1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Birêz Ocalan Rêber e´
´Birêz Ocalan Rêber e´,birêz,ocalan,rêber,e

´Birêz Ocalan Rêber e´

Kişanak: Birêz Ocalan carek din aşkere kir ku Rêber e

A+ A-

Wekîlê BDP'ê û endamên meclîsa daîmî ya KCD'ê ku li avahiya KCD'ê dest bi greva birçîbûnê kiribûn bi daxuyaniyekê dawî li çalakiyê anîn. Hevseroka Giştîya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan disa rola xwe lîst û wiha got: "Brêz Ocalan dîsa îspat kir ku Rêber e. Girîngiya watedayîna jiyanê aşkere kir. Keda herî mezin wî danî holê. Ev bang ji bo hemû gelê Tirkiyeyê ye. Ger ku mirinek çêbûbûya wê birêvebirina Tirkiyeyê pir zahmet bûbûya." Parlementera serbixwe Leyla Zana ku li meclîsê dest bi çalakiyê kiribû jî dawî li çalakiyê anî.

Parlementerê BDP'ê û endamên meclîsa daîmî ya KCD'ê ku ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKKê û PAJK'ê ku di 8 û 10'ê Mijdarê de li avahiya KCD'ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn bi civîna çapemê dawî li çalakiya xwe anîn. Di daxuyaniya ku li avahiya KCD'ê pêk hat de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevserka KCD'ê Aysel Tugluk wekîlên BDP'ê û endamlên meclîsa daîmî ya KCD'ê amade bûn. Ewil Kişanak, axivî û wiha got: "Em di roja 68'an a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de bi agahiyaku ji girtîgehê hat rehet bûn. Me bêhnek fireh stend. Piştî vê agahiyê dermankirina girtiyên ketibûn grevê dest pê kir. Girtiyan berê jî gotibûn daxuyaniyên Brêz Ocalan ji bo wan esas e û diyarker in. Girtiyan spasiyên xwe ji gel re anîn ziman. Bi vê pêvajoyê çalakî gihişt armanca xwe. Di roja 68'an de rûpelên nû li Tirkiyeyê vebûn. Kesên xwe berpirsiyar dîtin rabûn ser piyan. Ev daxaz daxazkên me ne jî. AKP'ê û Serokwezîr xwest vê çalakiyê vala derxe û pûç bike. Lê gelê kurd bi berxwdanek mezin û bêhempa li van daxwazên xwe xwedî derketin. Li gel bombeyên gazê yên polîsan û îşkenceya polîsan a li kolanan gel disa derket kolanan û berxwedana xwe mezin kir. Brez Ocalan bi vê gava xwe dîsa nîşanî her kesî da ku rêber e.

Kişanak, da zanîn ku milyonan kurd Ocalan wekî vîna xwe qebûl kiriye û rola muzakere û diyalogê daye. Kişanak spasiyên xwe ji gelê kurd û sosyalîst re anî ziman û wiha got: "Brêz Ocalan careke din Rêbertiya xwe aşkere kir. Mirovan nirxên xwe yên herî pîroz canê xwe dani holê. Di vê pevajoyê de rol û keda heri mezin dîsa ya Ocalan e. Gelê kurd li banga Brêz Ocalan xwedi derket. Lê her tişt bi dawî nebûye. Brêz Ocalan ji bo rê li pêş pêvajoyê veke rolê xwe lîst. Gelê kurd bi van çalakiyên xwe vîna xwe aşkere kir. Divê dewlet vê rastiyê li ber çavan bigire."

Tugluk: Brêz Ocalan Rêberê aştiyê ye

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî anî ziman ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan 68 rojan berdewam kir û wiha got: "Çalakiya girtîgehan çalakiyek gelek girîng bû. Gelê kurd ê fedekar ji bo demokrasiye têbiniyek li dîroka Tirkiyeyê nivîsand. Brêz Ocalan ji bo pirsgireka kurd bi riya aştî û demokrasiyê çareser bibe gavên girîng avêt. Carek din rola xwe ya aştiyê lîst. Brêz Ocalan Rêberê Aştiyê ye. Dîsa rola xwe ya çareseriyê nivîsand. Em bang li hemû gelê Tirkiyeyê dikin û dixwazin ku rolê Ocalan baş bibîne. Divê derdorên ku peyam ji wan re hatine şandin peyamê rast û baş bixwînin. Dive her kesên ku êdî bar û kar dikeve ser milê wan kar û berpirsiyariya xwe baş bi cih bînin.

Onder: Gelê kurd êdî heviyê xwe bi kesên din ve grêdane

Parlementerê BDP'ê yê Stenolê Sirri Sureyya Onder, ani ziman ku gotinen hikûmetê yên 12 Îlonê û Vegera Jiyanê û niha dişibin hev û wiha got: "Qerînên Kenan Evren û Hikmet Sami Turk yek in. Feraset nehatiye guhertin. Gelê kurd êdî bendewarî û heviyên xwe bi kesên din ve grêdane.

Leyla Zana jî dest ji çalakiyê berda

Parlementera serbixwe ya Amedê Leyla Zana ku li meclîsê dest bi çalakiyê kiribû jî dawî li çalakiyê anî.

(mae)


Bêjeyên Miftehî