordînatorên Sporê yê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bişar Îçlî der barê tûrnûva û spora Birê de agahî da û diyar kir ku tevî ku ji bajar û navçeyên der dorê gelek tîman serlêdan kirine jî, îsal di çarçoveya derfetan de wan bi tenê ji her cihî tîmek qebûl kirine û ew dixwazin di dema pêş de ji gelek herêmên Kurdistanê ji bo spora Birê klûp werina vakirin û ji Birê re nasnameyeke sazîbûnê biafirînin.

GELEK LÎSTIKÊN XWESER ÊN KURDISTANÊ HENE

Îçlî behsa eleqeya xwe ya ji lîstika Birê re anî ziman û diyar kir ku ji ber dîroka nivîskî ya Kurdan kêm e, wî ji dengbêjan spora Birê bihîstiye û di encama hin lêkolînan de hîn bûye ku bi sedan lîstik û sporên Kurdan hene.

Îçlî got, "Di nava van lîstik û sporan de herî zêde Birê bala min kişand. Sedema vê jî ew e ku ev lîstik herî zêde karektera Kurdan nîşan dide. Em li ser Birê rawestiyan û çûn serdana gelek herêmên li cografya Kurdistanê. Li herêmên em çûn serdana wan, em bi mirovên temendirêj re axivîn û me ev lîstik kifş kirin. Birê li gelek herêman xwedî nav û pîvanên cuda ye. Mînak li hin herêman bi navê Cir, Cirê, Ciran Biranî, Birrê û Bir tê binavkirin."

Îçlî da xuyakirin ku ji bo lîstik neteweyî bibe, wan hemû pîvan anîn cem hev û di encamê de pîvanên sereke qebûl kirin û bi vî rengî lîstika Birê standart kirine. Îçlî destnîşan kir ku divê lîstikên Kurdan neteweyî bibin û bên jiyîn.

Îçlî got, "Divê em tûrnûvayê ji niha û pê de têxin rewşeke kevneşop" û anî ziman ku ji bo komîteyeke hekeman a ji bo lîstikê were avakirin, ewê bixebitin.


Bêjeyên Miftehî