1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bombe avêtin mala Şaredarê Cizîrê
Bombe avêtin mala Şaredarê Cizîrê,bombe,avêtin,mala,şaredarê,cizîrê

Bombe avêtin mala Şaredarê Cizîrê

Bombeya deng avêtin mala Şaredarê Cizîrê û cigîrê wî

A+ A-

Şevê din hemwext bombeya deng avêtin mala Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren û Cigîrê Şaredar Nesîm Guven. Şaredar Goren, diyar kir ku kesên ev bûyer pêk anîn provokator in û got ewê bi tevgera xwe ya bi gel re berdewam bikin.

Li Şirnexê şevê din seat 23.20 de kesên nasnameyên wan nayen zanîn bombeya deng avêtin mala Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren û Cigîrê wî Nesîm Guven. Ji ber ku bombeyên deng ketin baxçeyên malan tenê camên malan şikestin. Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren, bûyer nirxand. Goren, diyar kir ku kesên ev bûyer pêk anîn dixwazin provokatoriyê bikin û wiha berdewam kir: "Kesên xebatên çavnebarî dikin dikevin nav van hewldanan. Em hertim li cem partiya xwe ne û xebatên ji bo gelê me baş emê wan xebatan bimeşînin. Em nayen lîstika kes."

(dt/mae)