Bombe çawa xistin hundirê qadê?
AMED (DÎHA) - Di dîmenên ku ajansa me li qada mîtînga HDP'ê ya li Îstasyonê kişandin de, tê xuyakirin ku perçeyên bombeyê an berî mîtîngê an jî bi dezgah re xistine qada mîtîngê.
Duh li qada Îstasyonê ya Amedê HDP'ê mîtînga herî mezin pêk anî. Bi sed hezaran kes beşdarî mîtîngê bû. Di mîtîngê de beriya ku Hevserokê HDP'e yê Giştî Selahattîn Demîrtaş derkeve ser dikê 2 teqîn pêk hatin. Di teqînê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn. Têkildarî teqînê ajansa be berî mîtîng dest pê bike li qadê dîmen kişandin. Di dîmenên ku ajansa ke kişandin de jî tê xuyakirin ku perçeyên bombeyê an berî mîtîngê an jî bi dezgeh re xistine qada mîtîngê. Di dîmenên DÎHA'yê ku li qada mîtîngê kişandin de berî mîtîng dest pê bike li qadê dema amadekarî hene, seyarfiroşekî bi erebeya 3 teker, li qadê bi cih kiriye.
Li qadê dezgeh, tûp û poşetê gemarê
Berî teqîn pêk bê, li qada ku teqîn pêk hat, îhtîmala ku berê bombe li tenişta dezgeh hatibe bi cih kirin heye. Li pişt dezgeh jî tupê mezin ê xwarinê û li kêleka wî poşetê çopê balê dikişîne. Ev dîmen û wêne fikara "Gelo bombe berê kirine xistine poşet? An jî bi dezgeh re anîne qada mîtîngê? çêdike.
Berî ku mîtîng dest pê bike, qada mîtîngê ji aliyê polîsan ve hatibû valakirin û lêgerîna bombeyê hatibû kirin. Tê gotin ku di lêgerînê de li nêzî dikê lêgerinek baş nehatibû kirin.
(mae)