Bulent Arinç bi dizîka hevdîtin bi Bûrkay re pêk anî
Diyap Axayê demê Kemal Bûrkay hevdîtineke veşarî bi Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç re pêk anî.
A+
A-
Kemal Bûrkayê ku piştî bi salan ji Swêdê hate Tirkiyeyê û pêşwazîkirina wê şibandin pêşwazîkirina Diyap Axa ji aliyê Mustefa Kemal ve, bi awayek dizîkî (veşarî) hevdîtinek bi Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç re pêk anî.
Li gorî nûçeya rojnameya Radîkalê, Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç, di hefteya borî de bi Kemal Bûrkay re hevdîtinek bi qasî demjimêrekê pêk anî.
Beriya Bûrkay vegere Tirkiyeyê, Arinç bi wî re hevdîtinek pêk anîbû, lê heta niha der barê vê yekê de tu agahî nehatine dayîn. Bûrkay beriya demekê hevpeyvînek dabû rojnameya Zamanê û gotibû ku pirsgirêka Kurd ne girîngtirîn pirsgirêka Tirkiyeyê ye û di daxuyaniya duh li Konyayê da de got; “AKP tiştên baş dike.”
ANF NEWS AGENCY
Bêjeyên Miftehî bulent,arinç,bi,dizîka,hevdîtin,bi,bûrkay,re,pêk,anî