Birînên erdheja Wanê hêj nehatin kewandin
ŞERMÎN SOYDAN Bi ser erdheja Wan û Erdîşê ya ku bi sedan kesan jiyana xwe ji dest û bi hezaran kes birîndar bûn salek derbas bû. Li gel bi ser erdhejê re salak derbas bû hêj birînên erdhejê nehatine kewandin. Ji ber li gundan tapu tuneye hêj temelê avahiyan jî nehatiye avêtin. Li gundan welatî gumana dê zivistana duyemîn jî li kolanan derbas bikin dijîn û li bajar jî bi deh hezaran welatî hêj di bajarên konteynerin de têkoşîna jiyanê didin.
Bi ser erdheja Wan û Erdişê ya pelanê wê 7.2 pêk hate salek derbas bû. Di erdhejên 23'ê cotmehê û 9'ê mijdara 2011'an de li Wanê pêk hatin de 644 kesan jiyana xweji dest da û bi hezaran kes birîndarbûn. Ligel bi ser erdhejê re salek derbas bû hêj birînên welatiyên Wanê nehatin kewandin. Di rojên ewil ên erdhejê de Serokwezîr Erdogan got, "Em 24 saetên ewil dereng man" û Waliyê Wanê Munîr Karaoglu jî got, "Welatiyên me di otelên 6 qet de dimînin. Li Wanê jiyan asayî ye." Ev gotin bûn sedema nîqaşan. Bêyî lêkolîn bê kirin ji gelek avahî û kargehan re rapora bêkaranîn hatin dayîn. Ji ber vê yekê di erdheja duyemîn de di serî de Otela Bayram û gelek cihên din ji ber îhmalkariyê ji dehan kesan re bûn gor. Piştî erdhejê li şuna rayedar pirsgirêkan çareser bikin welatî birin bajarên cuda ji welatiyên li bajar mayîn jî çadirên havînê hatin belavkirin û ev çadir bûn sedema mirina gelek kesan. TOKÎ'yên piştî erdhejê hatin çêkirin jî vegeriyan qada rantê. Ligel êşên gelek mezin hatin jiyîn birînên erdhejê nehatin dermankirin û rêxistinên sivîl ên civakî yên bajar jî bang li hikûmetê kirin ku êdî gavên xapînok na ji bo çareseriyê gavên mayîn de bavêje kirin.
Banga 'bikevin malan' bi xwe re mirin anî
Piştî erdheja di 23'ê cotmehê de li Wanê pêk hat a pela wê 7.2 rayedar û saziyên têkildar ji welatiyan re banga taloke derbas bû û dikarin bikevin malên xwe kirin. Li ser bangan welatî vegeriyan malên xwe. 16 roj şunda vê carê di 92ê mijdarê de erdheja pela wê 5.6 a ku navenda wê Atemêtan pêk hat. Di vê erdhejê de di serî de otelên Bayram û Aslan bi dehan kargeh hilweşiyan. Di Otela Bayramê de rojnameger Sabahattîn Yilmaz û Cem Emîr û Doktor Miyazakî a ji Japonyayê ji bo alîkariyê hat û dehan kesên din jiyana xwe ji dest dan. Piştî erdheja duyemîn ji ber erdhejên paşî welatî di nav nivîsatnê de di bereqeyê de jiyana xwe berdewam kirin.
Di bin sir û sewqemê de jiyana di 'qesê' de
Ligel şertên dijwar ên zivistanê welatiyên Wanê bi rojan bi beteniyan li parq û ber riyan têkoşîna jiyanê dan. Welatiyên li ber AFAD'ê ji bo çadiran bigirin û alîkariyê werbigirin gelek caran rastî êrîşa polîsan a bi çop û ava şid hatin. Welatiyên bi rojan li nava kolanan mayîn kesên rewşa wan a aborî baş Wan terk kirin ên rewşa wan a aborî nebaş jî di bereqeyan de têkoşîna jiyanê dan. Di nava zivisitanê de hikûmetê ji çadirên havînê hinek bajarên çadiran ava kirin. Lê gelek welatî ji ber amûrên wan di malên xerab bûn de ne malên xwe terk nekirin û neçûn bajarên çadiran.
Çadirên havînê mirin anîn
Li ser bertekên raya giştî kêm jî be hikûmetê çadir li welatiyan belav kirin. Lê çadirên Kizilayê belavkirin jiyan nemimkûn bû. Welatiyan di konên li gorî havînê hatin çêkirin û sobeyan têde nedanîn sobe tê da danîn. Sobeyên di çadiran de hatin danîn bi xwe re mirin anîn. Di zivistanê de hem di bajarên çadir de û hem jî li taxan nêzî 200 şewatên çadiran pêk hatin. Ji ber kolanên teng îtfaiyeyê nekarî mudaxeleyê li şewatan bike. Di şewatên çadiran de 11 zarokên temenê wan 3 û 7 jiyana xwe ji dest dan û bi dehan welatî jî birîndar bûn.
Koçberiyê bi xwe re pirsgirêk anîn
Hikûmetê li şûna li cihê erdhejê pirsgirêkan çareser bike welatî birin bajarên rojavayê. Welatiyên ji bajar birin li bajarên rojavayê li dibistan û mêvanxaneyan hatin bicihkirin bi tememî ji qedera xwe re hatin terkirin. Welatiyên li bajarên rojavayê di şertên gelek dijwar de diman rastî gelek êrîşên nîjadperest hatin û bi mecbûrî bajar terk kirin. Welatiyên vegeriyan bajar jî di bereqeyên çêkirin de dest bi jiyanê kirin. Ligel şewatan li nexweşxaneyên zirar ditîn di qada tenduristiyê de jî pirsgirêkan dest pê kir.
Şaredariyên BDP'î û dildar seferber bûn
Di erdhejê de şaredariyên BDP'î ji aliyê hikûmet û walîtiyê ve hatin dijberkirin. Şaredariya Wanê bi tevkariya şaredariyên herêmê û TMMOB'ê navenda koordînasyona avakirin û bajar ji 5 herêma re cuda kirin û alîkarî ji welatiyan re belav kirin. Rojê ji 30 hezar kesan re xwarina gerim hate belavkirin û li gorî derfetan li tevahiya bajar ji welatiyan re hezaran konên zivistanê belav kirin. Komên tevlî seferberiya şaredariyê bûn ciwanên dildar bûn. Ciwanan li "Konê dildaran" heya serê sibê alîkarî paket dikirin û ji welatiyan re radigihandin. Bi hezaran ciwanên ji bajar û welatên cuda hatin û bi hev re dixebitîn li bajar bandorekî baş pêk anî.
Konteynêrên ku divê zivistanê hatibûna havînê teslîm kirin
Konteynêrên ku di wan mercên sar ên zivistanê nehatibû anîn, piştî zivistan xilas bû li bajêr, bajêrên konteyner hatin avakirin. Li navend û Erdîşê di 32 bajarên konteyner hatibûn avakirin de 200 hezar kes hatibûn bicih kirin. Hikumet soza TOKÎ'yan dê di meha tebaxê de temam kiribûya dê hemû hemwelatiyan di TOKÎ'yan de bi cih kiribûya dabû. Lê ligel di ser soza hatibû dayîn de 2 meh derbas bû jî li bajêr bi deh hezaran kes di konteyneran de têkoşîna jiyanê didin. Di gelek gundan jî hêj temela malan nehatine avêtin.
Esnafên bajêr hatin jibîrkirin
Di erdhêjê de zirarê herî mezin esnafan dîtin. Kargehên esnafan bi mehan girtî man, hikumet jî soza ku dê piştgiriya pêwîst dike dê bide dabû. Lê prîmên SSK'ê ku hatibûn taloqkirin salek pişt re bi tomarî hate xwestin û ji ber soza krêdiyê hatibû dayîn bi cih neanîn, piraniya esnafan îflas kir. Esnafên mayî jî hatin ber îflaskirinê. Derbeya herî mezin a li esnafan da jî TOKÎ bûn. Ligel hikumet gotibû jî di 15 hezar TOKÎ yên hatin çêkirin de yek Wanî nehatin xebitandin, hemû amûrên di TOKÎ'yan de hatin bikaranîn jî ji bajarên rojava anîn.
'Li Wanê bi destê hikumetê tiştek nehate çêkirin'
Serokê Şaxa SES'ê ya Wanê Yilmaz Berkî, diyar kir ku di erdhêja par pêk hat de saziyên sivîl, walîtiya Wanê û şaredarî bê amadekarî hatin girtin û da zanîn ku li tevahiya Tirkiyeyê ji afetên xwezayî re ne amadekar in. Berkî, destnîşan kir ku ji bîlî dînamîkên bajêr, divê herî zêde guh bidin daxwazên gel."
'Li Wanê bi destê hikûmetê tiştek nehatiye girevê'
Serokê SES'ê yê Stenbolê Yilmaz Berkî, diyar kir ku salek di ser erdhejê re derbas bû û wiha got: "Erdhejê Walî û Şaredarî bê amadekarî girt. Tu amadekariyên wan ji bo erdhejê tune bû. Berî her tiştî divê hikûmet û Walîtî li hemberî vê yekê amade bûye. Walîtiyê karê xwe pêk neanî. Walîtiyê ne karê xwe pêk anî û ne destûr da ku saziyên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin peyvira xwe pêk bînin. Pirsgirêka sereke ya sratiyê hêj çareser nebûye û gel di konteyneran de dimîne. TOKİ'yan didin lê natin xebatkarên tenduristiyê. Heta niha hikûmetê tu gav neavêtiye. Her tişt hnewaleyî TOKİ'yan kirine. Hêj pirsgirêka nexweşxaneyan heye. Pirsgireka nexweşxaneyan di asta herî jor de ye."
'Wekî her tişt serkeftî be didin xuyakirin'
Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a Wanê ya TMMOB'ê Şemsettin Bakir jî anî ziman ku hikûmet her tiştî xweş dide xuyakirin û aliyê xerab û aliyê bi pirsgirêk nade nîşandan. Bakir, da zanîn ku ji konan bigire heta konteyniran û ji konteyniran heta malên TOKÎ tu tişt di dema xwe de pêk nehat û tu pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Bakir, da zanîn ku hikûmet tenê aliyê xweşik dide xuyakirin û wekî ku her tişt bi serketibe nîşan dide, lê di rastiyê de her tişt dijberî vê yekê ye. "
'Bi TOKÎ'yan li ser pişta welatiyan pere qezen kirin'
Bakir, da zanîn ku li şûna TOKİ piştgiriye bide welatiyan bi çavê bazirganî û rantê nêzî gel bû û li ser pişta welatiyan pere qezenç kirin.
Li gorî tespîtên AFAD'ê 19 hezar û 518 avahiyan zerar dîtibû û divîya bû bihatana hilweşandin. Li wanê pirsgirêka xaniyan heye û dê berdewam bike.
Başbakan açılışa kurumlar ise protestoya hazırlanıyor
Depremin yıldönümü yaklaştıkça deprem tartışmaları da Van'da tekrar hız kazandı. 23 Ekim'de depremin yıldönümünde Başbakan Erdoğan'ın katılımıyla konutların teslim töreni için hükümet tarafından hazırlıklar yapılırken, başta BDP ve Türkiye Mimar ve Mühendisler Odaları Birliği ise protestoya hazırlanıyor.
(bd/ae/mae)