Boksorê kurd bû şampiyonê Almanyayê
Boksorê kurd Ismail Ozen careka din bû şampiyonê Almanyayê
A+
A-
Doh di şampiyoniya boksê ya Almanyayê de boksorê kurd Ismail Ozen ku mina “Kulma dînik a Dêrsimê” jî tê binavkirin, bû şampiyonê Almanyayê.
Ismail Ozenê Dêrsimî par jî bûbû şampiyon û îsal şampiyoniyê neda kesekî din. Di raunda 5. de, antrenorê raqîbê Ozen pêjgîr avêt rîngê û Ozen careka din bû şampiyonê Almanyayê.
Piştî serkeftinê, Ozen, bi alaya YPGê derket ser rîngê û şampiyoniya xwe diyariyê berxwedana Kobaniyê kir.
Maça şampiyoniya Almanyayê, li saloneka ku bi alên YPGê hatibû xemilandin, ji aliyê 5 hezar kesî ve hat temaşekirin.
Amîda Kurd
Bêjeyên Miftehî boksorê,kurd,bû,şampiyonê,almanyayê