1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Birîna dengê DÎHA'yê birîna dengê gel e
Birîna dengê DÎHA'yê birîna dengê gel e,birîna,dengê,dîha,yê,birîna,dengê,gel,e

Birîna dengê DÎHA'yê birîna dengê gel e

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Malperên DÎHA'yê heta niha 10 caran ji hêla Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê (TÎB) ve hat girtin. Li hemberî vê êrîşa hikûmeta AKP'ê ya li ser DÎHA'yê, nivîskar, parazvanên mafên mirovan, rewşenbir, siyasetmedar, dayikên aştiyê û gelek kesên din bertekên xwe anîn ziman. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî diyar kirin ku qutkirina dengê DÎHA'yê qutkirina dengê civakê ye.

Bi şerê taybet a ji hêla AKP'ê ve hatiye destpêkirin re qedexekirina çapemeniya azad jî dest pê kir. Li ser fermana Midûriyeta Giştî ya Karê Ewlehiyê ya Serokwezîriyê ve ji hêla TÎB'e ve malperên DÎHA'yê tên girtin. TÎB bi dorê malperên DÎHA'yê www.diclehaber.com, www.diclehaber.com.tr, www.dihanews.net, www.dihanews.com, www.diclenews.com, www.diclenews.org, www.diclehaber.info, www.diclenews.info û www.dihanews.info girtin. Piştî girtina van malperan di seatên serê sibê de mapera www.dihahaber.info jî girt. Bi girtina vê maperê re malperên DÎHA'yê yên heta niha hatine girtin derket 10'an.

Parêzer, nivîskar, xizmên girtiyan, parazvanên mafên mirovan, rojnameger, redkarên wîcdanî, dayikên şemiyê û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî bertekên xwe nîşanî girtina malperên DİHA'yê dan. Nûnerên saziyên sivîl diyar kirin ku DÎHA dengê wan e û dengê wan nayê qutkirin."

'Şermezarkirin têr nake divê em lê xwedî derkevin'

Ji xwînerê DÎHA'yê û endamê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Burhan Ozturk, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi konsepta şerê taybet re li dijî çapemeniyê jî êrîş Pêk anîye. Ozturk, da zanîn ku ji bo ronîkirina geşedanên li Kurdistanê DÎHA'peyvirek girîng dide ser milê xwe û wiha got: "Em êrîşên li ser DÎHA tenê protesto dikin. Lê tenê pratesto têr nake. Divê hemû saziyên sivîl ên civakî li DİHA û hemû çapemeniya azad, welatparêz û demokrat xwedî derkeve."

'Ez dê ji bo piştevaniyê bibim nûçegîhanê DÎHA'yê '

Xebatkarê Çapxaneya Gunê Erdogan Zamu, jî anî ziman ku Hikûmeta AKP'ê bi êrîşên li ser DÎHA'yê dixwaze mafê gelê Kurdistanê yê azadiya ragihandinê ji destê wan bigire. Zamu, da zanîn ku DÎHA şopirê kevneşopiya Apê Mûsa ye û wiha got: "Ez jî wekî kesekî ji niha û şûnde dê bi dildarî nûçegîhaniya DÎHA'yê bikim."

Dayikên Şemiyê bertek nîşanî sansurê dan

Dayikên Şemiyê jî piştgirî dan DÎHA'yê. Endama Dayikên Şemiyê Hanim Tosun, anî ziman ku bi salan e bi xêra çapemeniya kurd rastiyê fêr dibin û dibin xwedî agahî. Tosun, destnîşan kir ku DÎHA dengê wan li cîhanê belav dike û êrîşên li ser DÎHA'yê şermezar kir. Tosun, anî ziman ku medya kurd dengê gelê kurd e û wiha got: "Dîha dengê gelê kurd e. Dengê me ye. Li Kurdistanê zarokên me tên qetilkirin. Wekî salên 1990'an şerek tê meşandin. Daristanên me tên şewitandin. DÎHA van rastiyan bi cîhanê re parve dike. Ji bo DÎHA van rastiyan li cîhanê belav dike tê sansurkirin. Ji bo kes rastiya li Kurdistanê fêr nebe DÎHA'yê sonsur dikin."

'Ji her demê bêtir pêdiviya me ji DÎHA'yê heye'

Aktîvîstê Mafên mirovan Sebla Arcan, jî bertek nîşanî êrîşên li ser DİHA'yê dan û destnîşan kir ku ji her demê bêtir pêdiviya wan ji DÎHA'yê heye. Arcan, anî ziman ku ji bo rastî û heqîqetê ji cemaweriyê veşêrin DÎHA'yê sansur dikin û wiha got: "Kesên ji heqîqetê ditirsin û naxwazin heqîqet ronî bibe, îro DİHA'yê sonsur dikin. Ji bo binpêkirina mafan ronî nebe, ji bo rastî û zilma li ser gel ronî nebe dixwazin dengê DÎHA'yê qut bikin. Îro pêdiviya me bi DİHA heye. Ji ber heqîqetê belav dike. Em jî wekî parazvanên mafên mirovan vê sansur û êrîşa li ser çapemeniya azad şermezar dikin."

'DÎHA bêdeng nabe, rastiyê tîne pêş gel'

Xebatkarê Yol TV Vedat Kara, jî bertek nîşanî ser sansura DÎHA'yê da û wiha got: "Îro li Kurdistanê şerekî dijwar heye. Lê rojnamegerên ku vê rastiyê derdixin holê rastî zextan tên. Di seri de DÎHA tê sansurkirin. Bêdengkirina çapemeniyê fetisandina civakê ye. Dixwazin civakê bifetisînin."

Parêzerê Ocalan: Qutkirina dengê DÎHA'yê qutkirina dengê civakê ye

Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Çengîz Çîçek jî bertek nîşanî êrîşên li ser DÎHA'yê da. Prz. Cengiz Çiçek, anî ziman ku çapemenî bêhna civakê ye. Dengê heqîqetê ye û wiha got: "DÎHA ji bo rastiyan bi gel re perve bike bedelên giran dan. Ev sansûra li ser DÎHA'yê li ser civakê ye. Qutkirina dengê DÎHA'yê qutkirina dengê civakê ye. Sansura li ser DÎHA du ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tîne rojevê nayê qebûlkirin. Em dê bi DÎHA'yê de di nava piştevaniyê de bin."

Hiqûqnas jî dê li cem DÎHA'yê bin

Endamên Komeleya Hiqûqnasên Azad jî bertek nîşanî êrîşên li ser DÎHA'yê dan û diyar kirin ku ew wekî hiqûqnas dê her dem li cem DÎHA'yê cih bigirin. Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azad Sînan Zincir diyar kir ku DÎHA dibe dengê rastiyan û daxwazên gel tînin ziman. SAansura li ser DÎHA'yê nayê qebûlkirin. Sedema sansurê şerê li Kurdistanê ye. Dewlet dixwaze sûcê şer ji gel û cîhanê veşerê. Ji ber vê yekê naxwaze ev rastî belav bibe. Ji ber ku DÎHA vê rastiyê aşkere dike DÎHA'yê sansur dike. Bi salan e li ser vê axê xebatkarên çapemeniya azad tên qetilkirin û girtin. Îro TİB jî li dijî hiqûqê dengê çapemeniya kurd qut dike.Dixwazin çapemeniya kurd bêdeng bikin. Bêdengkirina çapemeniya kurd, bêdengkirina rastiya vî welatî ye. Em dê piştgiriyê bidin DÎHA'yê."

Redkarên wîcdanî: Çapemeniya Azad bêdeng nabe

Hevserokê Komeleya Redkarên Wîcdanî Merve Arkun jî bertek nîşanî sansura li ser DÎHA'yê tê meşandin da û wiha got: "Dewlet her dem kesên li dijî wê dengê xwe bilind dike bêdeng dike. Ji ber ku DÎHA rastiyê tîne ziman dixwaze DÎHA'yê jî bêdeng bike. Em dê her dem li cem DÎHA'yê cih bigirin.

Xizmên girtiyan jî sansur û girtina li ser DÎHA'yê rexne kirin û diyar kirin ku dê li cem DÎHA'yê cih bigirin. Kurê girtiya nexweş Fatma Tokmak Azad Tokmak, ani ziman ku DİHA dengê girtiyên nexweş û girtiyan e û dê destûr nedin ku DÎHA'yê bêdeng bikin.

(mae)