1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Birûsk Hesekê : Dê çete li Şêxmeqsûd negihijin armanca xwe
Birûsk Hesekê : Dê çete li Şêxmeqsûd negihijin armanca xwe,birûsk,hesekê,dê,çete,li,şêxmeqsûd,negihijin,armanca,xwe

Birûsk Hesekê : Dê çete li Şêxmeqsûd negihijin armanca xwe

A+ A-

BERFÎN ROJ

HELEB – Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên YPG’ê yê taxa Şêxmeqsûd Birûsk Hesekê diyar kir ku êrîşên ku li dijî taxa şêxmeqsûd pêk tên, pilankirî ne û bi destekdayîna dewleta Tirk pêk tên.

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên YPG’ê yê taxa Şêxmeqsûd Birûsk Hesekê, derbarê êrîşên dawî yên çeteyên El-Nusra û tabûrên ku alîgiriya wan dikin, yên li ser taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê pêk tên, ji ANHA’yê re axivî.

Birûsk Hesekê destnîşan kir ku armanca êrîşên çeteyên El-Nusra ku di 22’yê îlonê de li dijî taxa Şêxmeqsûd pêk anîn, şikandina vîna welatiyên taxê ye û ev tişt anîn ziman: ’’Çeteyên El-Nusra ev saleke hewl didin ku tevahiya bajarê Helebê û bi taybet jî taxa Şêxmeqsûd dagir bikin. Ji ber ku tax rizgarkirî ye û di bin kontrola şervanên YPG/YPJ’ê de ye û ne li gorî şerîeta ku li ser dimeşin e, ew êrîş dikin. Ev êrîşên ku niha tên kirin pilana wan ji berê ve hatiye kirin. ‘’

Birûsk Hesekê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ji beriya 4 mehan çeteyan bi armanca ku tevlîhevî û fîtneyê derxin û aramiya taxê têk bibin, odeya çalakiya ya bi navê ‘’ Lebeyîke ya axah’ ya ji bo destwerdana kar û barên taxê çêkirin û got armanca vê yekê jî we e ku welatiyên taxê koçber bikin. ‘’

Birûsk Hesekê diyar kir ku çeteyên El-Nusra Kantona Efrînê û taxa Şêxmeqsûd xistine bin ambargoyekê û bê navber li ser riya Efrîn û Helebê êrîşî welatiyên sivîl dikin û wan digrin, wiha domand : “Welatiyên ku tên girtin jî, bi hinceta ku endamên YPG’ê ne nêzîkatiyên ne baş ji bo wan tên kirin. Bi armanca ku tevliheviyê derxin, aramiya li taxê têk bibin û hincetekê ji bo êrîşên xwe yên li ser taxê çêkin, van pêkanîna li dijî pêkhateyên kurd û ereb pêk tînin.’’

Derbarê êrîşên ku ji 22’yê îlonê ve li taxê pêk tên Birûsk Hesekê got ku ev êrîş ne nû, lê belê ew ji destpêka aloziyê ve û heta niha bi rengekî demekî didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe : ‘’Çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam, tabûrên Nûreddîn Zingî û Sultan El-Murad, yên li ser navê îslamê tev digerin û ji aliyê dewleta tirk yak u pilanan ji wan re datîne ve tên destekirin. Armanca wan a van êrîşan jî ew e ku hemû pêkhateyên kurd, ereb û xiristiyan yên ku di nava biratî û aramiyê de dijîn, ji hev dûr bixin û di nava welatiyên taxê û penaberên ku lê bicih bûne de, tevliheviyê derxin. Da ku karibin tevahiya bajarê Helebê bixin bin desthilatdariya xwe. ‘’

Birûsk Hesekê destnîşan kir ku ew weke şervanên YPG/YPJ’ê, amade ku taxê li beramber hemû êrîşên ku bi ser de werin bisekinin û welatiyan , biparêzin û got :’’ Çeteyên El-Nusra û tabûrên ku piştgiriya wan dikin, her çiqas bi çekên giran jî êrîş bikin, dê negihêjin armanca xwe. Ji ber ku me soz da ye gelê xwe ku em dê wan biparêzin û em li ser soza xwe ne.’’

Birûsk Hesekê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhateyên Helebê kir ku li kêlek Hêzên YPG/YPJ’ê bisekin û wan destek bikin, da ku karibin, welatiyan biparzin û ewlekariyê bicih bikin.

(dm/ra)

ANHA