Bombeyên gazê û maske birin girtîgehê
Çima bombeyên gazê û maske anîn girtîgehê?
Parêzer Vedat Ozkan, ku li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê bi muwekilê xwe re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku muwekilê wî gotiye 'Gelek bombeyên gazê û maske yên di pakêtan de anîne girtîgehê. Her wext dikarin mudaxale bikin' û banga hestyariyê ya gel kirine.
Parêzer Vedat Ozkan li Girtigeha Tîpa H a Dîlokê bi muwekilên xwe Mubarek Aksu, Mulazim Mumyak, Şaban Şahîn, Eyup Çelîk, Alî Demir û Mehmet Îpek yên ku di 25'ê Îlonê de dest bi greva birçibûnê kirine re hevdîtin kir. Prz. Ozkan, piştî hevdîtinê diyar kir ku muwekîlên wî anîne ziman ku rayedarên girtîgehê amadekariya mudaxaleyan dike. Ozkan, da zanin ku muwekîlê wî diyar kiriye ku li beşa hevdîtina girtî ya girtîgehê gelek pakêtên bombeyên gazê û maske hatine depokirin û her wext dibe ku mudaxaleyî girtiyen di grevê dene bike. Ozkan, da zanîn ku dema muwekilê wî derketiye hevditinê pakêtên gazê û maske dîtine û wiha got: "Li ser vê agahiya muwekilê xwe min bi midûrê girtîgehê re hevdîtin kir. Lê midûrê girtîgehê bersîvên şolî dan min. Negot em mudaxale nakin. Raste rast got ew ji bo her tiştî amade ne. Midûr diyar kir ku ew li benda fermanê ne û dê li gorî fermana ku ji wan re bê tev bigerin. Rewş pir bi fikar e. Her wext rîska ku mudaxale bikin heye. Ji ber ku jiyana mirovan li holê ye divê ev pirsgirêk bi riya aştiyane û diyalogê çareser bibe. Ger ku mudaxale bike dê encama vê yekê pir gran be. Ji bo ku mudaxale nebe em dê serî li rêyên hiqûqî bidin. "
Ozkan, der barê rewşa girtiyan de jî axivî û wiha got: "Girtiyên ketine grevê zêde kîlo winda kirine. Dîsa bêhalî, bêteqedî, zahmetiya meşê, li hemberî deng ronahî hesatiyetî, rizandina pitu û goştê diranan, birînên lêv û dev, jibîrkirin û verşandinê dest pê kiriye. Dîsa girtiyan diyar kirin k li şûna Vîtanîna B1 vîtamîna B12 didin wan. "
(mae)