Bombeya gazê avêtin 'konê çareseriyê'
Girseya ku piştî ji qada Newrozê meşiya Parka Koşuyoluyê ya ku 'Konê Çareseriya Demokratîk' lê hatiye vedan, bû du beş û beşa ku li derveyî parkê mayî xwest bimeşe Semta Ofisê, lê rastî êrîşa polîsan hat û alozî didome.
'Meşa Azadiyê' ya bi sedhezaran a ji Parka Newozê ber bi Parka Koşuyoluyê ya 'Konê Çareseriya Demokratîk' lê hatiye vedan ve pêk hat, ligel ku polîsan xwest li Duriyana Kantarê asteng bikin jî dîsa gihişt armanca xwe. Koma ku nerazîbûn li hemberî astengkirina polîsan da, nîşan da bi biryar meşa xwe heta Parka Koşuyoluyê domand. Girseya ku di ber Qereqola 10'ê Nisanê re derbas bû, bertek nîşanî polîsan da û panzer dan ber keviran. Ciwanên ku li pêşiya meşê bûn, barîqata polîsan a li ser Kolana Emek rakirin. Girse li cem parka Koşuyoluyê bû du beş û beşekê xwest ku bimeşe Ofîsê. Alên KCK, PKK'ê û posterên Ocalan li dîrekên cereyanê ve hatin daliqandin. Koma din jî ya di nava parkê de ma, derket ser riya Sunay û wê jî ji wir xwest bimeşe Ofisê. Bi sedan polîsan bi wesayîtên TOMA xwestin pêşî li girseyê bigirin. Girseyê ji li ser rê çalakiya rûniştinê pêk anî. Di dema meşê de helîkopterên poîsan ên ku ji jor girse dişopand, protesto kir.
Polîsan êrîş kir
Li ser vê yekê polîsan bi panzer û TOMA êrîşî gel kir. Endamên Dayikên Aştiyê bi tulbendên xwe yên sipî çûn cem polîsan û gotin; 'Em aştiyê dixwazin'. Dema ev diyalog di navbera dayik û polîsan de didomiya, polîsan ji aliyekî din ve êrîşî girseyê kir. Piştî mudaxeleya bi gazên bombeyê û ava şidyayî, ciwanan jî bi keviran bersiv da polîsan. Polîsan av li 'Konê Çareseriya Demokratîk' jî rijand.
Piştî êrîşê girse di nava kolan de belav bû û şer û pevçûn hê jî didome..
DÎHA (tt)