Bombeya deng avêtin fermandariya Garnizonê
A+
A-
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bombeya deng avêtin fermandariya Garnizonê ya Leşkerî.
Komek ciwan, ji bo operasyona leşkerî ya li Elka Şirnexê ku 7 endamên HPG'ê têde jiyana xwe ji dest dan şermezar bikin li Cizîrê çalakî pêk anîn. Koma ciwanan li ser kolana Hezexê meş pêk anîn û rê li trafîkê girtin. Koma ciwanên ku çalakî pêk anîn piştî rê li trafîkê girtin, heta derengê şevê çalakî pêk anîn belav bûn. Balkêş e polîs nehatin cihê bûyerê û komê heta derengê şevê çalakiya xwe berdewam kir.
Li aliyê tin koma ciwanan saet di 22.30 û 23.00'an de li taxa Nur'ê ya Cizîrê li dijî Fermandariya Garnîzonê ya Leşkerî çalaki pêk anîn û bombeya deng avêtin fermandariyê.
(mae)
Bêjeyên Miftehî bombeya,deng,avêtin,fermandariya,garnizonê