1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Birînên şengaliyan li çiyayan tên dermankirin
Birînên şengaliyan li çiyayan tên dermankirin,birînên,şengaliyan,li,çiyayan,tên,dermankirin

Birînên şengaliyan li çiyayan tên dermankirin

A+ A-

MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK/FERZEN ÇATAK

DIHOK (DÎHA) - Welatiyên êzdî yên pîr û nexweş ên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê cih û warên xwe terkirin û koçber bûn hatin sînorê Tirkiyeyê ji aliyê doktorê HPG'î yê "sînoran nasnake" ve tên dermankirin.

Bi hezaran êzdiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengal û Şêxan axa xwe terk kirin û hatin qadên nêzî sînorê Tirkiyeyê yên di bin parastina HPG'ê de ji aliyê doktorên HPG'ê ve û doktorê anarşîst ê bi navê Arşad Narçîn ve tên dermankirin. Êzdiyên bi rojan di bin tava rojê de birçî û tî meşiyan, zarok û kesên pîr ji ber vê yekê rastî nexweşiyan cuda tên. Êzdiyên digehijin qadên di bin kontrola HPG'ê de ji bo dermankirina wan komîteyên hatin avakirin wan li konên ji bo nexweşan hatin vedan xizmeta tendûrîstiyê 24 seatan didin. HPG'iyên êzdiyên nexweş derman dikin di peydakirinan dermanan de pirsgirêkan dijîn û hemû derfetên xwe seferber kirin û dermanên di depoyan de ji bo şengaliyan şandin herêmê.

Li herêmê 4 doktor û gelek xebatkarên tendûrîstiyê li herêmê hatin peywirdarkirin û ligel doktorên HPG'î doktoreke sivîl jî xizmetê dide.

'Em bîrînên gelê xwe derman dikin'

Doktorê HPG'î Dr. Rubar, diyar kir ku piştî hejmara şengaliyên dihatin zêde bûn li cihên lê dimînin konseke seyar vedan û weke neşxwexaneyê bikartînin. Rubar, anî ziman ku şengalî ji ber rêvîngiya giran û westiyanê ji gelek nexweşiyan re rû bi rû man. Rubar, da zanîn ku disa zarok û kesên pîr ji ber rojê îshal dibin.

Dr. Rubar, bilêv kir ku 18 salin li çiyayan doktoriyê dike û rastî gelek zehmetiyan hat lê yekemîn car rastî trajediyeke wisa dimîne. Dr. Rubar, destnîşan kir ku ji ber hejmara nexweşan zêde ye pirsgirêka dermanan dijîn û wiha got: "Ji ber ku bi rojan li çiyayan birçî û tî man dema digihijin vir êdî di asta nikarin bimeşîn de ne. Em jî bi derfetên xwe birînên gelê xwe derman dikin. Ji ber hejmara nexweşan gelek zêde ye dermanên me li ber xilasbûnê ne. Hevalên me yên li qadên din dest bi dermanan dişînin vir kirin. Lê ji ber ku her roj hezaran kes tên divê gelê me jî dermanan bişînin vir."

Doktoreke wijdana wî sînor nasnekirin Dr. Arşad Narçîn

Ligel doktorên HPG'î yên xizmeta tendûrîstiyê didin êzdiyên hatin herêmê doktoreke anarşîst ê sîvîl jî heye. Pratîsyen Dr. Arşad Narçîn ê ji Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Gazî xilas kirî piştî bi hezaran êzdî ji Şengalê ji ber çeteyên DAIŞ'ê koçberbûn ji bo alîkariya nexweş û kesên birîndar bike xwest biçe Şengalê lê ji ber pela koçberiyê ber bi sînorê Tirkiyeyê ve hate hate vê herêmê. Narçîn, diyar kir ku 5 rojin li heremê ye û li hemberî dîmenên dimîne ji mirovahiya xwe fedî dike. Narçîn, di serî de bang li hempîşeyên xwe û hemû kesên bi wijda kir ku xwedlî li êzdiyan derbikevin.

(bd)