1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Birîndarên Kobaniyê: Helwesta dewleta tirk û DAIŞ'ê yek e
Birîndarên Kobaniyê: Helwesta dewleta tirk û DAIŞ'ê yek e,birîndarên,kobanê,helwesta,dewleta,tirk,û,daiş,ê,yek,e

Birîndarên Kobaniyê: Helwesta dewleta tirk û DAIŞ'ê yek e

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Pêlên binçavkirin û girtinan yên li dijî welatiyen Kobaniyê yên li hemberî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobaniyê birîndar dibin hatin herêmê bênavber didome. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê ji Deriyê Sînor yê Mûrşîtpinarê di 29'ê mijdarê de êrîşî Kobaniyê kirin pêkûtiyên li hemberî birîndarên Rojava zêde bûn, heya niha 4 rojavayî hatin girtin. Di nava rojên dawî de jî 20 birîndar û kesên li ba wan diman jî hatin binçavkirin. Dîsan hincetên binçavkirinên welatiyên Kobaniyê "Gûmana maqûl" û "wekî metirsî hatin dîtin", ji ber ku delîlek ya sûc tuneye ev nîşan dide bingeheke hiqûqê ya operasyonan nîn e. Birîndarên Kobaniyê diyar kirin ku helwesta Tirkiyeyê û DAIŞ'ê yek e û bi heman hişmendiyê tevdigerin.

Pêlên binçavkirin û girtinan yên li dijî welatiyen Kobanê yên li hemberî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobaniyê birîndar dibin hatin herêmê bênavber didome. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê ji Deriyê Sînor yê Mûrşîtpinarê di 29'ê mijdarê de êrîşî Kobaniyê kirin pêkûtiyên li hemberî birîndarên Rojava zêde bûn, heya niha 4 Rojavayî hatin girtin. Di nava rojên dawî de jî 20 birîndar û kesên li ba wan diman jî hatin binçavkirin. Dîsan hincetên binçavkirinên welatiyên Kobaniyê "Gumanbarê maqûl" û "wekî metirsî hatin dîtin", ji ber ku delîlek ya sûc tuneye ev nîşan dide bingeheke hiqûqê ya operasyonan nîn e. Welatiyê Kobaniyê yê birîndar Kawa Ebdulkadîr diyar kir ku ji destpêka êrîşên çeteyên DAIŞ'ê heya roja 17 îlonê ew birîndar bûye û bi rêyên fermî yên dewleta tirk ew derbazî herêmê bûye.

'Bila her kes tevlî berxwedana Kobanê bibe!'

Ebdulkadîr da zanîn ku ew bi ambulansê hatiye li nexweşxaneye Balkligolê û wiha got:"Em hatin li tikriyê, lê belê ger derfetên me destdaban em nehatiban wê gelek baş biba. Tu zext nema ku polîsa li me nekir. Di rewşe birîndar de jî em hatin binçavkirin. Hişmendiya tikriyê hişmendiya çeteyên DAIŞ'ê ye. Bijîşkan gotin bila lingê te tev nelive. Ez ji ber êşa lingê xwe yê şikestî di naliyam. Ez di rojan dibin çavan de mam her ku çû birînda min xerab bû. Polîsan digotin rehm di dilê we de tuneye ji van gotinên wan dijminatiya wan ya li heberî kurdan diyar bû. Ji me re digotin em birîndarên çeteyên DAIŞ'ê ji derman dikin. Min ji got eger ez baş bibim ez ê biçim Kobanê û li dijî wan çeteyên hovane şer bikim" Ebdulkadîr daxwaz ji ciwanên kurd û Kobanê re kir ku tevlî berxwedanê bibin.

'Tirkiye hevparên DAIŞ'ê ye'

Welatiyê bi navê Mahîr Celal jî ji beriya mehekê bi topa hawanê birîndar bû bi wesayîta canxelaskirinê ya tirkiyê hatiye nexweşxaneya herêmê û polîsan ew binçavkirikye. Celal destnîşan kir ku wekî dîl ketiye destên wan û wiha pê de çû: "Serokwezîrê Dewleta Tirkiyê Ahmet Davutoglu divê 'cîhê gelê Kobanê li ser serê min heye' ma gelo ev gotina xwe ji bîr kiri ye. Gelo dema hunê me bigrin hûn çima me tînin herêmê û bi derewan dibêjin em ê li we xwedî derkevin? Helwesta Tirkiyê û DAIŞ'ê yek e. Tirkiye hevparê çeteyên DAIŞ'ê ye. Hemû birîndarên DAIŞ'ê li nexweşxaneyên Tirkiyeyê tên dermankirin."

'Êrîşên DAIŞ'ê bi hevpariya Tirkiyeyê pêk tê'

Welatiyê bi nanavê Ehmed Elî ê yê di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya di 29'ê mijdarê de li deriyê sînor yê Mûrşîtpinarê de êrîş kir ji lingê xwe birîndarbû ji bo dermankirinê hate tirkiyê. Elî bilêv kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi hevpariya tiriyê êrîşan pêk tîne. Ji ber ku êrîş di deriyê sînor yê Mûrşîtpinarê de dinbin çavdêriya leşkerên tirk de pêk hat. Elî anî ziman ku dema ew ji bo dermankirinê hat tirkiyê ew ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û bi saetan bi rewşa xwe ya birîndar di bin çavan de ma.

'Wê bi şoreşa Rojava hemû gel azad bibin'

Omer Kadir jî ji beriya 2 mehan birîndarbûye anî ziman ku di aliyekê de çete êrîş dikin li aliyê din rastî zextên dewleta tirk tên. Kadir bilêv kir ku ev êrîş dijî mafê mirovane û wha got: "Em gelê kurd êdî rabûne ser piya, bi şoreşa Rojava wê hemû gel azad bibin."

'Kurê min axa xwe parastiye'

Bavê Omer Kadir Mihemed, Îbrahîm Kadir jî destnîşan kir ku ji ber em kurdin tu zextên me nekişandin nemane û wiha axivî: "Nexweşxaneyên wan ê taybet tijî birîndarên çeteyên DAIŞ'ê ne. Ji ber ku em kurdin weke lawiran me di avên axûran û girtîgehan. Kdir destnîşan kir ku kurê wî tiştek xerab nekiriye û bi şeref û rûmet axa xwe parastiye.

(kom/oî/wk)