1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Birîndarên komkujiya Tilêliyê serpêhatiyên xwe vegotin
Birîndarên komkujiya Tilêliyê serpêhatiyên xwe vegotin,birîndarên,komkujiya,tilêliyê,serpêhatiyên,xwe,vegotin

Birîndarên komkujiya Tilêliyê serpêhatiyên xwe vegotin

Gelek welatiyên sivîl ku ji komkujiyê filitîn di nexweşxaneya bajarê Qamişlo de ne. Nûçegihana ANHA’yê bi wan re derbarê komkujiyê de hevdîtinek ki

A+ A-

30 Gulan 2014 ANHA - QAMIŞLO - Welatiyên sivîl ku ji komkujiya gundê Tilêliyê filitîne diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hov zarok, jin û pîremêr kuştin. ji ber ku welatiyan nexwestin gundê xwe vala bikin da ku ji xwe re bikin bargeheke leşkerî, gelek welatiyên sivîl revandin cihekî nediyar.Çeteyên DAIŞ’ê duh li gundê Tilêliyê yê rojava û başûrê Serêkaniyê ya herêma Cizîrê komkujiyek li dijî welatiyan ku piraniya wan zarok û jin bûn pêk anî. Di komkujiyê de gelek sivîl bûn qurbanî û ji wan cenazeyên hatine dîtin 7 zarok, 3 jin bi giştî 15 sivîl bûn.

Gelek welatiyên sivîl ku ji komkujiyê filitîn di nexweşxaneya bajarê Qamişlo de ne. Nûçegihana ANHA’yê bi wan re derbarê komkujiyê de hevdîtinek kir.

Welatiya bi navê F. E. ya 20 salî yek ji welatiyên ku di komkujiya bundê Tilêliyê de birîndar bibû, got ku wê di komkujiyê de du zarokên xwe winda kirine û wiha axivî: “Çeteyên DAIŞ’ê li pêşiya çavên min û bê rehmet herdu zarokên min kuştin.”

F. E. bi girî axaftina xwe berdewam kir û ev agahî dan: “Çeteyan li pêşiya çavên min herdu zarokên min gulebaran kirin û dema min hewl da ez zarokên xwe biparêzim, ez gule baran kirim û ez di sîngê xwe de birîndar bûm. Piştî ku ez li ser erdê ketim û xwîn ji min diherikî, di bala çeteyan de bû ku ez mirî me.”

Welatiyeke din ya bi navê F. H. yek ji birîndarên komkujiya Tilêliyê ye. F. H. 3 zarok xwe di komkujiyê de winda kirin. Lê ji ber ku di odeya dermankirina awarte de bû, F. E. serpêhatiya wê vegot û wiha anî ziman: “Cîrana min F. H. hewl da li hemberî çeteyan ber xwe bide û 3 zarokên xwe ji destê çeteyan rizgar bike, çeteyan ew gulebaran kirin. Di encamê de bi giranî birîndar bû û hersê zarokên wê jî hatin revandin.”F. E. destnîşan kir ku dema şervanên YPG’ê hatin gund çeteyan hersê zarokên F. H. revandin û ji gund bi dûr ketin.

F. E. got ku şervanên YPG’ê hatin gund û ew rakirin nexweşxaneya bajarê Serêkaniyê û ji ber ku birîna wan dijwar bû ji vir rakirin nexweşxaneya bajarê Qamişlo.

Welatiyê bi navê M. E. ji gundê Tilêliyê ye û çavdêrê komkujiya çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên sivîl e. M. E. diyar kir ku dema çeteyan komkujî pêk anîn wî xwe di kadûnê de veşart û wiha çavdêriya xwe vegot: “Çeteyan saet di 03.00’an de êrîşî gund kirin. Çeteyan li pêşiya çavên min 4 zarok, 2 jin û 3 zilam kuştin. çete di gund de heta saet 10.00’an man û dema şervanên YPG’ê hatin, ji gund reviyan.”

M. E. ji bajaroka Sifîrê yê rojhilatê bajarê Helebê koçber bibû û di komkujiya Tilêliyê de 6 kes ji malbata xwe winda kirin. M. E. ku nexwest wêneyê wê bête kişandin, derbarê serpêhatiya xwe de ji dema ku çeteyan êrîşî gund kirine heta ku şervanên YPG’ê hatine ew rizgarkirine ji ANHA’yê re axivî û wiha got: “Beriya ku çete komkujiyê pêk bînin roja berê saet di 09.00’an de hatin gund û ji şêniyên gund xwestin ku ji malên xwe berdin û gund vala bikin. Lê dema ku gundiyan nexwestin malên xwe berdin, çeteyan di berbangê de saet di 03.00’an de êrîşî gund kirin û kesên li pêşiya wan derdiketin çi zarok û çi jin bin dikuştin.” M. E. got ku dema wî bi çavên xwe kuştina zarok û jinan dîtiye û reviyaye û hejmara qurbaniyan komkujiyê nizane.

M. E. destnîşan kir ku hemû gundiyên li wir koçber bû û ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de reviyane û da zanîn ku di gund de tu kesî çekdar an jî navendek an jî bendeke kontrola ya şervanên YPG’ê tune bûn.

M. E. got ku dema şervanên YPG’ê dengê guleyan bihîstin, berê xwe dane gund û ji destê çeteyan rizgar kirin. M. E. axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şervanên YPG’ê cenazeyên welatiyan û birîndaran rakirin bajarê Serêkaniyê.”

Çavkaniyên tenduristî ji nexweşxaneya bajarê Qamişlo diyar kirin ku rewşa birîndaran ber bi başbûnê ve diçe.

(jh)